Pîrozîya serokê FNDK Kinyazê Îbrahîm bo PDK

Pîrozîya serokê FNDK Kinyazê Îbrahîm bo PDK

Endamên birêz yên PDK!

Birêz Mesud Barzanî!

 

Pîrozîyên me yên ji dil û can bo Roja damezirandina Partîyê!

Partîya we PDK, ku ji alîyê rêberê efsuneyî yê gelê kurd Mustefa Barzanî da hatîye damezirandin, xwedî dîrokeke bi mêrxasîyan va dagirtî ye û li Îraqê û Herêma Kurdistanê roleke giring dilîze di hêla çareserkirina pirsa kurdan da. Haya me rind ji wan şehîdên partîyê hene, ku wê bo bidestxistina mafên gelê kurd dane û serê xwe ber bîranîna wan berjêr dikin.

PDK di karê derbazkirina Referanduma bona serxwebûna Kurdistanê roleke sereke lîst û ew nîşana dîyarkirina daxweza gelê me yê bi sedan salan bû.

Em bawer in, ku PDK wê roleke sereke bilîze di karê ji holê rakirina wan nelihevî û nerazîbûnan ku di nava hêzên sîyasî da hene û wê teqileke teze bide pêvajoyên întegrekirinê di nava tevgera kurdan ya netewî-rizgarkirinê da.

PDK bi karên xwe yên berbiçav va îzbat kirîye, ku dikare erkan hilde ser xwe û wana di rewşên here dijwar da pêk bîne.

Em ji We ra serketinê dixwezin di karê parastina mafên gelê kurd yên bingehîn da û ya sereke, ku xewn û xeyalên We yên bo azadîyê û serxwebûnê mîyaser bibin.

 

Birêz Mesud Barzanî!

Em We wek karmendekî xwedî qedir û qîmet, merivekî êgin û xwedî gotuna xwe nas dikin. We di nava gelek salan da serokatî li PDK kirîye. Hûn bi karê xwe yê bêhempa bona bidestxistina mafên gelê kurd layîqî hizkirina gel bûne û di erafê hemcihanê da hêjayî naskirinê û qedirgirtinê bûne.

Ew xebata mezin, ku bi serokatîya We hatîye kirinê, hêjayî hurmetgirtina here mezin e.

Em ji We ra tundurustîya here baş û serketinê dixwezin li ser riya We ya dijwar û astengan va dagirtî da.

 

Serokê FNDK, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev