Jenosîda li Şengalê

Jenosîda li Şengalê

Şemsettin Işıklı

 

Ev jenosîd birîneke kûr e di dilê neteweyê kurd de û tim ji wê birînê xwîn diherike. Ev jenosîda kurd ya herî wehşiyane çend taybetmendiyên xwe yên xweser hene.

 

1- Li cografyaya Kurdistanê cihekî stratejîk û giring yê Şengalê heye. Dagirkerên Kurdistanê xwestin wê giringiyê ji navê rakin an bikin di bin kontrola xwe de. 

2- Êzdî bi zimanê xwe, bi dînê xwe û bi mishefa xwe ya reş qerentiya hebûna miletê kurd e, asîmîlekirina wan ne pêkan e, ji ber wê, kolonyalîstên Kurdistanê xwestin rasterast wan bi tevayî îmha bikin. 

3- Dewletên dagirker bi destê DAIŞê qîz û jinên kurd yên êzdî birin li bazarên miletên serdest (tirk û ereb) firotin û tecawiz kirin. Xwestin rûmeta miletê kurd bişikînin, rûhê wan birîndar bikin wan li hember dinyaya qaşo medenî biçûk bikin. Misilmanên tirk ji bo vê wehşetê, ji bo vê gunehê giran yê însaniyetê li ser navê îslamiyetê fetwa dan û didin. Mixabin hinek misilmanên kurd jî li dij van fetwayên dirinde derneketin û dengê xwe bilind nekirin. 

4- Dewletên dagirker bi fen û fûtan lê xebitîn û dixebitin ku mijara Şengalê bikin mijareke nakokî û niqaşa nav neteweyê kurd. Karesateke mezin jî ew e ku PKK dide pêş û destnîşan dike ku berpirsiyarê vê jenosîdê rayedarên Herêma Kurdistanê ye û bi vî awayî bal li ser dewletên dagirker dide alî. Û bi gotinên “Şengal ne Kurdistan e.’” îdiaya ne kurdistaniya Şengalê bi awayekî alîkarî ye ji bo domandina tunekirina Şengal, êzdî, kurd û Kurdistanê. Dagirker û bi destikên xwe ve jî ne kurdbûna êzdiyan didin pêş û ev jî bi awayekî domandina jenosîdê ye.

 

Parlemena Kurdistanê biryareke rast daye ku sisêyê Tebaxê wek roja jenosîda kurdên êzîdî îlan kiriye. Ev gaveke dîrokî ye û cihekî xwe yê giring heye. Lê divê ku hin hewldanên din jî hebin, wek; komîsyonek ji bo jenosîda kurd, ji herçar parçeyên Kurdistanê bê avakirin da ku li ser taybetmendiyên jenosîda kurd bisekine, bixebite û rastiyan tespît bike. Û dîsa divê di bin pêşengiya Parlemena Kurdistanê de komîsyoneke din ji herçar parçeyên Kurdistanê û ji kurdên dîaspûrayê bê avakirin da ku ji hemû dewletên dinyayê re jenosîda kurd bide nasîn. Bi taybet jî divê kurd dev ji pêsîra Neteweyên Yekbûyî bernedin, bi îstiqrar lê bixebitin ku jenosîda kurd bikin rojeva wê û taleba helwestgirtinekê jê bixwazin.

 

Li alîyekî din divê ku em, kurd karesat û jenosîda li Şengalê bi bîr bînin, em kiryar, gunehbar û dagirkeran şermezar bikin û lenet li wan bibarîin, em biêzirin û birîna di dilê xwe de bînine ziman, temam, em vê bikin lê gelo ev bes e, têrî dike? Aniha jî li Şengalê, li Efrînê, li hemû perçeyên Kurdîstanê şerê jenosîdal didome. Û heta kurd nebin xwedîdewlet dê ev şer bidome. Ji bo ku kurd nebin xwedîdewlet îmhakirina heqîqeta kurd û Kurdistanê lazim e li gor dewletên dagirker û ew jî vê dikin.

 

Helwestgirtina herî rast ew e ku em li dor doza Kurdistaneke Serbixwe dengê xwe, rengê xwe, nêrînên xwe û têkoşîna xwe di xetekê de bikin yek û xwe bi rêxistin bikin. Rêyeke din tune ye li ber me.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *