SEMBOL Û HEBANDINA AVÊ DI ZARGOTINA KURDÎ DE -1

SEMBOL Û HEBANDINA AVÊ DI ZARGOTINA KURDÎ DE -1

Nivîskarê malpera me gotareke gelekî balkêş û bi kurmancîyeke

delal û zelal ji me ra şandîye. Ji ber dirêjbûna wê em nivîsê dikin 3 beşan

û 3 rojan dû hev çap dikin. Fermo, îro beşa pêşin bixwînin. Beşa duduyan sibê bixwînin.

 

 

Şemoyê Memê

 

Destpêk 

Li gor baweriyên herî kevnar av, jêderka hebûnê û hîmê jiyanê, ango hîmê dinyayê ye. Ev yeka di metelokeke Hîndûyan ya xetên pîroz de jî tê gotin: “Av tu jêderka her tiştê hebûyî yî, tu hîmê dinyayê yî.” (Eliade,2017;216). Herwisa cînarên Hîndûyan, Zerdeştîyan jî av hêmaneke pîroz hesibandine û di rojên pîroz û cejnan de ji bona avê gelek gorî pêşkêş kirine. Av bûye jêderka jiyanê loma bi xwe re avahî jî anîye û çawa kurt û kurmancî jî hatîye gotin ku, av û avahî dinyayê şên dikin. Av û jiyan girêdayî hevûdin e. Li gor zanista biyolojiyê, jiyan di nav avê de dest pê kiriye, ango eslê hemû riwek û ajalên bejayî, zîndewerên avî ne. Îro jî jiyana hemû zîndeweran di nav avê de dest pê dike. Ji boy zedebûna bakterîyan dilopek av bes e, korpele (embriya,dergûş) di malzaroka diya xwe de, di nav lîtreyek avê de dijî. Tovên rîwekan di nav erdê avî de şîn dibin. Em dikarin bibejin ku bi xêra avê hemû zîndewer forma xwe ya zindîbûnê destxistine û emrê xwe diborînin. Ji destpêkê heta îro mirovan giringî dane avê û wekî razekî jî hesibandine û bihurmet hebandine. Av bûye sembola herî giring a jiyane ku di nav çar hêmanan de hêmana herî giringtirîn e jî. Hêmanên din jî ew in: Hewa, agir û ax.

 

Ji çaran sê parê ruyê erdê av e(%71) û ji sêyan du (%60) parê laşê mirovê gehiştî jî dîsa bi avê pêk hatiye. Av ne tenê pêkhateyek kîmyayî ye, ji ezmên wekî baran, berf û zîpik dadikeve erdê. Gava av digihîje erdê, tovên riwekan şîn dibin û ji bo mirov û ajalan dibin xurek. Bi vî awayî av can dide mirovan û xweza yê. Av, bi gulmekê can dide û dîsa bi gurrbûn û boşbûna xwe can distîne û jîyanê diqelîne. Helbet her dem pêwistiyên mirovan pê hebûye; av ne tenê pêwistiya nefsanî, helbet dinyaya mirovan ya rûhanî jî xemilandiye û di nav bawerî, mîtolojî û zargotinê de jî cih girtiye. Di nav çîrokên mîtolojîk de behsa avên pîroz tên kirin ku seranserê dinyayê radipêçin. Bi şiklê çem, kanî, rûbar, gol û behr di dinyaya sembolîk ya mirovan xemilandîye.

 

Em dikarin bibêjin ku roja ku mirov li rû dinyayê peyda bûye heta niha li seranserê dinyayê miletek tune ku li ser afirandinê mîtolojî an jî baweriyeke wan tunebe. Afirandina dinyayê û mirovan diyardeyeke gerdûnî ye û herçiqasî hinek cûdahî di nav bawerî û mîtolojîyên gelan de hebe jî, hemû xelkên rû dinyayê hebûna avê ji destpêka jiyanê pejirandin e. Di mijara mîtên afirandinê de av hêmana sereke ye. Di pirtûk û xetên pîroz de jî tê destnîşan kirin ku mirov ji hesilandina avê û axê hatiye afirandinê.

 

Av ku di nav çar hêmanên sereke yên hebûnê de cih digire. Em dikarin bibêjin ku hema bêje di nav hemû çand û baweriyan de semboleke giring e. Nemaze pêywendiya avê bi vejîn, pakbûn, kirasguherîn, zanîn, nûbûn, jîyîn, zayekî, makî-mêtî, çakbûn( xweş bûn), şîfa, jêbirina nefsê û serwextbûnê re heye. Av ron e, hêmaneke zelal e û tiştekî di nav xwe de venaşêre, wekî neynikekê rastiyê derdixe holê. Loma av bi zanebûnê re jî têkildar e. Av bi sêhr çêkirinê û sêhr betalkirinê de jî wekî amûrekê tê bikaranîn. Li nav Kurdan de jî şên an jî kes hebûn ku dikarîn sêhr çêkîn û betal kin. Mela Mehmûdê Bayezîdî jî destnîşan dike ku ew jin an mêrên “Cindar” an jî “Tasnêr” cinên kesa/ê xwedêgiravî cinaketî di tasa av dagirti de kom dike û wan cinan dike hundirê qamişekî û dîsa davêje nav avê û bi vê yekê nexweş pak dibe. Ango sêra cinan bi avê betal dibe. Jinên tasnêr jî li nav tasa avê de nêt û meremên kesê li bal rûnîştî dibîne(Bayezîdî, 2012;133). Gava li çolê (beyabanê) kesêk riya xwe şaşbike û êvar serda bê, tê bawerkirin ku sêr[1] an jî cin dibin bela serê wî, rêyek tenê heye bo xilasîye, ew jî derbasbûna çemekî ye kû ew sêr an jî cin nikarin ji çêm derbas binin ku gelek efsaneyan ev motîf hatîye bikaranîn. Ango av, sêhra cinan û nepenîyan eşkere dike û ji holê radike/betal dike.

 

Av paqijiyê temsîl dike û qirêjiyên berbiçav û yên nefsanî paqij dike. Ava rehmetê benda gunekaran e û êw ê wan paqij û pak bike. Tiştên ji avê hatine jî paqij û bihuştî ne, wek jiyan bi xwe jî muhtacî avê ye. Feylesofê yewnana qedîm Thales ( B.Î. 500-600) bingeha hebûnê ( arkhai) bi avê dide destpêkirin. Ev prensîba gerdûnî ye û hemû tiştên din bi kirasguhêrina avê derdikevin holê. Av derûdora dinyayê radipêçe û dinya li ser vê avê ye û hemû pewistiyên xwe jî vê avê digire, ger ev nebe, jiyan jî nabe (Weber, 1993:18). Av çawa destpêka jîyanê ye, herwisa kutabûna jiyanê jî dîsa bi avê dibe. Mirov wekî zarok wexta ku tê dinyayê tê şûştinê û wexta ku dimire dîsa tê şûştinê û paşê tê veşartinê. Herwisa wek edet li ser gorên wan av tê reşandinê. Vaftîz ayîneke xaçperesta ye û pitikên nûbûyî divê li dêrê, bi ava pîroz bên şûştin kû bibin xaçperez. Xelkê Mûsevî jî berî Îsa heman şêweyî diketin Çêmê Ûrdinê û bi destê pêxember Yahya ji gunehan dihatin paqij kirin. Dîsa xelkê Êzdî jî divê herin Lalîşê û pitikên xwe bi Ava Spî bişon û pîroz kin.

 

Çawa di destpêka jiyanê û hebûnê de, herwisa di nav zerdeştî, cihû, misilman, xiristiyan, bûdist, êzdî û gelek baweriyên qedîm de, dîsa di nav mîtolojiya hemû miletan de, di nav efsaneyan de av cihêk mihkem dagirtiye. Peywendiya avê bi sembolên wek zîya, masî, mar re jî heye. Wek kanî, çem, rûbar, gol û behr formeke mê û ya ku dizê û zêde dike bûye sembol û hatiye pîroz kirin. Av bûye xwedan û xwedavend. Wek mînak; Poseîdon xwedanê behran e û Anahîta jî xwedawendê avê û bereketê ye.

 

Av hêmaneke dermankirinê ye û ji bo dermankirina hin nexweşiyên nefsanî û hin jî yên rûhanî tê bikaranîn. Li Hîndistanê kesên nexweş her sal xwe berdidin nav çem û rûbaran. Nexweşan bi ava paqij dişon ku pak bibin. Hersal bi hezaran Hîndû ji bo ku qirêjên xwe yên derûnî û nefsanî derbibin, dikevin ava Ganjê û şênîyên Misira qedîm jî diketin ava Nîlê. Tê baverkirin ku, av hemû qirêjiyan, xirabiyan (fikr, kirin û karên xirab) û gunehan ewil dimije û paşê dişo û ji navê dibe. Herwisa xelkên cihû jî li çemê Ûrdinê xwe dişûştin ku gunehên xwe derbibin. Tê bawer kirin ku kesên gunehkar ger çil tas av li ser xwe de bike û xwe bişo ê bê bexşandin ango av bexşdar e. Helbet ev bawerî û ayîn, vedigere bi hezar salan ku wexta av xwedanek/xwedawendek bû û xelkê ew dihewand û nîyaz dikir. Av ji bo pakkirina gunehan hatîye bikaranîn. Li gor Heredot xelkên Îranê tu car bêhurmetî li kanî û çeman nekirine. “Di nav rûbareke de mîz kirin, tûf kirin an jî dest şûştin tu car nayê kirin û rê nadin ku kesekî/ê din jî vê yekê bike”( Heredot,1983: 66). Li gor Kazvînî Xwedan roja Newrozê can dide mirîyan, wan radike serpê û ferman dide ezmanan ku li ser wan de baranê bibarîne. Loma ji wê rojê de bûye edet ku xelk roja Newrozê avê derdoran direşînin(Eliade.2017:429). Herwisa êvara newrozê agir tên vêxistin û herkes xwe bi avê dişo û pak dike. Bi vî yekê tê bawerkirin ku sala bê, baranê têra xwe û zêdetir bibare.

 

Di Mezopotamyayê de av wekî sembola zanîn û serwextbûnê hatiye bikar anîn û tê de zanyariyeke bêser û bin hatiye qebûl kirin, nemaze ava zelal. Jixwe xwedanê avê Enkî (Ea) di heman wextê de peywendidar bû bi zanyarî, sêhr, huner û zeneatê re. Av kûrbûn, dûrbûn û hûrbûnê ifade dike û tiştên nepenî, xwedîesrar û bizehmet, bi saya avê ji hev tên derxistinê. Di kûrbûna avê de meriv dikare gelek zanyariyan bidest xe. Loma rêz û hurmeteke nedîtî ji bo avê hatiye pêşkêş kirin û mirovên qedîm av wekî pîroziyekî hebandine. Badihewa nîne babîlîyan navê “Mala Zanyariyê” lê kirine.

 

Li gor baweriyên xelkên Dogon û Bambarayan ku av toximek e (tov) ku dikeve nav erdê û erdê avis dike. Berewajî erdê hişk, bi xêra avê ku bi forma baran an jî berfê, çem, kanîyan, erdê şil dike û pê re nerm dike. Berê ewil ava hişk hebû, (dibe ku qeşa be û nepêkan be giyan lê hebe) ava şil di nav hêka kozmîk de destpê afirandina dinyayê kiriye ango ava şil jiyan ava kiriye. Ava hişk bê tebat bû wekî fikrekî bê hewldan di cihê xwe de bêliv bû. Bi hatina ava şil ev fikra hate ser zar û zimanan û wekî karekî derkete meydanê û hewldana berbiçav destpêkir. Jiyana mirovekî jî bi vî şîklî destpê dike. Ava nêr û mê li hev diqelibin û korpeleyek (embriyonekî) pêk tînin. Di dewrên qedîm de jinên kordûnde ji av û çeman dua dikirin ku zarokekî/ê bide wan çimkî av berhemdar e. Li gor Zerdeştîyan toximên Zerdeşt di nav golekê de tên hewandin û hema bêje heta 3000 hezar sal pişti mirina Zerdeşt, keçeke xama bi navê Vanghû-fedhrî ê bikeve golê û bi toximên wî avis be. Bi vê yekê Soaşyant ê kurê Zerdeşt ê bê rûyê dinê û dewra Ehrîmen heta hetayê biqelîne(Bilgin,1996:101).

 

Tê pejirandin ku av hêza hebûn û zêdebûnê û her wisa hêza berdayînê dinimîne û yekbûnê (nejihevbûyînê) temsîl dike. Tiştekî wekî “malzarokek e ku hemû toximan di hundirê xwe de dihewîne.” Di destpêk û axiriya çerxa kozmosê de av heye. Av kana jîyanê ye ku hemû şikl û forma di hundirê xwe de dihewîne, çavkaniya serwextbûnê û kemilandinê ye. Di kozmogonîyê de, di mîtosan de, di rîtûelan (ayîn) de û di nav îkonan de erka wê heman tişt e. Destpêka her motîvekê û rêberê afirandin û jîndayînê ye. Her dem bi hîvê re têkildar hatiye zanîn û av, jin û hîv berhemdayina mirovan û gerdûnê re tiştên herî pêwist hatine qebûl kirin. Av û jin berdewamiya jiyanê temsîl dikin û razên teybet di nav xwe de dihewînin.

 

Di hemû bawerî û kevneşopiyan de zayekî bi spîral, şeytanok, jin, av û masîyan re tê peywendîdar kirin. Hemû şil in û wekî malzarokê, toximan dikarin bihewînin. Berî ku hêmanên hişk çêbin hemû tişt bi avê pêk dihat û bere bere made hişk bûn û şikl û formên hişk girtin. Balkêş e, av, kanî, behr hemû zimanê kurdî de peyvên mê ne.

 

Kîmyager navê laşê mirovan yên ron danîne av. Ev para laş yê ron di derûnînasiya nûjen de wek sembola bêhemdiyê hatiye rawe kirin ango forma kesayetîyê ya bêgemûzîn, bêform, tebat, bêserûbin û wesfa mê…

 

Ji bo avê xwe gihana her derê pêkan e. Şile dibe berjêr dikişe, diherike û bi saya hûrbûna xwe dikare bikeve her zerreyê ku jiyanê bigehînê. Jê re tu asteng nîn in. Riya xwe vedike û diherike hemû xaneyên jiyanê. Dibe hilm, berjor hildikişe û tewli hewayê dibe. Piraniya hewa (atmosfer) ji gaza nîtrojen (%78) û oksîjenê (%21) pêk tê. Ava bi şeweya gas (hilm), bi tevgera atmosferê, dibe şile û ji ber erdkêşê, wekî baranê li ser erdê dibare. Carna jî hişk dibe û dibe qeşa. Dîsa av hemaneke giran e loma ji ber bandora erdkêşê her tim berjêr dikişe. Berevajî avê agir hêmaneke sivik e û berjor hildikişe. Şera di nav av û êgir de, hertim av serdikeve, çimkî giran e. Av aramî ye, lê agir bêaramî û xirabîyê, bênîzamîyê temsîl dike. Loma kal û bavan wexta ku tiştekî xirab pêk hatibe gotine ku “Xwedê tu avekê ser de kî” ku bila pirsgirêk zêde dirêj nebe û safî bîbe.

 

Piştî ku çandinî destpê kiriye û pêwistiya mirovan bi avdana zevî û bostanan bûye giringî û pîrozîya avê jî her çûye zêde bûye. Di qonaxa herî pêşîn de li ser erdê mirov gelek kêm û berevajî wê xwarin (Nebat û heywan, kêz, bihok) pir zêde bûn loma ne hewce bû mirov zêde hewl bidin bo xwarinê. Lê paşê bere bere hêjmara mirovan zêde bû û mirov ji bo pêwîstîyên xwarinê fêrî çandinîyê bûn. Ji bo ku berhemên çandiniyê bigihêjin av pewist bû û loma di dîrokê de çandinî û şaristanî kêleka çemên mezin peyda bûn(wekî mînak şaristaniya Mezrabotan(mezopotamya) di navbera çêmên dîcle û feratê de ava bûye, Şaristaniya Misirê, li kêleka çema Nîlê ava bûye). Em dikarin bibêjin ku avê çand û şarîstanî afirandiye. Loma kal û bavan jî gotine “Av heye, avayî heye” an jî “Av û avayî dinyayê şên dikin.”

 

Avên Şor û Şîrîn 

Di dinyayê de du cure av peyda dibin; yek şîrîn e, ya din jî şor e. Ger ava şîrîn nebe, jiyan jî nabe. Hemû zîndewerên wek; mirov, ajal, riwek (nebat), balinde bi ava şîrîn jiyana xwe didomînin. Ava şîrîn dinyayê şên dike, ya şor jî şînayîyê diqelîne. Di mîtolojiya Babilonyayê de ji bo ku gerdûn ava bibe, divê ku ejdeha Tîamat bi destê xwedan Mardûk bê kuştin. Ji ber ku Tîamat okyanûs ( ava şor) e. Xwedan Mardûk, Tîamatê dikuje, lê dike du par û dinyayê bi avê ava dike(Eliade,1991:29).

 

Di mîtolojiya Sumeran de sîmgeyên Apsû û Tîamat cih digirin. Apsû ava şîrîn e ku jiyan pê ava bûye û dinya li ser wê avê(oqyanûsê) tê û diçe. Tîamat jî cîh û warê cinawiran e ku ava(behra) tel û şor e. Li gor mîtosa Sumeran dinya bi hevketin û yekbûna Apsû û Tîamatê, ango bihev qelibîna ava şîrin û ava şor ava bûye. Hemû zîndewêr ji nav behra şor ku bi navê Tîamat tê zanîn peyda bûne. Di mîtosa Babîlîyan ya afirînê “Enûma Elîş”ê de tê gotin ku;

 

Li jor hêj ezman nehatine binavkirin

Li jêr hêj navê erdê nehatibû dayîn,

Kana wan ya herheyî Apsû,

Mûmû û dayika herkesî Tîamat,

Hêj avên xwe di kanikê de berhev dikir…

 

Di Quranê de jî behsa avên şor û şîrîn tên kirin. “Di navbera her du behran de sînorek heye ku her du jî wê sînorê nema derbas dibin”(55/20). Herdu behr ne yek in, ava yekê wexta tê vexwarinê şîrîn û xweş e, lê ya din şor û tehl e(35/12). Dîsa di Quranê de av hem hêmana jîyanê, hem jî kana zindîbûnê ye. “ Yên ku înkar dikin gelo nabînin ku wexta erd û ezman bi hev ve bû me wan ji hev cuda kir û hemû zîndewer ji avê afirand? Ma hûn dîsa bawer nakin?”(Enbîya; 30). Dîsa heman tişt di sureya Nûrê de jî derbas dibe; “Xwedê her zîndewêr ji avê afirand…”(Nûr, 45)

 

Li gor baweriyên Xaçparezan avên şor û yên şîrîn ji hev cuda ne. Ava şor cihên mar û cinawiran e loma wekî warê şeytanan hatîye zanîn. Berevajî vê, ava şîrîn ji bo vaftîzê tê bikaranîn û dermana can û ruhê mirovan e. Herwisa şeytan avên şîrîn ditirsin û nikarin tê de bihewin loma jî bo stara destê şeytanan mirov xwe avîtine ber bextê av û çeman. Av ji bo ji nû ve rabûna mirovan wekî amûrek hertim hatiye bikaranîn. Di Încila Yuhenna de jî behsa ji nû ve çêbûna mirovan tê kirin. Li vir behs ew e ku bi vaftîz, noqbûna bin avên pîroz, rojên pîroz an jî di salvegeran de xwekirina avê wek ji nû ve rabûna mirovan bûye rîtûele. Îsa dibêje “ku ger mirovek bixwaze di padîşahiya Xwedê de star be divê ji nû ve çêbibe”. Serekê cihûya Nîkodêmes ji Îsa dipirse: “Ma mirovekî ku pîr be çawa dikare jinûve çêbe? Ma dikare careke din bikeve malzaroka dîya xwe û çêbe?” Îsa bersiva wî dide: “Bi rastî, ez ji te re dibêjim, heta ku mirov ji avê û ruh çênebe nikare bikeve Padîşahiya Xwedê…” (Yuhenna 3;5), ( Încîl û Zebûr,2015:169).

Nobedarên Avê, Ejdeha-Zîya 

Di gelek efsaneyan de em rastî ejdehayan tên û ejdeha ango zîya jî ji ezmen wekî baran dadikeve erdê û em dibînin ku jiyana mirovan ango av-kaniyên wan, ji dest wan digirin û ji tirsa wan kes newêre biçe avê bîne. Rojekê mêrxasek li ser hespê xwe qesta avê-kaniyê dike û ejdeha dikuje. Promethûs çawa agir bin emrê xwedanan derxistîye û bedela canê xwe dîyarîya mirovan kirîye, gelek pelewan û lehengên mîtolojîk jî hemana dûyem av destê ejdeha, zîya an jî ruhên xirab derxistîne û pêşkêşî mirovan kirine. Wekî xwedan Îndra ejdehayê nobedarê avê têk dibe û heft çeman rizgar dike û dide bin emrê mirovan loma heman wextê de xwedawendê bereketê ye jî. Dîsa di mîtolojî û zargotina kurdan de jî wekî Rostemê Zal, Mirze Mihemed û gelek merxas û pêlewan jî ejdehayan re şer kirine ku avê ji destê wan derxînin û bigihînin xelkên belengaz ku ji tîbûnê ber mirinê ne.

 

Tofan; Noqbûna bin Avê û Vaftîz 

Yek jî sembolên pêwendiya wê bi avê re heye tofan û noqbûna bin avê ye. Bi vê noqbûnê re mirov, dinya, her tişt vediguheze forma xwe ya ewilîn ku paqij û bêguneh e. Noqbûna avê bi tofanê re hatiye sembolîzekirin ku piştî ku her tişt herimiye divê binav be, ango bimire û wekî pitikekî/e pak û paqij ji nav avê carek din derkeve ku ev jî ji nû ve jîyanê sembolîze dike. Li vir av peywireke kozmîk digire ser xwe û dibe riya paqijî û safîbûnê.

 

Av ruhan paqij dike. Ruhên xirab dikuje, ruhên pak jî silamet vedigerine war û cihên wan. Em dikarin bibêjin ku, li her derê dinyayê çîrokek hatiye sewirandin ji bo tofanê. Ji ber gunehên mirovan, Xwedê qehiriye û mirovan hatiye xezebê. Divê ev guneh û xirabî an ji mirovên rîya xirabiyê girtine bi cureyekî koka wan bên qelandin. Ji bo vê cureyî avên ezmîn hatine terxankirin û bi rojan baran bariye û her derê dinyayê di bin avê de maye. Di tofanê de navgîna tunekirinê “av” e. Ji ber ku bendeyên Xwedê rûyê xwe Jê guherîne bi vê yekê re helbet rûyê xwe ji qencî û pakîyê jî guherîne. Xwedê bi ava ezmanan berê ser wan daye, çawa bi avê afirandibû dîsa bi avê wan ji ber guneh û serhişkiya wan diqelîne. Dewsa wan, bendeyên nefspiçûk rûyê dinê zêde dike. Lê helbet ev ê jî zêde nedome û tofan ser tofana re ê bê û heya dinya ava be ew ê dor bi dor vegere. Çîrokên tofanê ji gelên arkaîk bigire heta bawerîyên ehlî kitêb di nav hemû miletan de li gor taybetiyên xwe hene. Behsa tofana ewil di destana Gilgamêş de tê kirin. Pîştî Sûmeran xelkê Yewnan jî tofanek bi destê Zeûs rakirine. Tofana herî bi nav û deng ya Nûh e. Avê her kes xeniqandiye lê belê Nûh û bawermendên wî û zîndewêrên bêhemd parastine. Tofan anjî noqbûna bin avê ne dawî ye, di heman wextê de vejînek e pak û paqij e. Çawa agir, av jî wekî pîvaneke gunehan û rastiyan jihev derdixe, hatiye zanîn û hatiye bikaranîn.

 

Tê bawerkirin ku ji ber gunehên kal û bavan zarokên nûbûyî jî bi gunêhên wan tên dinê. Ji ber vê yekê divê bên vaftîz kirin ku ava pîroz gunehên li ser wan safî bike. Hema bigirê di hemû dîn û baweriyan de rêûresmên wekî vaftîzê hene û ev rêûresm vedigerin serdema ewilîn. Vaftîz bi xêra avê, bi qeyde û rêûresman pejirandina xaçparezîyê, jêderbûna gunehan û kirên borî û emilandina jiyaneke pak û pîroz e. Di şarîstanîyên qedîm de dihat zanîn ku hêza avê ya paqîjkirina nefsanî û ruhanî heye û bi bandor e. Tê zanîn ku li Misirê dewrên qedîm zarokên nûbûyî hatine vaftîz kirin û dîsa li ser miriyan ji ava çema Nîlê hatiye reşandin. Di nav Xiristiyanan (file,fileh) de û berê wan jî di nav Cihûyan de “Vaftîz” ayîneke bivênevê bû û hêj jî wisa ye. Li gor Ezîz Yûhanna bi xêra vaftîzê ruhê mirovan aza dibin û ji gunehan der dibin. Dîsa li gor Ezîz Pavlos jî kesên ku ayîna vaftîzê de noqî avê dibin, dimirin û paşê ji nû ve tên dinê, ji kirin û fikrên berê pak dibin. Dibin merivekî nû. Mirov mirîye di avê de, laşê wî heliyaye, ji gunehên xwe hatiye parzûn kirin, avê ew şûştiye û biriqandiye û wekî formeke nû û pitikekî/ê bêguneh şunda şandiye dinyayê.

 

Ji bo jiyaneke herheyî divê mirov çend avan an jî pireyan derbas be. Pire rîya derbas bûna ser avên kûr û gurr re pêwist e. Ji bo gîhaştina dinya herheyî jî ruhên mirovan li ser wan pireyan derbas dibin. Li jêre av heye, ruhên xirab dikevinê lê ev av, dibin agir. Agir jî wek forma avê diherike û her tiştî dihelîne. Ev pire, li gor Avestayê “Cinveto Pireto” ye, li gor Quranê Sirat e. Şaman jî ji bo biçe dinyaya herheyî divê gelek çeman bi saya pireyan derbas be û ruhan bigihîne dinya herheyî (ya miriyan). Axir digihîje erdê sîberan ku “ava fireh” li wir e. Helbet av wekî neynikekî şiklê her tiştê raberî wan dike, ango ruhan di nav xwe de dihewîne û dide destê şamanan. Ev yeka razdariya wê derxistiye pêş.

 

Riataza 

 

[1] Sêr, mexlûqeteke ku dikare têkeve dilqê gelek tîşt û zîndeweran û mirova dixapîne û rîya wan dide şaşkirinê an jî, wan dîn dîke û axirî ew kesên ku sêr tûşî wan bûye, zêde najo dimirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev