Xortekî reşik bi muzîka xwe dengê Kurdî li dinyayê belav dike!

Xortekî reşik bi muzîka xwe dengê Kurdî li dinyayê belav dike!

PeyamaKurd – Fenomenê medya civakî yê ji welatî Afrîkî Ganayê Jokah Tululu ku li bajarê Hamburg ê Almanyayê dijî, bi muzîka rapê û gotinên Kurdî dengê Kurdî bi dinyayê dide hisîn.

Xortê reşik ê Afrîkî Tululu ku muzîka rapê çêdike, herî dawî straneke xwe ya Kurdî – Almanî gotiye bi hezkarên xwe re parve kir.

Jokah Tululu, di vîdyoklîba xwe ya li ser YouTubeyê weşandiye de, rastî eleqeyeke mezin a guhdar û temaşevanan tê.

Vîdyoya Tululu heta niha ji aliyê bêhtirî 216 hezar kesan ve hatiye guhdarîkirin.

Ev xortê reşik ku bi Kurdî muzîka Rapê çêdike û Kurdî bi dinyayê dide nasîn, ji ciwanên Kurd ên bi muzîkên biyanî hunerê dikin dibe mînakeke gelekî girîng ku pêwîste ev helwesta wî ya hêja bandorê li ser wan bike.

Em hêvîdarin helwesta hunerî ya vî xortê reşik ku bi Kurdî distre, ji bo ciwanên Kurd jî bibe mînak û zimanê Kurdî di qada muzîkê de li cîhanê belav bikin.

records Source:http://www.peyamakurd.com/kurmanci/%C3%87and_%C3%BB_H%C3%BBner/xorteki-resik-bi-muzika-xwe-denge-kurdi-li-dinyaye-belav-dike?fbclid=IwAR0s_B2Y7xaXEQNMEMTkiyHa18Eqdtft0vR0-EHI1XhDe08XjYOtCNvUiI8

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev