Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark cangorîyên Şingalê bibîr anî

Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark cangorîyên Şingalê bibîr anî

Yilmaz Yildiz, civaknas-sîyasetmedar

Bi pêwana 5. salvegera bîranîna cangorîyên ferman û jenosîda li Şingalê, Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark li bajarokê Albertslund, li nêzîkî Kopenhagenê merasimeke bîranînê lidarxist.

Girseyek mezin ji kurdên derdora Kopenhagenê, nûnerên sazî û rêxistinên kurdan, ereban, elewîyan, sabî/mendeyîyan, mesîhîyan beşdarî merasimê bûn û cangorîyên Şingalê bibîr anîn.

Bernameya merasimê dagirtî û dewlemend bû û gelek kes û şexsîyet hatibûn vexwendin û axaftin kirin. Zimanê merasimê bi kurdî, danîmarkî û erebî bû û pêşkêşvanîya merasimê ji alîyê Bahzad Shamsany û Yilmaz Yildiz ve hate kirin.

Di destpêka merasimê de bi xêrhatina mêvanan hat kirin û yek deqe rêzgirtin ji bo cangorîyên Şingalê, hemû cangorîyên fermanan, şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên, ku canê xwe di şerê li dijî DAÎŞ’ê de dayine, hat girtin.

Piştî rêzgirtinê dest bi bernameyê hat kirin û kek Dilşad Şîno Daoud (serokê komelê – kurdî) û kek Şikrî Alî Mourad (danîmarkî) axaftina komelê a di derbarê bîranîna cangorîyan û rewşa êzîdîyan de xwendin. Piştî axaftina komelê, fîlmekî dokumenter li ser ferman û jenosîda Êzîdîyan li Şingalê hat nîşandan.

Duvre jî bi rêzê kesên hatîn vexwendin axaftinên xwe pêşkêş kirin. Kesên ku axaftin kirin ev bûn:

 

  1. Balyozê/Sefîrê Îraqê li Danîmark.
  2. Adnan Axacan, serokê Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD).
  3. Deniz Berxwedan Serincî, rojnamevan û nivîskarê kurd-danîmarkî. Heta niha çendîn caran çûye Kurdistanê û du pirtûkên wî jî ên bi zimanê danîmarkî li ser DAÎŞ’ê û Êzîdîyan hene. Bi dehan jî meqale û nivîs di derbarê DAÎŞ’ê û Êzîdîyan de nivîsîne.
  4. Kim Hartzner, serokê sazîya xêrxwazîyê a bi navê ”Mission Øst” e. Mission Øst sazîyeke xas danîmarkî ye û li Rojhilatê Ewropa û li Asîya çalak e û kar û xebata xwe dimeşînê. Ji roja fermana li Şingalê, Mission Øst bi pêşengîya Kim Hartzner li Şingalê kar dikê û alîkarîya Êzîdîyên li serê Çîyayê Şingalê û Êzîdîyên li herêmê dikê. Kim Hartzner bi xwe jî doktor e. Mission Øst di gelek waran de alîkarîya Êzîdîyan dikê. Him di warê tenduristîyê de, him di warê xwendin û nivîsandinê de û him jî di warê alîkarîyên xwarin û vexwarinê de û hwd. Kim Hartzner axaftinek gelek balkêş kir û kûr û dûr li ser rewşa Êzîdîyan sekinî û anî ziman. Missiøn Øst weke heyetek mezin bi serokê xwe re beşdarî merasimê bûn û li salonê jî li nav mêvanan gerîyan daxwaza alîkarîyê ji bo Şingalê kirin. Gelek kesan navê xwe nivîsandin û xwestin mehane, salane alîkarîya xwe bi rêya Mission Øst bişînin ji bo Şingalê. Hêjayî gotinê ye ku Mission Øst li Kurdistanê û Îraqê tenê li Şingalê kar dikê.
  5. Henrik Kokborg, semîneran di derbarê întegrasîyonê de pêşkêş dikê û gelek çaran çûye Kurdistanê, li nav Êzîdîyan gerîyaye û li ser rewşa wan nivîsîye.
  6. Tore Rørbæk, rojnamevan û nivîskareke. Ew jî çendîn caran çûye Kurdistanê û li nav Êzîdîyan gerîyaye û maye. Wek berhema vê gera xwe jî pirtûkek bi rengê karîkatûrê li ser ferman û jenosîda li Şingalê nivîsîye.
  7. Peter Viingaard, Sosyolog û nivîskarek e. Pirtûkkek li ser Êzîdîyan û Êzîdayetîyê nivîsîye. Bi salan li gel me di nav ”Komîta Şingalê” de kar dikê û bi rastî endamekî pirr çalak e jî. Berîya fermana Şingalê dixwest pirtûkekê li ser olên kevnar ên li Kurdistanê binivîsê. Ji ber wê jî du caran çû Kurdistanê û heta bi Şingalê jî çû û li gel oldar û zanayên Êzîdîyan hevpeyvîn çêkir. Kek Bahzad Şemsany jî carekê li gel çû him rêzantîya wî kir û him jî jê re bû wergêr. Piştî fermana li Şingalê plan hat guhertin û tenê beşê li ser Êzîdîyan wek pirtûkekê çap kir, ev jî bê gûman li ser daxwaza çapxaneyê hat kirin, ji ber ku fermanek hatibû serê Êzîdîyan, gelek kesan di nav civakê de Êzîdî baş nasnedikirin, mijar germ bû û xwestin ku Êzîdî baş bên naskirin.
  8. Ahmed Rahmanî: Bi xwe kurdê Rojhilatê Kurdistanê ye û helbestek bi taybet li ser zarokên Şingalê nivîsîbû. Bi vê pêwanê helbesta xwe pêşkêşî mêvanan kir û cangorî bibîr anîn.

 

Ji bilî van kesên ku axaftin kirin û ji ber nebûna wext, gelek partî û komelên kurdan jî birûsk/peyamên xwe bi nivîskî pêşkêş kirin û cangorîyên fermana Şingalê bibîr anîn.

Partî û rêxistinên kurdan, ku peyamên xwe pêşkêş kirin ev bûn:

 

Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtîya Nîştimanîya Kurdistan (YNK), Partîya Demokrata Kurdistan-Îran (PDKÎ), Partîya Demokrata Kurdistan (PDK-Rojhilat), Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Partîya Komûnîst a Kurdistanê (Başûr), Partîya Azadîya Kurdistan (PAK), Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Komela Kultûrî a Kurdî li Roskilde, KOMKAR-KBH, Komela Kultûrî a Alevîyan li Ringsted, KOMKAR-DK û Komela Afretan.

 

Merasima bîranîna cangorîyên Şingalê serkeftî û bi xwarin û vexwarin derbas bû.

Wek ku tê zanîn, di roja 3. Tebaxa 2014’an de rêxistina îslamî a terorîst û xwedênenas DAÎŞ’ê êrîşeke hovane bir ser herêma Şingalê û Êzîdîyên feqîr û perîşan, ku bi hezarên salan li ser axa bav û kalên xwe jîyan dikirin, di ferman û komkûjîyên mezin re derbas kir. Sedem, ji ber ku bi ola Êzîdî bûn û ne misilman bûn. Êzîdî di çavên îslamîstan de wek ”kafir” û ”xwedênenas” dihatin hesibandin û ji ber wê jî qetla wan helal kirin. Terorîstan du rê dan ber Êzîdîyan an divê misilmantîyê li ser xwe qebul bikin an jî divê di cî de bên kuştinê.

Piştî ku Êzîdîyan emrê wan li ser xwe qebul nekirin, terorîstên îslamî û har û hov weke gurên har ketin nav wan û bi sedan, bi hezaran mêrên Êzîdî li ber çavên dê û bavan, jin û zarokên wan qetl kirin û serjêkirin. Bi sedhezaran jî ji bo xelasîya rih û canê xwe terka cih û warên xwe dan û li Kurdistanê, li dinyayê belav bûn. Bi hezaran jî keç û jinên Êzîdî weke êsîr/dîl ketin destên wan kafiran û pê li şeref û namûsê hat kirin.

Tiştek di vê jîyanê de nema ku bi serê Êzîdîyan de nehat kirin. Heta vê gavê jî Êzîdî di kampan de feqîr û perîşan in û nikarin vegerin Şingala wêrankirî, û dîsan heta vê gavê jî ji bilî Parlamentoya Kurdistanê, tu welatan jenosîda li Şingalê wek jenosîd bi fermî nas nekirîye û qebul nekirîye. Herçiqas ku bi dereng jî bê, lê ev pêngava Parlamentoya Kurdistanê cihê kêfxweşî û şanazîyê ye û hêvî ew e ku ji niha û pê de pêngavên baştir bên avêtin, lêkolînên berfireh di derbarê pêvajoya fermanê de bên kirin, kesên gunehbar bên darizandin û hewldanên baş bên kirin da ku Êzîdî bikarin vegerin ser cih û warên xwe. 

Kopenhag/Danîmark, Weşan DRA  

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev