Û em behsa xelkê dikin…

Û em behsa xelkê dikin…

Ferîd Mîtan

 

Gotina rast û jidil, carinan bêhemd ji devê mirovan dipeke û carinan bihemd jî tê gotin. Bêjera Blann TVyê ya bi navê Xêrhat Xanikî, di bernameya Silavgehê de seredana gundê Xetarê yê devera Şengalê kiribû û bi gundîyan re suhbet dikir.

Jineke temenmezin, pirsa “dema hûn betal dimînin hûn çi dikin?” wiha bersivand:

“Bi Xwedê em li ber dîwaran rûdinin û em behsa xelkê dikin.”

Vê bersivê, heçku tu agirî berdî benzînê, di torên medyaya civakî de xwe gihand her kesî. Lê kêm kesan li berdewamîya axaftinê guhdar kiriye; piştî kenekî sivik, Xêrhata bêjer jê dipirse:

-Hûn bi qencî yan bi xerabî behsa xelkê dikin?

Jinik sond dixwe ku ew bi qencî û bi başî dabaşa xelkê dikin.

Di navbera me û vê jinê de xaleka hevbeş û duyên cihê/cuda hene; ya hevbeş ew e ku em -qamişloyî- jî nola vê jinê behsa xelkê dikin; yên cihê: ew li ber dîwaran û em li her devera ku lê dimînin (di navendên hikûmetê, dezgehên ragihandinê, rêxistinên fermî û hwd de), ew bi başî behsa xelkê dike û em bi xerabî behsa xwe û xelkê dikin û heta ji me tê em reş dikin.

Bi vê boneyê, ez ê vê çîroka gelêrî jî ji we re vebêjim:

Di dawîya sedsala bihurî de, meraqçî û hin sîpeyên kevokçî yên taxa Qidûrbega Qamişloyê, li serê zamboq û kuçeyan civatên xwe digerandin û wan jî dixwest kevçîyên xwe di tirşika sîyasetê bidin. Îcar ne sîyasetê fêm dikirin, ne jî axaftina li ser polîtîkayê li bejna wan dihat, loma yekî ji wan kinerê ji lê dixist:

“- Dev ji sîyasetê berdin lo! Ka em hinekî qala namûsa xelkê bikin…”


Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev