SEMBOL Û HEBANDINA AVÊ DI ZARGOTINA KURDÎ DE -3

SEMBOL Û HEBANDINA AVÊ DI ZARGOTINA KURDÎ DE -3

Nivîskarê malpera me gotareke gelekî balkêş û bi kurmancîyeke

delal û zelal ji me ra şandîye. Ji ber dirêjbûna wê em nivîsê dikin 3 beşan

û 3 rojan dû hev çap dikin. We duh û pêr beşên pêşin û duduyan xwendin,

fermo, îro beşa sisîyan, ango a dawî, bixwînin.

 

Şemoyê Memê

 

Li bal Kurdên Êzdî Hebandina Avê 

Pîrozbûna avê xwe dispêre serdemên arkaîk. Baweriya anîmîstîk a giyanê avê di nav proto-kurdan de hatîye jiyîn, bi peresaneke pir hindik gihaşyate roja me ye îro. Dîsa di mîtolojiya kurdan de kozmogonî (afirandina gerdûnê), teoganî ( afirandina xweda û xwedawendan), antropogonî (afirandina mirovan) sîtaveka xwe ya girîng li ser hişmendiya pîroziya avê kiriye. Di mîtolojî û olên kurdan ên wek mazdaî, mîtraî, zerdûştî, mazdekî, huremdînî, yaresanî û êzdîtî tevan de ev bawerî hebûna xwe cur bi cur domandiye (K. Yîtîk & R. Çeper, 2017;174).

 

Di nav hemû miletan de, xasma li nav miletê kurd de av û çavkanî cihên pîroz û razdar in. Tiştên ji avê tên jî pîroz û razdar in. Perwiz Cîhanî li ser avê ferhengokeke tematîk amade kiriye û di pêşgotinê de wiha dibêje; “Av li bal kurdan weke rojê tiştekî pîroz e û kurd ta niha jî bi avê sûnd dixon û li çarsemba sor da, ku kutatirîn çarşemba salê ye, kurd avê li kulek û bace û pencerên malên dost û nas û xizm û hevsûyên xwe da direşînin nav malê û ewê hindê karekî pîroz dizanin. Dema ku kesek li wê êvara çarşemba sor da avê li kuleka malekê ra li nav malê direşîne, xudanê malê dibêje; xudê we li ronahî yê xîne, xudê we bigehîne miraz û metlebên we. Av ronahî ye”

 

Li bal Êzdîyan berîya roavayê nîv saetî divê avê venexwin. Dibe ku kesê mirî vê avê vexwe. “Wan çaxan, bi gotina gotiyan, her zaroka tezemirî bi dorê tê ser kaniyê, wekî di dora xwe de avê bixwe. Wê çaxê, heke dê û bav, kal û pîrên wê zarokê xwe şaş bikin avê bixwin ew zarok ê rojê tî bimîne, lawo! Ango hesab bike wekî ava para wê xwarine” (Cindî, 2008:186). Dîsa Heciyê Cindî destnîşan dike, Kurdên Êzdî di cejna/eyda Xidirnebî de ku wê rojê sala teze destpê dike, diçin ser kaniyan avê tînin û di ser şêniyên malê û cî û nivînan de direşînin wekî wê salê tu keder neferên malê û hebûna malê nekeve (Cindî,2008;158).

 

Di vî beşî de nimûneyên herî zêde xebata Emîne Evdal a bi navê “Bawermendîyên Kurdên Êzdî” hatine ragirtin ku Têmûrê Xelîl ji zimanê Ermenî wergerandîye Kurdî. Bi navê “Hebandina Avê” beşek heye û pir jî balkêş e. Ev pirtûk sala 2006a li Ermenîstanê hatiye çapkirin. Em vê pirtûkê çend nimûneyan raxin ber çavê we.

 

Êzdî ser wê bawerîyê ne, ku di nava avê da, di çavkanîyan, çeman, behran û kanîyan da ruhên qenc û neqenc dijîn, yên ku dikarin ji avê derkevin, li dinyayê bigerin û paşê vegerine warên xwe. Heta niha jî Êzdî gava şev, ser çeman, kanîyan ra derbaz dibin, navê Melekê Taûs didin, bona ew wana biparêze.

 

Ji berê da jinên Êzdîyan di cejna Newrozê de ji kanîyên ziyaretî av dibirine malên xwe. Kanîyeke wisa li berpala çiyayê Elegezê (Aragasê) heye, ku dikeve başûrê gundê Korbilaxê navçeya Aparanê komara Ermenîstanê. Navê wê kanîyê ”Kanîya bawîyan” e. Êzdî ser wê bawerîyê bûn, ku di wê kanîyê da ruhên qenc hene, lema jî ava wê wek ava avilheyatî dihate hesibandin. Guneh bû, ku tûyî nav ava ziyaretî bikin, wê avê qirêj bikin.

 

Wisa xuya ye, ku hêza qenckirinê bi van avan ra hebûye, lema jî gel ew wek ziyaret parastîye û qîmet dayê. Nimûneyeke wê yekê ava kanîya Koroxlî ye, ku hemû cure nexweş diketine wê avê û qenc dibûn û xên ji wê ji wê avê dibirine malên xwe, ji wê avê direşandine ser cî û nivînên xwe bona ruhên neqenc nêzîkî wan nebin. Av direşandine goman û tewleyan jî bona pez û dewar nexweş nekevin. Gihanên çêlekan jî bi wê avê dişûştin bona şîr zêde bibe, av dikirine şikevan û embaran jî, bona bereket be.

 

Ew jinên ku şîrê bistanên wan kêm bû, ji wê avê li hingilên xwe dixistin. Ew av li çavên wan kesan dixistin, ku rind nedidîtin an jî di çavan da mehrûm bûn. Gorî dîndaran di nav wê avê da hêzek hebû, ku tesîra xwe li ser jîyana mirovan û heywîn dihêle û ew hêz dikare merivan qenc bike.

 

Kurd, Ermenî û Tirkên Dêrsimê jî bawerî bi avên medenî û kanîyan dianîn. Ava medenî ya Sovegsê ya herêma Dêrsimê, ji alîyê hemû miletan da dihate hebandinê. Êzdîyên herêma Dîgorê li qezaya Qersê gorî edetên xwe piştî çalkirina mirîyan sê roj derbaz dibû, mirî jin bûya, an mêr bûya, roja sisîyan diçûne ser mezel, xweyê mirî ji kanîya gund ya ziyaretî av vedixwer û nanê mirîyan bela dikir. Bal êzdîyên Dîgorê bi hebandina avê va girêdayî edetekî din jî hebûye, ku gelekî hewaskar e; malxwêyê malê an jî mêrekî malê piştî mirina kevanîya xwe gava carek din dizewicî, av direşande ser mezelê jina xwe ya berê. Gorî êzdîyan ew bona wê yekê dihate kirinê, ku kesên ji mirina jinikê tirsîyane, tirsa wan birevîne. Bi bawerîya me li vir ya here sereke ne ku firandin-revandina tirsê bû, lê ew yek bû jî, ku li wê dinyayê jî ruhê merivan gerekê bê av, nan û xurek nemîne.

 

Kurdên gundê Tillik navçeya Talînê 10-20ê adarê ji Ava Reş[1] derdanek av hildiçinîn û direşandine ser axa şovkirî bona, ekin bi bereket be. Yek ji kanîyên ziyaretî, ku binecîyên gundên dorê jê av hildiçinîn, di Vaspûrakanê da bû. Navê wê kanîyê ”Arkayûtyan axbyûr” (”Kanîya avilheyatî”) bû û ermenî, aşûrî û kurdên wira ew dihebandin.

Êzdî ku demeke dirêj bi ermenîyan ra mane, çem û kanîyên Ermenîstanê, avên avilheyatî hebandine û bona wê avê qurban dane. Miletzan (êtnograf) X. Samvêlyan derheqa hebandina çemên Ferat û Dicleyê da ha nivîsîye: ”Di nav wan bawermendîyan da hebandina çemên Ferat û Dicleyê cîyê pêşin digirin. Bona ermenî, tirk, kurd û aşûrîyên dor û berên wan çeman ava wan wek tiberk e” (Evdal, 2006:90).

 

Tê bawerkirin ku ruhê çem, rûbar û kanîyan heye. Wexta ku lehî radibû, dihat bawerkirin ku, bêhurmetî li wan av û çeman hatîye kirin loma kela wan tiji bûye, rabûne serpiya û ji xelkê hatine xezebê. Xilasiya ji xezebê dua û gorîkirina qurbana ye. Di sitirana “Mûrad tem e, teme” da tê gotinê:

 

“Çemê Mûradê tem e, tem e

Cinê wî rabûye, dua bikin pez ser jêkin,

Xwedê rehm e”

Gorî dîndarên êzdîyan di çeman û behran da hesp, mange, masî, teyrede û heywanên mayîn yên buhurtî dijîn, ku carna difirine ezmanan, merivan ji qezîyayê û belayê xilaz dikin û h.w.d.

Di folklora gel de ew heywan gelek caran mêrxasan dibine dinya heq bona ji wira ava avilheyatî bînin
Fikira ava avilheyatê mînanî têlekî sor ne tenê di bawermendîyên kurdan da, lê herwiha yên gelek miletan de derbaz dibin.

 

Mêrxasê hikyata kurdî ”Îskender” diçe serê dinyayê bona ava avilheyatî peyda bike, lê bi wî ra li hev nayê, ji ber ku rastî ruhên neqenc tê û bi eskerên xwe va niqoyî nava avê dibe, dixeniqe

 

Hebandina avê xwesma di romana ”Sê nêçîrvan” da geş xuya dibe. Gorî edetan li berpala çiyayê Nemrûtê, rex gundê Şîrînkoyê kanîyek hebûye bi navê ”Kanîya sipî”. Li wî gundî sê nêçîrvanên mêrxas hebûne. Rex kanîyê hergav kerîyên pêz diçêrîyan. Hersê nêçîrvan gelek caran diçûne rex wê kanîyê, ji kerîyê pêz beşek didane ber xwe dibirin gundê xwe, serjê dikirin û goştê wan di nav gundîyan da wekehev bela dikirin. Rojekê jî dema diçine ber kanîyê, yek ji nêçîrvanan dişimite, dikeve nava avê û ji hêrsan çêrî kanîyê û ruhberên di nav da dike. Di dema çêrkirinê pez destxweda betavedibin, lê ew bi xwe nexweş dikeve û destevala vedigere mal.

 

Av di Meselek û Metelokan de 

Av, jîyan, hebûn, malbat, malhebûn, bi avê re têkildar in. Av çawa sereka jiyanê û hebûnê ye, milletê Kurd av ser hertiştî re girtiye û wekî peyvên “avabûn”, “avahî”, “malavayî”, mal ava kirin, avadan kirin, qedrê wê bilind kiriye. Spasiya xwe bi avê, mala xwe jî dîsa hemana sereke bi avê aniye zimên. Ne tenê ax bi avê ango “avadan-abadan” bi avê berhem der hatine. Av û avayî dinya şên kirine. Li jêrê çend metelok û gotinên pêşiyan hatine rêzkirin. Me dest neda rastnivîsa wan ku reseniya gotinê biparêzin.

 

* Av ava ye

*Av agir vedisîne, xu agir avê venasîne?

* Av, agir cîkî ne.

* Ava boşbûn nîşana biharê ye.

* Av golê da genî dibe.

* Av dewsa nan nagire.

* Av dîwer va hilnakişe.

* Av dikeve xewê lê dijmin na.

* Av diçe beraş cîê xwe da dimîne.

* Av erdê dixemilîne.

 Xebat jî meriv.

* Av zelal tê elb sêlû dike.

* Av ku gur dibe, rya xwe dertê.

* Av ku da serî, çi buhustek, çi çar buhust.

* Av li ser xwerinê ye.

* Av li serê kanîyê şêlû dibe.

* Av li cî, kerem li cî.

* Av niqitk-niqitk kevir qul dike.

* Av orta wan zelal dike.

* Av orta wana ra naçe.

* Av rabû, deng bela bû.

* Av rya xwe zane.

* Av rya xwe unda nake.

* Av ruh dide, ruh distîne.

* Av serê kanîyê da şêlû dibe.

* Av tevizî, dîz derizî.

* Av temizaya gunda ne.

* Av tim rya xwe da diçe.

* Av û avayî dinyaê şên dikin.

* Av hevraz naçe

* Av heye, avayî heye

* Av heta şêlû nebe, zelal nabe.

* Av çiqas b’erê kêm be, navê wê bimîne b’er.

* Ava bêdeng bitirse.

* Ava bi pêl metirse, ava nerm bitirse.

* Ava bin kaê.

* Ava bin kaê,

 Kî niqo bû jê dernayê.

*Ava gur dikişe merîya naxeniqîne.

* Ava gur dîsa merî kare xwe kevirekî bigire.

* Ava nerm merîya xwe da unda dike.

* Avê bîne ji mesîla, jinê bîne ji esila.

* Avê bidî kevira kevirê jî şînbin.

* Avê gure-gure aşê nezana rast digere.

* Avê ji kanîkê dixwî bişekirîne.

* Avê kanîê dixwî kevir navêje ç’evîê.

* Avê kanîya çiqasî şîrin in, b’erê da şor dibin.

*Avê ser agira da kin,

 Êgir ser êgir nekin.

*Avê ser agirê tendûrê da nekin.

* Av disekine neyar nasekine.

* Av xew dike dijmin xew nake.

* Ava rê wê rijîya

* Ava hêdî-hêdî tê, ecev jê tê.

* Gul gul e, bêav diçilmise.

* Dara bêav belga nagire.

 

Encam 

Me dûr û dirêj di derheqê avê de gelek agahî dan serhev. Av destpêka emir, derbaskirina emir û dawîya emrê hemû zîndeweran de wekî hêmaneke sereke cih girtiye. Di jiyana rojane bigire, di nav bawerî, mîtolojî, çandinî, tendurustî, muzîk, derûnî, hete wêjeyê û gelek zanist û teknîkan de hatîye bikaranin. Bi vê yekê zêna mirovan ya sembolîk, serê pêşîn heta îro xemilandiye û mijûl kiriye. Carek hatiye av bûye xwedawend, carek hatiye bûye giyan, bûye rehmet, carek jî hatiye bûye zulim û tofan. Lê hertim ezîz bûye. Bûye neynik, tiştên nepenî eşkere kiriye, bûye derman him nexweşiyên laşî, him jî yên nefsanî re bûye îlaç. Carcaran jî bûye hevalê helbestvanê eyan Feqîyê Teyran û pê re axivîye. Helbesta xwe ya bi navê “Ey Av û Av” nivîsiye. Bi avê re dert û kulên xwe gotiye. Peyvên wî ro de çûne. Belkî ava çem xemên dilê wî digihîne dîlbera wî. Çîmkî av û çem navgîn în. Axirî em divê bibejin “ey av, mala te ava” ji bo hemû dayinên te. 

 

Çavkanî

Avesta, Zerdüştün Kutsal Metinleri (çev. Fahriye Adsay&Îbrahîm Bingöl), Weşanên Avesta, Stenbol

Bayezîdî M. M. ( 2012) Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, ( Lêkolîn, Jan Dost), Nûbihar, Stenbol

Bîlgîn; M. S. (1996) Aryan Mitolojisi, Weşanên Doz, Stenbol

Campbell, J. (1995) İlkel Mitoloji (Çev. Kudret Emiroğlu) İmge Kitabevi, Ankara

Celîl, C. & Celîl O.(2005), Mesele û Metelokên Gelê Kurd, Weşanên Enstîtuya Kurdzaniyê, Wîen

Cindî, H. (1985) Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, Akademiya Ulmayê YSS li Ermenistanê İnstituta

Rohilatzaniyê, Erêvan

Cindî, H. (2008) Hewarî, Weşanên Lîs, Stanbol

Cindî, H. (2014) Hikyatêd Cimeata Kurda III, Rûpel, Stenbol

Dumezîl, C. (2016) Mît ve Destan (çev. Alı Berktay), Yapi Kredi Yayinlari, İstanbul

Ebas Ferhad Topkanlû (2005); Bûka Baranê, Di nav Kovara ZENDê Havîn-Bihar 2015; Enstituya

 Kurdî ya Stenbolê.

Eliade, M. ( 1992) Kutsal ve Dindışı( çev. Mehmet Alî Kiliçbay), Gece Yayinlariî Istanbul

Eliade, M. (2017) Dinler Tarihine Giriş, ALFA yayinlari,Istanbul

Esinoğlu, B. (1996) Dinlerin Gizemi, Ceylan yayıncılık, İstanbul

Evdal, E. (2006) Bawermendîyên Kurdên Êzdî, Weşanxaneya Akadêmîya Zanyarî ya Komara Ermenîstanê,

Fars Mitolojisi Sözlüğü (2008) Nimet Yildirim, Kabalci yayinevi, Istanbul

Gezgin, D. (2016) Su Mitosları, Sel Yayıncılık, İstanbul

Încîl û Zebûr, (2015), Kitabı Mukaddes Şirketî, Istanbul.

İran Mitolojisi (2015) Nimet Yildirim, Pinhan Yayincilik, Istanbul

Kuran-i Kerîm ve Açiklamali Mealî (2007) Tûrkîye Dîyanet Vakfi yayinlari, Ankara

Kürt Mitolojisi I (1996) Cemşît Bender, Berfîn yayinlari, Stenbol

Mustafa Gazî, Ahmed Bengîn (2012) Baweriyên Batil ên Kurdan, Enstîtuya Kelepora Kurdî,

 Silêmanî

Pênc Kitêbêd Mûsa; (2010) Înstîtûta Wergerandina Kitêba Pîroz, Moskova

Suhrewerdî, F. (1998) Cin û pîrhevok, Di nav Kovara Warê, Hejmar 5-6, Stenbol

Yavuz, Muhsine H. (1993) Dîyarbakir Efsanelerî, Doruk Yayinlari,

Yitik, K.&Çeper, R. (2017) Ferhenga Mitolojiya Kurdi, Enstituya Kurdî ya Stenbolê.

 

Riataza

 

[1] Ava Reş çemeke li Ermenîstanê ku nave wî yê esilî Çemê Axûryan e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev