Xemgînî

Xemgînî

Eskerê Boyîk

Ez, wek nivskarekî vê civakê û evdekî bi emrê mezin ji bûyarên van rojan ku di nav Êzdiya da dest didin xemgîn û dilgiran im.
26-27 ê meha borî ji aliyê Binemala Mîra va, Mîrê Êzdîyan, ê nû Hazim Tehsîn Beg hate destnîșankirin. Ev çend roj in, dora vê biryarê, di nav hinek komên Êzdiyan da propagandake ne merîfet, kirêt û ne hêja tê meșandin.
Her tișt çarçova meqûltiyê da xweș e. Lê di vê kampanya heta niha jî berdewam da ne qedir maye, ne merîfet, ne xof û ne jî șerma Êzdîtayê.
Meydan ketîye destê geveze û zimandirêjan.
Ji 7 meha bêtir e, ku Mîr Tesîn Beg çûye rehma xwedê. Deshilatdarîya Herêma Kurdistanê tev gel, bi asteke bilind û layîq, bi gelemperî Mîr Tesîn Beg verê kirin. Tevaya Êzdiyan tevî wê mêrasîma maqûl ya xatirxwestinê bûn.
7 meh bû temamîya Êzdiyên cihanê hîvîya destnîșankirna Mîrê nû bûn. Çawa dihat xanê, Êzdîxanê bijartina Mîr hîștibûn hîvîya Binemala Mîra.
Me dît 26-27 ê Tîrmehê destnîșankirina Mîr ji aliyê Binemala Mîra va pêk hat. Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdîyan ê nû hat destnîșankirin.
Ciyê dilxweșîyê ye, ku bi rê û rizmê mîrtîyê û bîr-bawarîya êzdîyatyê, mîrantiya kekê Hazim LALIŞ a Nûranî da, bi ava Kaniya Sipî hat morkirin, bi cil û bergê mîrtîyê Mîrê nû derkete ber gel.
Kekê Hazim lawê rehmetîyê Mîr Tehsîn Beg e. Salê Mîr ê dawîyê ew wekîl û cîgirê wî bû. Mîr aminîya xwe bi wî tanî.
Ew di nav civaka Êzdiyên herêma Kurdistanê, dewleta Îraqê û gelek welatên cihanê da wek nûnerê Êzdiyan naskirî ye.
Femdarî ye, vê rewșa Êzdiya a giran da, destnîșankirina rêvebirekî weke Mîr wê nava gel da hinek gazin jî pêșda banîya.
Lê çi bû û niha jî berdewam e di nava tu çarçovê da cî nabe, gilî digihîje peyvên nemerîfet, bêhurmetkirinê, heta çêra…
Pey destnîșankirina Hazim ra hinek ciya “Mîrê“ xwe kivș kirin, hinek ciya jî hazirîya
kivșkirina “Mîrê” xwe ê nû dibînin, hinek Şêx jî bo Mîrtîyê navê xwe pêșnîyar dikin.
Gerekê bê gotin payê wan „rexnekara“ dunav in, serok û rêvebirên rêxistinên Êzdiyan in.
Ji axaftina rind xuya dike „rexnekar“ berdevk û kirêkirê kîjan hêzê, dewletê, civakê û rêxistinê ne. Kê pișt wan sekinîye û bi alîkarîya kê van çalakîyan pêk tînin. Meremê wan û xweyê wan Êzdîyatî û çareserkirina pirsgirêkên êzdîyatîyê nînin, dixwezin vê betifaqî û aloztiya li nav êzdiya da çêbûyî hê aloztir bikin, șerekî navxweyî li nav Êzdiya da çêkin, vî halê Êzdyayî giran ji bo meremê xwe kêr bînin, Êzdiyan ji welat, ax, netew û kûltûra wan biqetînin.
Ev kanpaniya qirêj xêncî zirarê û li nav cihanê da biçûkkirin û bêrûmetkirina êzdîtiyê tu karekî wê yê din nîne.
Baș, eger ew girûp qayîl nîbûn, Hazim Tehsin Beg dewsa bavê xwe rûnê, 7 meh ji wefata Mîr derbas bûye, bira ew girûp bicivyana (???) destnîșankirina Mîr hîvîya Binemala Mîra nehîștana, navekî din pêșda bidana…
Niha bi sedan rêxistinên Êzdiyan, partiya, mal-komele, Tv, radyo, facebook… û nizanim çi çê bûne (ji wan ra çê kirine)… Lê telebext ra serok û rêvebirên payê wanî pirê nikarin kêleka hev rûnên. Ji bo her rêxistinek bi destê dewletekê, hêzekê hatîye avakirin û ne bi kara êzdiyatîyê lê bi gotin û kara wan rêva diçe. Payê wanî pirê dijî hev in.
Di nav rêxistinên Êzdiya da șerê deshilatdarîyê ye.
Her kes dixweze li ser kelefê Şengalê ra bigihîje bilindayê, kursîyên hukumdarîyê.
Ez zanim li nav civaka Êzdiya da her tişt rast û durust nîne.
Ez zanim ev nivîsa min bi dilê geleka nîne, lê çi jî hebe bangî hemû Êzdiya dikim, kê kara êzdiyatîyê dixweze guh nedine geveze û șerletanan, nekevin nav van kampaniya dijî êzdatiyê ya qirêj.
Êzdî halekî pir giran da nin. Êzdî gerekê bi aqilayî ji vî halê giran derên.
Her alozîke wa halê Êzdiyan xirabtir dike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev