SEMBOL Û HEBANDINA AVÊ DI ZARGOTINA KURDÎ DE -2

SEMBOL Û HEBANDINA AVÊ DI ZARGOTINA KURDÎ DE -2

Nivîskarê malpera me gotareke gelekî balkêş û bi kurmancîyeke

delal û zelal ji me ra şandîye. Ji ber dirêjbûna wê em nivîsê dikin 3 beşan û

3 rojan dû hev çap dikin. We duh beşa pêşin xwend, fermo, îro

beşa duduyan bixwînin. Beşa sisîyan, ango a dawî, emê sibê çap bikin.

 

Şemoyê Memê

 

Avil Heyat an jî Ava Heyatê

 

Di nav gelên qedîm de du cure av hatine pênase kirin; avên bilind û avên nizm. Avên bilind yên karîn û şiyana wan heye, yên nizm jî yên hatine afirandinê dinimînin. Wekî mînak, avên tofanê yên bilind in. Avên nizm tiştên nefsanî, avên bilind jî dinya manevî û ruhanî ifade dike. Helbet divê mirov ji bo rastî û xilasiyê ji avên bilind bigere û bibîne û vexwe ku bigihîje jiyaneke rasteqîn. Ev ava heyatê ye. Helbet ev semboleke ku zanînê û hîkmetê dinimîne.

 

Ava heyatê an jî abil heyat mîtolojîya hevpar a gelên rojhilata navîn e. Li gor bawerîyê, kesên ku vê avê destxin û bixwin heta hetayê dijîn. Lema ava heyatê herdem kela mirovan rakirîye û di dîrok û mîtolojîyê de em dibînîn ku gelek kes belesebeb pey vê avê ketine lê mixabin xên jî Xizir Xoce kesek negihîştîye vê avê. Ev av, di nav tarîstanîyê de veşartîye ku jê re ava zulumatê jî tê gotin. Kesên ku bikarin li zulumatê derbas bin dikarin ava heyatê firkin. Ev rîyeke gelekî çetin e. Ev tarîstanî a rast binyada xwe mitên Mezopotamyayê digirin ku li gor wê, ava heyatê di welatê binerdê (mirîyan) de ye ku ew der jî tarî û hişk e. Ava heyatê di destê xwedawend Ereşkigal de ye. Ew av, çawa li ser laşê Înanna/Îştara mirî hatîye reşandin, tavilê careki din can û ruh ketiye laşê wî û welatê miriyan rabûye derketîye. Helbet laş diçilmisin lê belê ruh naçilmise û jiyana herheyî benda ruh e. Divê bê avdan ku hertim geş û xweş be. Hema bêje hemû derê dinyayê edetek heye ku avê ser miriyan an jî li ser gorên wan de direşînîn. Xelkê Yewnana qedîm bawer dikirin ku mirî tî dibin û ji ber tîbûnê hundirê wan diqelîya. Kurd jî avê ser goran de valadikin û bi vê yekê ava pîştî mirina nefsanî, bi saya ava li dinyayê ango heyatê ruhê mirîyan ter û teze dikirin ku em dikarin bibêjin ku ev av jî, li ba mirîya ava heyatê ye.

 

Tê gotin ku Îskenderê Makedonî jî li pey vê avê ketîye lê nizanibûye gelo li ku dest xe. Rojekî ew û aşpêjê xwe ji artêşê diqetin û aşpêj diçe ser kanîyekê ku jê re masîyan bişo û bipijîne. Aşpêj rastî ecêbekî giran tê, gava ku masiyên bêcan avê dixe ku bişo, masi dilivin û tên ser hemdê xwe û pê re xwe davêjin avê û diçin. Bi vê yekê aşpêj fehm dike ku ev ava heyatê ye ku Îskender gelek wexte li wê digere. Tê bawerkirin ku aşpêj ji vê avê vedixwe û yekser diçe Îskender re qala vê kanîyê dike. Wexta ku vedigerin tên lê rastî tu kanîyan nayên. Hêrsa Îskender tê, dixwaze aşpêj bikuje lê dike-nake aşpêj namire. Îskender jî kerba xwe kevirekî stuyê wî girêdide û wî davêje behrê. Aşpêj di nav avê de dibe cinê avê û heta hetayê li wir dijî.

 

Motîva ava heyatê di edebîyata kurdî ya klasîk de jî di qesîde û xezelên Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî de jî gelek caran hatîye bikaranîn.

 

Di Avestayê de Av 

Di zerdeştîyê de piştî êgir, hêmana herî pîroz av e. Rêzgirtina li avê û firîşteyên parastina avê, di çavkanîyên Zerdeştî de bi avayekî berfireh hatîye destnîşan kirin. “Li gor Bundehişnê ku pirtûkeke pîroz a herî kevn ya Îranîyan e, av hêmana dûyemîn e ku Xweda afirandîye. Av pîştî afirandina ezmanan di maweya pencî rojan de hatîye edilandin û berpirsîyarîya wê di destê fîrîşte Hordad( Haurvatat) de ye(Yildirim,2008;25). Di avestayê de gelek beşan de pesnê avê tê dayîn. Jixwe, Zerdeşt ji Ahûra Mazda re eyan dike ku bi hurmet û rêzgirtî nêzî avên ku Wî afirandine dibe. Nabe ku kesekî/ê zerdeştî hebandibe, tifî avê bike an ji bimîze nav avê ku cirmê vê yekê pir giran e. Dîrokzan Heredotûs û yên devra wî jî ev yeka pirtûkên xwe de destnîşan kirine. Ahûra Mazda behsa afirandina avê dike û dibêje; “Ez Ahûra Mazda, min ew (afirand û) herikand ku, mal zêde bin, bajar zêdebin, bajarok zêde bin, welat zêdebin. Min ew bi hêza xwe ya zindewer herikand ku wan tişt û waran biparêze, wan xwedî derkeve, wan şên û geş bike… Wê wextê, Ey Spîtama Zerdeşt, Ardvî Sura Anahîta, ji Mazdayê Havênkar pêk hat. Milên Wî yên spî, bedew bûn û wekî navmilê hespeki stûr bû.( Arduî Sur Bano Yeşt, 6,7; Avesta,2012;371). Ey Spîtama Zerdeşt, gorîyekî pêşkêşî stara min Ardvî Sura Anahîta ya pîroz bike. Ji ber ku ew e, ya ku ji rîya Ahûra derneketî, ji Deavayan medçûyî, dermandar, ya ku zindîbûnê zêde dike, dewaran zêde dike, pêz zêde dike, mal-milk zêde dike, welatan zêde dike, li dinyaya ronik goriyan û duayan heq dike û milên wî digihîjin her derê( Avesta, 2012;372). Di ferwerdîn Yeştê de te gotin ku wexta ku Zerdeşt hate rûyê erdê û xwe nîşan da, mezin bû, pe ra av û nebat jî kêfxweş bûn û mezin bûn.( Yildirim; 2012: 201)

 

Li gor şedetiyên nivîskî û devkî di nav xelkê Îranî de, ji bo firîşteyên avê li kêleka kanîyan û çeman çal dihatin kolan û ji bo wan firîşteyan li ser van çalan qurban dihatin gorîkirin. Her çiqasî Zerdeşt gorîkirina zîndeweran qedexe kiribe jî, pîştî mirina wî ev kevneşopî dîsa rabûye ser pîyan. Ev şêwe rêûresmen rêzgirtina avê heta sedsala 5an û 6an berdevam kirine. Herwîsa av hêmanek bû ku di rêûresmên Zerdeştî de hertim dihat bikaranîn.

 

Li gor salnameya Zerdeştîyan navê meha heyştan ‘aban’ an go ‘av’ e (cotmeh) û roja dehan ya her mehan jî dîsa bi navê avê (aban) hatîye navkirin. Roja dehan ya meha heyştan “abanrûz” e û ev roj wekî cejn (abangan) dihat pîroz kirin. Herwisa Abangan firîşteya berpirsîyarê avê ye. Ev roj, roja xwedawendê av, çem, kanî, gol û behran, ya Anahîta ye. Wê rojê nemaze jin diçûn ber çem, kanî û behrê û ji xwedawendê avê re dua dikirin ku bext û mirazên wan bîne cî. Tê bawer kirin ku roja abanganê Ferîdûn, Dehhaq qeyd kirîye, herwisa pelewanê Îranê Zû heman rojê Efrasîyabê Tûranî erdê xwe derxistîye û bûye şahê Îranê.

 

Di Zerdeştîyê de du firîşte hene ku avê diparêzin ew Anahîta (Avangan) û Apamnapat in. Wateya Anahîtayê di Avestayê de saf, paqij û bêkêmasî ye. Anahîta av, bereket û delalîyê tê zanîn. Ew berpirsîyarê zindîbûna mirov û sewalan e. Wek jineke delal û pêsîr mezin hatîye sembolîzekirin. Di hin weneyên we yên sembolîk de av, ji pêsirên wê diherikin. Xwedawendên avan wekî tê dîtin jin în û ber û bereketê re têkildar in. Gelek navên wê hene Aredvî Sur Anahîta, Anahîta, Zuhre, Stêrka Şivanan. Nahîde yek jî navên wê ye. Di Avêstayê de Yeşta pencemîn bi navê “Aban Yeşt” li ser avê hatîye gotin ku di ser navê “Avanîyayîş” de Xwedawend Anahîta tê nîyaz kirin û pesnê wê tê dayîn. Ev nîyaz roja Avanganê li kêleka çem, kanî û cîhên avadan dihat xwendin. Herwisa di heman Yeştê de behsa lehengên Îrana qedîm tê kirin ku ji Anahîta lawa kirine ku gorîyên wan bipejirîne û wan bike xwedî kereman. Anahîta guh daye duayên Yîma, Hûşeng, Cemşîd, Ferîdûn, Gerşasp, Key Kavus, Key Xusrev û kerema xwe daye wan lêbelê guh nedaye Dehhaq, Efrasîyab û kerema xwe ji wan texsîr kîrîye. Ev kerem helbet hêzeke mezîn e û desthîlatdarîyê ji dide keremdana.

 

Xwedawendê avê gelek caran bi navê Aredvî Sur Anahîta tê bilêvkirin. Aredvî navê çemekî mîtolojîk e ku bi ava xwe ya gur û berhemdar derdora xwe şên û geş dike. Peyva Sur jixwe hêzê sembolîze dike, ango çemê gur, berhemdar û paqîj. Li gor Avestayê ev av, ji bihûştê dikele û hema bêje beranberî hemû avên li cihane ye û pîştî avdana heft welatan, dikişe nava behra Ferahkertê. Aredvîsur Anahîta di wateya çemê paqij, çemê boş û ava zelal de tê bikaranîn. Ew xwedawendê hemû avên cîhanê, di dema zerdûştîyê de jî çavkaniya hemû avên cîhanê û sembola bereketê bûye( K. Yîtîk & R. Çeper,2017; 25) Di Yeşt 5:4 de tê detnîşan kirin ku ew xwedî hezar çavikî û hezar covî ye. Av ji wir li dinyayê belav dibe û av di nava xwe de toximên mêran û malzaroka(rahîm) jinan û şîrê çîçîkên jinan zêde dike. Di Zerdeştîyê de roja daweta bûk û zavê de tasek av li serê bûkê dihat rijandin ku av, sura bereketa xwe bide bûkê jî, bila ducanî be, gelek zarokên wê bibin.

 

Bawerîya proto-kurd a xweda û xwedawendên avê di dema zerdûştîyê de bûye firîşteyên avê; van firîşteyan jî di roja me de wek cin û pêrîyên avê peresan derbas kiriye. Anku di çand û baweriyên gelek dewerên Kurdistanê de cin û pêriyên avê, peresana vê baweriya kevar e. Bawerîya ku cin û pêriyên avê hene û divê neyên nerehetkirin, anku neyên acizkirin li gelek dewerên Kurdistanê didome. ( K. Yîtîk & R. Çeper,2017; 177)

 

Cin û Pêriyên Avê 

Av, kanî, çem, robar û gol wekî cih û mekanên pêriyan jî hatiye qebûl kirin. Cin û pêrî bi malbatên xwe li nav kanî, çem, gol an jî behran de dijîn. Gelek efsane li ser cin, pêrî an jî pîrhevokên li çeman de dijîn hene. Dîsa tê bawer kirin ku hinek hêzên nepenî wekî cin û elk[1] nikarin ji çeman re derebas bibin lema kesên ku li derve rastî wan tên divê hewl bidin xwe ku berî ketina destê wan ji çemekê derbas bin ku xwe destê wan xilas kin.

 

Pêrîyên avê, kesên kû rîya xwe şaşdikin dikişînîn nav avê û wan dixenîqînin. Carcaran jî ev cin in û bi şiklê cûrbicûr xwe nîşan didin, wekî, simhespî û por û rûsorgewezî hatîne taswîr kirin. Kirên xwe yên xirab tên nasîn û zêdetir zarokên rîya xwe şaşkirî, dibin qurbanîyên wan. Di nav avên zelal de dihewin. Di nav bawerîyên kurdan de jî pêrî an jî cinên avê hene û xirabkir in.

 

Tê gotin kû xoretk bi navê Ehmed rojekê berêvarê li ser kaniya çîlgozeyê avê dadigre, nîşkeva ji kanîyê donzdeh pêrîyên delal peyda dibin. Bî reqs û eşq Ehmed dikin nav xwe û stranan dibejin. Ehmed herçiqasi dixwaze van biqete here mala xwe rê nadinê, axirê Ehmed destê wan difilite lê vê rojê şunda dîn dibe çola dikeve. Ev cin, carcaran dikevin kemîna mirovan û dibin bendeyên wan wekî bûka malê hemû kar û barên malê dikin. Rojekî wexta serçem çilşûştinê, ev cin û pîrheboka hatiye dîlgirtin, ji zarokekî an jî ji kesekî kû raza wê nizane dixwaze ku şûjîn an jî derzîya serê leçeka(laçik) /şara wê derxîne. Wexta kû ev tîşt tê derxîstîn êdî sêr betal dibe û cin an pîrhebok ji dilqê mirovan rizgar dibe û dikişe nava avê lê malbat û hevalên wê ji ber ku bîna mirovan kişîyayê, wê qebûl nakin û dikujin loma tê gotin kû xwîna wê ya sor ser avê dikeve. Car caran ji pêriyên avê wekî dilqe kevokan ji avê derdîkevin. Gelek efsaneyan de dibin kulfeta mêran û çend salan li mala wan dimînîn, zarokên wan çedibin û paşê dîsa bi zarokên xwe vedîgerin nava çem an behran.

 

Avên Pîroz 

Ava Spî li Lalîşê kanîyeke pîroz ya Êzdîyan e. Li gor baweriya Êzdîyan Xwedê merivê yekem Adem li Lalîşê afirandiye. Ji bo ku heriya wî bisitirê ava spî bikaranîye. Ev kaniya jî serkaniya hemû avên gerdûnê ye. Li gorî dabûnêrîtên ola Êzdîyan divê her Êzdîyek di emrê xwe de herî kêm carekê xwe bi Ava Kaniya Spî bişo û paqij bike. Her peyrewekî olî bi vî avî tên morkirin.

 

Ava Kewserê jî li gor bawerîyên kurdan kaniyeke/çemeke ku ji bihûştê dizê û diherike dinyayê. Ava kewserê ji şîr spîtîr û ji hingiv jî şîrintir e. Dora ava kewserê dur an jî zêran hatîye raxistin. Ev ava camerî û xweşbextîyê temsîl dike. Ava Kewserê diherike hewza kewserê û miriyên ku bêguneh ji pira siratê derbas bûne, ava vê hewza pîroz vedixwin, paşê derbasî bihuştê dibin. Lê kesên guhehkar jî wexta ser pira siratê re derbas dibin, ji nişkeva dişimitin bîra Gayya ku avên wê bîrê bêbinî ne, zulumat in û ruhên wan diherikîne dojehê.

 

Ava Zemzemê jî li ba Misilmanan pîroz e. Kesên ku diçin hec, wekî rîtuelekî gerek ava zemzemê bixwin û vegera xwe re kuzek av jî bibin cinarên xwe re. Wateya zemzemê, ava gur, ava bedawî ye. Li gor Tewratê, dîya Ismaîl, Hacer li çolê li beyabanê Mekkeyê bê av, mirinê re rû bi rû dimîne. Nişkeva milyaketek (Cebraîl) tê û cihekî nîşani wan dike ku bikolin û wexta ku dikolin av dikele û paşe ev ava dibe ava zemzemê. Tê bawerkirin ku ev av mirovan têr dike û tîna wan dişkêne. Cihê ev av jê peyda bûye ku navê wî Kabe ye, bi destê Pêxember Îbrahîm û Îsmaîl hatîye avakirin. Tê bawerkirin ku meha Muherremê, ava Zemzemê hemû çavkaniyên rûerdê dadigire.

 

Em dikarin Bîra Yûsif bînin bîra xwe. Ev ava bîrê jê re bûbû stargeh. Herwisa wekî çîroka Hacer û Îsmaîlê, mesela Hz. Eyyûp jî balkêş e. Eyyûb ji ber kotîbûna laşê xwe ji warê xwe hatibû qewirandin. Li beyabanê bi emr û nîşana Xwedê pîna xwe erdê dixe û avek ji wir dikele. Avê vedixwe û pê re vedireşe. Bi vê yekê ji nexweşî û kotîbûn jê diçe û vedigere forma xortaniya xwe. Li gor hin varyantan jî wexta xwe bi wê avê dişo birînên wî pak dibin. Çemê Nîlê jî Hz. Mûsa hebandibû û parastibû. Herwisa pêxember Yunis jî çil rojan di nav behrê û zikê masiyekê de hatibû parastin.

 

Motîva Hesp û Avê 

Poseîdon xwedayê av û behran e. Pegasûs hespekî mîtolojîk a bi per û bask e ku jixwe kurê Poseîdon e. Her çiqasî ji xwîna Medûsa çêbûye jî mena navê wî bi zimanê Yewnanîya kevn “Pege” bi kurdî “Jêderka avê” ye. Li ser çiyayê Helîkon cihê ku Pegasos simê xwe lêxistîye avek derketîye, navê vê çavkaniyê Hippokrene ye. Mena wê “kaniya hespan” e. Disa li gor bawerîyê cihe ku hespê avê simê xwe lêxe ew derê avek/kanîyek dizê ku ew av, ava heyate ye. Melayê Cizîrî di qesîdeyek xwe de pesnê Mîr Şerefxan daye û wiha dibêje;

 

Her derê ne’lê feres şubhet Boraqê vê kevit

Çeşmeyê heywan ji ew erdê mubarek fûrî bî

 

Tê bawer kirin ku hespê Mihemed pêxember Boraq jî şeva mîracê simên xwe li kijan dera hişk û ziwa bixista, tavilê li wir av jê diza û derdora dibû şinahî.

 

Ji avê an ji behran/golan derketina/peydabûna hespan motîveke berbelav e û di mitolojîya kurdan de jî herî zêde û baş xwe di hespê memê Alan “Bozê Rewan” de nîşan dide. Ev hespê derasayî ji avê peyda bûye, ango ruhê xwe canê xwe ji avê vergirtîye ku wekî avê ‘rewan’ e, diherîke. Dîsa tê bawer kirin ku hespê Rostemê Zal jî kurîya behrê ye û ji avê derketîye. Av jî qudretê tê û hesp jî qudretê tê û hesp parêzvanê avê ye.

 

Bûka Baranê

Baran wekî formeke avê ji bo jiyana giyaneweran bivênevê ye. Loma wexta ku baran nebare ji bo hemû zîndeweran xesma ji bo mirovan jiyan jî dikeve xetere yê, bêavî derî gelek bobelatan re nemaze nexwaşiyan re vedike. Ger baran nebare jiyan jî şîn nabe û diqele. Ji bo baran barandinê gelek rîtûel tên pêşkêş kirin. Gelê Kurd jî rîtûelekî dardixe ew jî “Bûka baranê” ye. Wexta ku hişkesalî zêde dajo û erd û zevî diqelin zarokên gund “bûka baranê” digerînin. Du daran wek xaçekî li hev ve girêdidin û cil û berg û pîne paçên jinan lêdikin û dişibînin bûkeke hişk bûyî, mirdar û pejmûrde ku hewceyî avê ye. Zarokên gund bûka baranê mal bi mal digerînin û kebaniya malê tasek av di ser bûka baranê de dike. Paşê hinek ard, anjî çend hêk an jî hinek rûn didin zarokan û ew jî bi wan destxistiyan diçin dikanê û xwe re hinek xurek dikirin û dikin şahî. Tê bawer kirin ku piştî gerandina bûka baranê, baran ê bibare. Helbet ev baweriyek û ayîneyeke gelek kevnare ye. Teknîkeke arkaîke ku dixwaze li ser xwezayê bandorekî pêk bîne û baranê bide barînê. Antropolog vê teknîke “sêra hestî”(duygusal büyü) binav dikin. A rast li van cure kiryaran daxwaz ji xwedawendê avê Anahîta tê kirin ku gelê xwe bêderman nehêle û avên xwe li ser wan de valabike. Carcaran jî tê bawerkirin ku ev cure rêûresm û kiryar, li ser xweza û xwedanên berpirsiyariya avê û baranê hukm dike û li ser ve hukmê teqez baran ê bibare.

 

Zargotinzanê Kurdan yên eyan Emîne Evdal jî destnîşan dike, “Bona di rojên hişkî da baran bê, êzdîyan “bûka baranê” çêdikirin Zarok ew bin dengê def û zurnê di nav gund da digerandin, ber her malekê disekinîn, ava di derdanê da ser bûkê da dikirin û yek ji zarokan digot:

 

“Baran, baran bibare,

Xêr û bereketê bîne bi xwe ra Ya Mamêreş,[2]

Baranê bîne bi xwe ra”.

 

Bi avê va girêdayî heyteholên dînî yên din jî hene. Di dema korlixîyê (hişkayî,hişkesalî) da, bona baran bibare, jin karê cot dikirin. Bona erd bereket be, jin baharan, di dema çandinîyê da diçûne deştê û av ser xwe da dikirin.”

 

Av, di Baweriyên Batil ên Kurdan de[3]

Mirov di xewna xwe de avê bibîne; dibêjin av ronahî ye, avayî ye, firehî ye. Ger mirov di xewna xwe de ava zelal bibîne; dibêjin ava zelal îman e yanî tê gotin, ku îmana mirovî temam e lê belê ava şêlû bibîne, ev tê wê maneyê, ku wê tiştekî xerab biqewime. Tê gotin divê meriv avê li êgir û hetûnê neke; lewra guneh e, ku mirov bi hêtûn û êgir de bimîze dibêjin ev guneheke hê mezintir e.

 

Gava zarokek avê birijîne û diya wî pê bixeyide, tê bawer kirin ku wê di wê malê de tiştek xerab biqewime, lazim e jinik bibêje “tiştek nabe, av ronayî ye.” Tê gotin meriv tûyu avê bike guneh e. Lewre dibêjin ku av ji rûyê pêxember e.

 

Tê gotin, meriv gava li ber avê (çem, gol, hed.) xwe tazî bike û lê belê xwe şil neke, wê mûyê hirça di hemû canê merivî de şîn were. Tê gotin heger meriv nezerî bibe, biçe di ser aveke heram re sê caran xwe hol bike piştîwê nezer êdî pûç dibe.

 

Gava yek nifirekê li yekî bike û nifira wê qebûl bibe û pê re cihekê wê xwar bibe wekî dev, stû, dest hwd., wê gavê dibêjin meriv biçe jinika ku nifir kiriye dest û nigê wê bişo û wê avê bîne li jinika ku nifir lê qewimiye, bike goya jinik pê baş dibe, û nifir ji ser radibe. Gava mirov ava dest û nigê jinikê tîne, divê xebera wê jê tunebe ku wê mirov bi wê avê çi bike.

 

Meriv gava ava germ dirijîne, divê meriv bibêje “bismîla!” Dibêjin heger meriv ewha nebêje an cin û pêrî an zarokên wan wê bişewitin. Bi şev ava kelandî birije erdê, dibêjin lazim e meriv bibêje “bismîla!” Heger meriv nebêje “bismîla!”, tê bawer kirin ku ava kelandî dirije ser zarokên cinan û cin jî bi merivî digirin. Her wisa tê gotin êvara înê meriv gava dike ku bi ava germ serê xwe bişo, divê ewilî bibêje “bismîla” û paşê avê li xwe bike. Dibêjin zarokên cinan êvara înê li çar hawîr dilîzin. Heger ava germ bi ser wan de birije, cin dê bi merivî bigirin.

 

Ji bo barandina baranê, ango avê, gelek baweriyên batil û sêran bikar tînin. Ji bo barandina baranê dua tê kirin car caran jî gundî kom dibin û ji bo duayê derdikevin çolê. Tê bawer kirin ku ger kincên xwe berevajî xwe bikin dua baranê, ê qebûl be. Biharê dema baran nebare gundî saqoyên xwe serejêr li xwe dikin û her yek dikeve newalekê û ji bo ku baran bibare dua dike. Tê gotin di heftikê nîsanê de dema ku baran dibare, meriv here ser xênî, serê xwe bilind bike, barana heftikê nîsanê li ser çavê merivî bixe, ew hem şîfa ye û hem jî meriv pê xweşik û ciwan dibe.

 

Wexta ku kesek diçe xeribiyê tê payîn ku zû û bi silametî vegere lema wexta birêkirinê kûzek av li pey tê reşandin û tê gotin ku wekî avê here û vegere. Av vegera bêdor jî temsîl dike û av herden bêsekin diherike.

 

Riataza

 

[1] Elk ; Aferînereke nepenî ye. Bela serê mihîna dibe û wan dibezîne. Bi tewrê jineke reş de ye û porê wî dirêj û gijik e. Her du memikên xwe yên dirêj li ser piyên xwe re davêje. Yê nêr re jî “Kawûs” tê gotin.

[2] Mamê Reş ruhê baranê ye.

[3] Me ji bo zanyariyên vê beşê herî zêde pirtûka Mustafa Gazî û Ahmed Bengîn ya bi navê “Baweriyên Batil ên Kurdan” sûd wergirt.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev