Ji nimûneyên zargotina me – 192

Ji nimûneyên zargotina me – 192

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedheftêyî me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên li wir çapbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

XANÎYÊ KAWA MIN

Xanîyê kawa min ji xanîya mestiro,

Xanîyê dosta min ji xanîya mestiro,

Minê kêranekî ser rakirî serobino.

 

Kawê, heft xwezila li wî çaxî, wî zemanî,

Diya te xasîya mino,

Bavê te xezûrê mino.

 

De were, were,

Dosta min were.

 

Çemê Mûradê tê bi leze,

Gola ortê xûn-geveze,

Îsal heft sale

Min li bejina te hewase.

 

Wey Erezo, têyî çima qe nawestî,

Ava dorê bûye hestî,

De bera xadê dê û bavê minra qebûl neke,

Ezê girtime dame kotîyê mêrê melemestî,

De were, were,

Dosta min were. 

DE YAR, YAR, DE YAR, YAR

De yar, yar, de yar, yar,

Hîva gundê me bi kêre,

Kawa min derketîye derê malê li min dinhêre,

Tûncikeke zere qîçik –

Na welle şeş qol zêre.

 

De yar, yar, de yar, yar,

Hey gundîno, ez helyame,

Îro çile, lê-lê çil û çare –

Malê me danîne Qereyazê

Dewsa warê pare.

 

Keleş lawiko, derê malê nesekine,

Pintîyê mêrê min guhdare,

De gundîno, ez helyame,

Hey malîno, ez maşyame.

 

Îro çile, lê-lê çil û şeşe,

Malê me danîne Qereyaza xopan

Devê ava Reşe.

 

Gede lawiko, ez bi qurba –

Derê malê nesekine,

Kotîyê mêrê min kumreşe.

 

De yar, yar ez helyam,

De yar, yar ez maşyam.

 

DE YAR, YAR ŞÎRINÊ

De yar, yar şîrin şêxê,

Genim sor bû kete têxê,

De tu were zenda xweye morî mircan

Nede ber serê kurmê rêxê.

De yar, yar şîrin dostê.

De yar, yar şîrin şêxê.

Şîrin şêxê tu li balkonê

Jorîn digerî,

Dawa delme hilde bera nebe av û herî,

Welle serê vê paîzê –

Tu kuştina canê min digerî.

De yar, yar şîrin dostê.

Minê xanîkî şîrin şêxa xwera çêkirîye serî nerda,

Ezê rabim derîkî li ber xim ji kul û derda,

Xwezila ez kêleka şîrin şêxa xwe rûniştama têr xeverda,

Minê kirasekî şîrin şêxa xwera kirîye ji Ûçkilîsê,

Ezê bivim bidim ser derzîyê vê Tilbîsê,

Îsal serê maşoqê keçika Cercerîsê,

De yar, yar, yar şîrinê…

 

HEYLO DILO

Heylo dilo, heylo dilo, heylo dilo,

Xwelî li te be, tu maşoqê hemû dila nebe,

Maşoqê dilekî usa bibe,

Bira kara te hebe,

Zirara te tunebe.

 

Heylo dilo, darek hewşa meda heye,

Dar karçîne,

De bera kawa min rabe sêrî, dawşîne,

Herçê orta du dila, çar çevada

Xerab xeber bide –

Bera xêrê ji delalê dilê xwe nebîne.

 

Heylo dilo, xwelî li te be,

Tu maşoqê hemû dila nebe,

Maşoqê dilekî usa bibe,

Bira kara te hebe,

Zirara te tunebe.

 

Heylo dilo, darek hewşa meda heye,

Dar bi geze,

Kawa minê bera diçe-têye çiqa leze,

Herça orta du dila, çar çevada

Xerab xeber bide –

Bera ew tu cara nebîne mirazê teze.

 

Heylo dilo, xwelî li te be,

Tu maşoqê hemû dila nebe,

Maşoq dibî, poşman nebe,

Eger poşman dibî, kul nav te be.

 

CANÊ

Canê, canê, canê, canê, canê!

Canê, Rewanê ha ji me wêda,

Ezê orta sîng û berê kawa xwe dinhêrim,

Giştî xirtî-xalî bi nîşan serda pêda.

 

Canê, canê, canê, canê, canê!

Te li ser dînê ecemanê,

Sûrete sorin ji ramûsanê

Çeve belekin ji kildanê,

Deve-dirane şekirîne –

Ji xeverdanê,

Ezê orta sîng û berê kawa xwe dinhêrim,

Gişte xirte-xale bi nîşane ji tevdanê.

 

Kawê, Rewane bi yane,

Kawa mine kubar rabûye vê sivê –

Çevê xweye reş-belek kildane,

Ezê dikim herim ramûsanekê jê bixwezim,

De tu were pintîyê mêrayî li bale.

 

Canê, canê, canê, canê, canê!

Te li ser dînê ecemanê,

Sûrete sorin ji ramûsanê,

Çeve belekin ji kildanê,

Dev-dirane şekirîne –

Ji xeverdanê,

Ezê orta sîng û berê kawa xwe dinhêrim,

Gişke xirte-xale bi nîşane ji tevdanê.

 

* * *

Kanîya gundê me sarince,

Ser minra sekinî xortekî bi apince,

Min got – lawiko, ramûsanekê min keremke –

Êşa diranê tera gelekî qence.

 

Lawikê min vê sibê berjêr meşîya,

Qevza qemê karî bar bû ji ber kişîya,

Çevê min pêket, dilêm êşîya.

 

Lawkêm derket konê mezin,

Koloz xar kir, reben ezim,

Lawiko qurba, hergê cindî-bedewa dixwezî,

Were bivîne – yek jî ezim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev