Sekularism, xardana ber bi dewletbûnê ve

Sekularism, xardana ber bi dewletbûnê ve

Suleiman Sulevani

 

Sekularism (ilmanî) bîrûbaweriyeke filosofî ye û ew dixwaze bandora olî ser civatê kêm bike û bi gengaz wê bike weke karekê privat û xwemalî. Kesên sekularist dixwazin olê (dîn) ji dewletê cuda bikin û ev cudakirin dibe gaveke giring berev civateke sekular. Têgeha ”sekularism” cara pêşî ji aliyê nivîskar û debatorê Brîtanî (1846) George Holyoake hat bikaranîn.

Hebûna sekularismê bo civata kurdî pêdivîyeke giring e. Û ew doh biba baştir dibû ji îro, lê doh nebû îro ne dereng e. Pêşveçûn, dadwerî û avakirina dewleta Kurdistanê bi vê têgehê girêdayî ye. Halî hazir Kurdistan welatekê bindest û dagirkirî ye lê di heman demî de ew welatekê pir ol e jî. Û loma pêkvejiyan bi harmonî û aştî di bin yasa û zagonên giştî de giring e. Hêşte giringtir, ew yasa bi yek çavî li hemû hevwelatiyan binêre bêyî ferq û cudahî. Civateke dad, modern, rasyonal û sekular ne tenê giring e jibo hêminî û pêşveçûna hevwelatiyan lê ew rêya serxwebûnê kûrtir dike û avakirina dewleta kurdî jî nêzîktir dike.

Dîtineke şaş ser sekularismê

Sekularism ne şerê ol e, ne dij ol e, ne dijmniahiya ol e, ne handana mirov dest ji ol berde. Kesên dijatiya sekularsimê dikin, bi mebestek xirab van gotinan bêyî argument tînin pêş û xelkê pê didin tirsandin, xeltandin û çewaşekirin. Sekularism nabêje kesekê were bawer bike yan dij bawer be, bibe oldar yan kafir, bêdîn yan atiest be. Sekularism digel azadiya her kesekê ye bêyî binpêkirina azadiya kesekê din, ew digel yasa ye û dij anarşistiyê ye.

 

Çend mînak ser sekularismê hêjayî bîranînê ne.

Di van mînakan de ji Kurdistan û welatên cihan avantajên sekularsimê baş tê xuyakirin. Ew konkret têgehê şirove dike û tîne ber çav. Ev mînak hêja ne mirov bîr lêbike û hine pirsan ji xwe bike, biponije û ser başî û ”xirabiya” sekularismê rawiste. Kesên çewaşkar, reşbîn, pesimist û skeptist, kesên dij systema sekularismê derdikevin; ne lojîkbûna wan derdikeve holê.

  • Li Başûr, Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê gavên baş hatine avêtin berev civateke sekular. Bi taybetî li Rojava dûr ji rexne û kêmasiyan gereke mirov bêje ku desalata kurd (PYD) gavên mezin avêtin, wê hine yasa derxistin di berjewendiya civateke nûjen û wekhev de. Derbarê dadîya civatê, zewacê, zarokan, mafê jinan, mîrat û hwd wan ol nekir bingeh belku yasayên modern û navnetewî kirin bingeh. Aktiv beşdarbûna keça kurd weke gerilla, berevan û parêzvana welat, çavê cihanê vekir ser miletê kurd û sempatiya wê bo xwe kêşand.
  • Li Sangafora misilman weke kêm netewe têde dijîn. Lê jiber Sangafora dewleteke pir olî û sekular e, jineke misilman û serpêç (laçek) helbijart bo serokatiya parlemana xwe. Jin e, misilman e, serpêç e û endama kêmneteweyekê ye lê ew nebû rêgir bo postê serokatiya parlemanê. Ev li welatekê olî bi taybetî îslamî zehmet e bê dîtin.
  • Tunis weke welatekê îslamî hine yasa û zagonên xwe guhert û maf pitir da jinê. Jiber hîkariya kultura frensî piraniya xelkê pêşverû li wî welatî ew guhertin û systema sekular qebûl kir. Xelk û cihana rojava pêşwazî lêkir lê hin ekstremist û tûndrewên îslamî dij derketin.
  • Li Hindistanê nêzikî yek milyar û nîv niştecihên wê hene. Misilman beşekê yekcar kêm e weke jimare. Misilmanên Hindistanê daxwaza systemeke sekular dikin jiber ku mafên wan têde tên parastin. Ev derbas dibe bo misilmanên li Ewropa, USA, Kanada û dewletên din ên Rojava. Di systema sekular de mafê mirov û demokratî li kar e.
  • Li Burma bawermendên misilman weke kêmahî têde dijîn lê jiber Burma welatekê Budistîye û ol roleke mezin têde dibîne zulm û bêrêzîyeke mezin li misilmanan tê kirin. Ew tên zindanî kirin û kuştin jiber ola xwe.
  • Îran welatekê olî ye û îslamîst têde serdest in. Ew ne tenê zulmê li kêmneteweyan dike belku zulmê li her kesekê weke wan bîr neke û bi navê îslamê. Roj nîne keç û xort, bi taybetî kurd neyên sêdarekirin û kuştin.
  • Li Almanya sekular nêzîkê 3000 mizgeft hene lê li welatên olî weke Saudî Erebistan, Afganistan û Îranê hema bêje jibilî mizgeftan çi perestgehên din nîne.

Mijara sekularismê giringiya xwe heye bo her welatekê û bi taybetî jî bo welatekê weke Kurdistan ku di proseseke dijwar re derbas dibe berev nasnameyeke netewî. Kurdistan welatekê pir ol e û dagirker bi hemû hêza xwe dixwaze pêkvejiyana li Kurdistanê xirab bike û kurdan bike dijminê hev. Li vir têgehiştina hev, huşyarî kirina hev û danustendina bi hev re; giring e. Sedema gotubêja sekularismê bi kurtî:

  • Mirov bîr û baweriyan bi hev re biguhere û wan muneqeşe bike bêyî xwe nêzik kirina kesayetiyan û kesî (şexsî) kirina mijarê.
  • Diyalog kirina xalên pozetiv û argument kirina wan.
  • Hewldana gotubêjeke aza û azad ser mijara sekularismê û berzkirina kultura dialogê, dûr ji mejîhişkiyê, najijiyê û ezeziyê. Aliyên olî û bi taybetî tûndrew û ekstremist dixwazin xwe rast derxin, xwe bikin xwediyê rastiyê, hemû rastiyê, rastiya total û aliyê din gunehbar û vala derxin. Hinek wê bi sade û ji nezanîna xwe dikin lê hinek bi mebest jibo berjewendiyên xwe yên teng dikin. Li vir destê nexêrxwazên kurd heye.
  • Bêgoman ne giring e mirov kesê hember qani bike û bîne ser baweriya xwe, ser gotina xwe. Bes e mirov bikare nêrînan bi awayekê vekirî û şaristanî gotubêj bike, dîtinan bi hev re biguhere û guh bide argumentên hember. Ev bi serê xwe bikêr e û gaveke pozetiv e berev pêş.

Fonksiyon û erkê sekularismê

Sekularism bêaliya pozetiv e hember hemû olan ji aliyê dewletê ve. Sekularism ne dezgehek fermî ye, ne dêr e, ne mizgeft, ne synagoga ye, wê ne Şêx, ne Papa, ne Haxam heye, ew stîleke jiyanê ye, jiyaneke giştî ye bo hemû mirovan. Ol* beşek e ji jiyana hin mirovan û NE hemû jiyan e û ew ol tenê kesên xwedîyê wê baweriyê peywendîdar (eleqedar) dike. Ola îslamî misilmanan eleqedar dike, ola kristian kristianan, ola Cuhu cuhuyan, ola Bodî bodîstan û hwd. Mixabin hine ol wisa nabînin, belku berovajî, ew jiyanê weke beşekê ji ol dibînin û her tiştekê jiyanê bi olê ve girêdidin. Azadiya mirov sinurdar û binpê dikin.

Sekularism organizekirina karên giştî dike. Peywendiya dezgehan bi hev re, peywendiya olan bi hev re, peywendiya kom, çîn û grupan bi hev re. Lê dewlet destê xwe nake karên privat û xwemalî. Hine ol dixwazin destê xwe bavêjin her tiştê jiyanê, giştî û privat. Ew dest têwerdana oda nivistinê, peywendiya jin û mêran, xwarinê, cil liberkirinê, serşûştinê, çûna destavê û gelekên din mîna diktatorîyekê lê, cardin mirov azad e perestina wan baweriyan bike, wan pîroz bibîne lê bi yek mercê azadiya kesekê din binpê neke.

Sekularism garant e jibo parastina siyasetê ji bikaranîna olê û di heman demî de parastina olê ji bikaranîna siyasetê anku ne dewlet olê bikar bîne jibo berjewendiyên xwe û ne ol dewletê bikar bîne jibo berjewendiyên xwe. Sekularism rê nade zulm û bêrêzî hember olekê bê kirin her wesa rê nade olek zulmê û bêrêziyê li kesekê an oleke din bike.

Sekularism wate hevwelatî anku dewlet bi yek çavî li hemû olan mêze dike (neutralia pozetiv) û di heman demî de nahêle anarşîzm û kaos çêbe, nahêle kesên oldar çawa bixwazin wesa duf dilê xwe bikin. Ew mekanizma karê bi hevre peywendîkirinê û danustendinê organize dike. Dema mirov dibêje dewlet bêalî ye (neutral e) wate dewlet bêdîn e, oleka wê ya taybet nîne. Eger dewletê ola wê hebe, wê gavê ew nikare neutral û bêalî be. Ev derbas dibe jibo hemû olan, nabe dînê dewletê hebe vêce çi dîn be. Dewletên identiteta wan ol be, ew dewlet xirab in, paşvemayîn in û maf têde sentekê yan filsekê nake.

Dewletên sekular rejîmeke rêkupêk û şaristanî heye, têde hemû hevwelatî xwedî eynî maf in û eynî berpirsyar in. Di vê systemê de hukmekê adil, objektiv û human heye. Berevajiya dewletên olî.

Goman di her tiştî de mirov digehîne rastiyê lê di hine olan de rêya gomanê nîne, ew qedexeye û tê ceza kirin. Rexne û goman di civatên sekular de bû sedema pêşveçûnê û afirandinê lê ew rexne qet nayê wateya bêrêzî û binpêkirina mafê mirovan. Bo mînak li gelek welatan weke Almanya, Danmark, Fransa, Swêd, USA her çend dewletên Kristian in, lê gelek kesên atiest, îslamî, cuhu, bodîst, bêdîn û hwd jî hene. Di destura** dewletê de tê nivêsîn ku hemû xelk wekhev in, nabe zulm li ser yekê bê kirin jiber ol, netewe (etnisiteta) an rengê wî/ê. Kerameta mirov giring e, hemû mirovan, ne tenê mirovê oleke taybet belku hemû mirovan. Azadiya bîr û baweriyê bo her kesekî ye, her kes dikare dîtina xwe bêje, rexna xwe bike. Tu dikarî rexne li sistema sekular bikî, wê baş nebînî û bi dijwarî behs bikî û jiber vê yekê tu nakevî zindanê lê di dewletên olî tu nikarî wê rexne bikî, ne tenê tu ê bikevî zindanê belku xirabtir jî bi serê te bê, tu bê gunehkar kirin, biçûk kirin, îşkence kirin û heya bê kuştin û bêseruşûn kirin jî.

 

Du fakt û rastî

Piraniya alavên hêsankirina jiyanê û pêşketinê di welatên sekular de hatine afirandin ji elektrîk, otomobîl, telefon, derman, fizîk, kîmya, internet, biolojî û hwd.

Piraniya xelk û hevwelatiyên dewletên olî dixwazin derkevin, birevin ji dewletên xwe û xwe bigehînin dewletên sekular çûnkî mafê mirov û mafê jiyanê têde heye.

Peyvên dawî

Jibo hebûna kurdan çend faktor û rastî giring in. Di pêşî dewletbûn e, bê dewlet kurd wê nemînin, ew ê bibin ereb, faris û tirk. Lê kurd bimînin jî ew ê bê keramet bimînin. Û loma gereke her kurdekê xwedî keramet bêyî cudabûna ol, bawer û partî xebat bo serxwebûna Kurdistanê bikin. Gava herî pêşî û kurt jî berev dewletbûnê, sekularism e, kurd bibe civateke sekularist. Helbet kesên awarte hene lê kurdên herî serxwebûnxwaz û yên bi dilgermî alîgirên avabûna dewleta kurdî ne; kurdên sekularist in. Yek ji sedemên serneketina kurdan di avakirina dewletê de ew e ku piraniya serkêş û pêşengên serhildanên kurdî mirovên oldar bûn. Nuha jî mixabin serkêş û serokên piraniya partî û rêxistên kurdî mirovên oportunist û berjewendî perest in. Û loma hêvî di wan kes û partiyên kurdî yên dewletxwaz in û bi taybetî intelektual, zana û welatparêzên kurdan di nav û derveyî wan partiyan de.

Prof. Dr. Merhdad Izady*** derbarê manifestoya serxwebûna Kurdistanê bi navê Manîfestoya Gelê Kurd ji bo Afirandina Welatek Azad, Serbixwe û Yekbûyî 1996, ew li derekê dinivîse: ”Em, Netewa Kurd, li ber çavan dibînin ku hemû yekîtiyên heyî ser perçeyên welatê me digel dewletên cîran,bêxwesteka dilê me çêbûne, û ji ber vê yekê jî ew ne xwezayî (naturî), ne moralî û nehiqûqî ne, loma em wan tam bi yekcarî nemuhteber û betal îlan dikin. Di dema ku ti milet ne hewceyî daxwaza razîbûna derve heye da mafê xwe yê bingehîn û xwezayî bo serxwebûnê bikarbîne, her wesa Netewa Kurd jî ne hewceyê daxwaza razîbûna biyaniyan bike di praktize û bicihanîna vî karê xwe de.”

Di warê dewletbûnê de û bidestxistina mafên gelê kurd yê rewa de, em pir dereng mane û loma pêdivîya me bi systemeke sekular û xardana bo pêş heye. Konjuktura cihanê di berjewendiya kurdan de ye, heval û xêrxwazên kurd ne kêm in lê gelo kurd bi xwe xêrxwazên xwe ne?!

Bi hêvîya civateke sekular û Kurdistaneke serbixwe û azad.

*Hevpeyvîneke dr Hamid Abdulsamed, têde pir tiştên hêja ser sekularismê anîn ziman.

**Bo mînak di yasaya Swêdê jimara (2014:958) paragrafa yekê tê nivîsîn: Armanca vê qanûnê astengkirina diskriminasyonê (cudabûn û liderve hiştinê) ye û bi awayên cuda piştgiriya wekhevîya maf û derfetan bêyî cudabûna cins, nasnameya zayendî an derbirîn, girêdana etnîkî, ol an baweriyeke din, învalîdbûn (kêmendam yan xwedî pêdawistiyên taybet), cudahiya zayendî an temenî (emir). 

***Manifesto of the Kurdish People for the Creation of a Free, Independent and Unified Homeland 1996. ”We, the Kurdish Nation, observing that all existing unions of the fragments of our Homeland with neighboring states are involuntary, and hence unnatural, immoral and illegitimate, declare them null and void in toto. Whereas no nation seeks nor needs external consent to exercise its fundamental and natural right to self determination, the Kurdish Nation likewise neither seeks nor needs any such alien consent in its exercise.”

https://thekurdishproject.org/history-and-culture/kurdish-democracy/kurdish-manifesto/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *