Pakta Bexdadê: Şoreşa li Îraqê û destpêka diha sertbûna pirsa kurdan

Pakta Bexdadê: Şoreşa li Îraqê û destpêka diha sertbûna pirsa kurdan

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê Pakta Bexdadê: Şoreş li Îraqê û destpêka diha sertbûna pirsa kurdaamade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan. 

Ev berhema me ya 192an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 192

 

Di salên 50î da “şerê sar” li Rohilata Nêzîk serttir bû. Yekîtîya Sovyêt bi awakî aktîv piştgirîya şerê gelên ereb yê dijî dagîrkarîya Roavayê û Îzrayêlê dikir. Dewletên Roavayê jî wek bersîva wê yekê, hêvîya xwe danîbûne li ser desthilatdarîyên paşverû û konsêrvatîv yên herêmê, hewl didan wana bikine di nav bloka eskerî-sîyasî ya NATOê, ku Îngilîs û DAY amade kiribûn.

Piştî wê yekê, ku plana DAY û Îngilîs ya bona sazkirina qumandarîya Rohilata Navîn felişî, wana destpê kir blokeke eskerî-sîyasî ya usa amade bikin, ku endamên welata di nav wê da kêmtir bin. Sala 1954a peymana Tirkîyê-Pakîstanê hate girêdanê.

24ê sibatê sala 1955a pakta Bexdadê hate îmzekirinê, ku xênji Îraqê û Tirkîyê,- Îngilîs, Îran û Pakîstan jî ketine navê. Ew pakt piranî dijî YKSS û wan welatên Rohilata Nêzîk bû, li ku hêzên dijî Roavayê bi aktîvî kar dikirin. Ew yek him bi dokûmêntên paktê xuya dibe, him jî bi kar û emelên endamên wê va.

Çend xalên peymanê merî dikaribû bihesibanda wek yên dijî kurda. Wek mînak, di xala 1ê da hatibû nivîsarê, ku ew welat dikarin di nav hev da peymanên dualî jî girêdin. Bona şerkarîya dijî kurda, Tirkîyê sala 1946a da bi Îraqê ra peyman girêdabû; niha jî ewê dixwest peymaneke usa bi desthilatdarîya şah ya Îranê ra girêda.

Pakta Bexdadê Îraqê bi bloka Roavayê ra mithîm (qewîn) da girêdanê. Ew yek bi çend emelên praktîk yên “desthilatdarîya reş” va jî dihate xuyakirinê. Ji bo nimûnê, hukumeta Nûrî Sehîd bona xwe ber Îngilîs û hevalbendên wê xweş bike, eskerên Îraqê şandine Bahreynê bona derkevine himberî tevrabûnên dayîrên neftê, ku dijî Brîtanîyayê bûn. Di dema tevgera sê alî ya Îngilîs-Fransîyayê-Îzrayêlê ya dijî Misrê di meha çirîya paşin sala 1956a balafirên Îngilîs, ku li firegehên Îraqê da bûn, erqa Sûêzê bombebaran kirin.

Li Bexdadê milet rabû dijî pakta Bexdadê. Kurd jî tevî wê şerkarîyê bûn. Binecîyên Kurdistana Îraqê mîtîng, xwepêêşandin, xebathîştin dikirin, dew dikirin, ku Îraq ji pakta Bexdadê derkeve û hukumeta Nûrî Sehîd ji ser text bê avîtin. Di navçeyên der-dorê Dicleyê, Êrbîlê, Suleymanîyê da destbi serhildanên gundîyan bûn. Şervana bangawazîyeke bi îmza weke 10 hezar kesa amade kirin û dêlêgasyonek şandine Bexdadê. Wana di bangawazîya xwe da dew dikirin, ku xwelîyê û azayê bidne wan, hukumeta Nûrî Sehîd ji ser text bavêjin, Îraqê ji pakta Bexdadê derînin. Palên Kîrkûkê lûlên neftê û xanîyê konsûlxana Îngilîs teqandin. Li Mûsilê xwendevana bi awakî berk êrîşa li ser Misirê rexne kirin. Binaxkirina serekê tevgera kurda ya ji bo azadîyê, welatparêzê mezin Şêx Mehmûd Barzincî bû manîfêstasyona dijî hukumetê. Sala 1956a li Suleymanîyê mîtînga 20 hezarê hate derbazkirinê bin bangawazîyên: “Nûrî Sehîd ji ser hukum bavêjin!”, “Pakta Bexdadê ji me ra ne lazim e!”.

Rast e, piştî şikestina serhildana meha çirîya paşin sala 1956a gelek rêxistinên kurda yên dêmokratîk bi awakî surî kar dikirin, lê wana piştgirîya kar û barên hêzên Îraqê yên miletîyê-welatparêzîyê dikirin, ku di sibata sala 1957a da ew hemû rêxistin bûne yek û navê Pêşenîya Yekîtîya Miletîyê (PYM) li xwe kirin. Piştî sazbûna pêşenîyê, serokatîya PDK tam piştgirîya bername û karên wê kir û xebata xwe bi wê ra da koordînekirinê.

14ê tîrmehê (temûzê) sala 1958a ordîya şoreşger kete Bexdadê û desthilatdarîya qiralîyê li Îraqê ji holê rakir. Komara Îraqê hate îlankirinê. Serekwezîr û serleşkerê ordîyê Ebdil Kerîm Qasim bû serokê wê. Di nav wezîra da du kurd jî hebûn – Mehmûd Salih Mehmûd (wezîrê tundurustîyê) û Mustefa Elî (wezîrê edaletê). Serekbajarê Êrbîlê, ku ew jî kurd bû, kete di nav şêwra dewletê ya here bilind. Bi van kivşkirina va hukumetê nîşan dida, ku ew hazir e binecîyên kurd yên Komara Îraqê ra hesaba rûnê.

Piranîya gelê Îraqê – ereb û kurd, bi dil û can piştgirîya şoreşê kirin. Serketina şorişa temûzê bi dilê gelên kêmjimar yên mayîn – aşûrîya, ermenîya, turkmena (turkoman) jî bû. Ewana li ser wê hêvîyê bûn, ku şoreşê di nav pêwendîyên miletên Îraqê yên cuda-cuda da rûpêlekî nû veke. Nûnerên gelên kêmjimar keda xwe kirin di nav parastina destkeftîyên komara nû.

26ê tîrmehê sala 1958a konstîtûsîya (destûra) komara Îraqê ya wedelî (ser demekê) hate îlankirinê. Di wê dokûmêntê da cara pêşin di nav temamîya dîroka dewleta Îraqê da wekehevtîya gelên ereb û kurd dihate destnîşankirinê. Di xala 3a ya konstîtûsîyayê da dihate gotinê, ku ereb û kurd hevalbendên hev in û mafên wan di goveka Îraqa yekgirtî da bi konstîtûsîyayê tê kefîlkirinê. Pişt ra, dema ku partîa Bees û “Îstîqlal” ji nav PYM derketin, naskirina mafên kurda di bernama PYM ya nû da jî, ku gelek hatibû guhastinê, hate testîqkirinê. Pêşenîya Yekîtîya Miletîyê pirsdanîneke xwe ya here sereke ew yek hesab dikir, ku alî pêkanîna wekehevtîya kurda û ereba bikin, û herweha qedirê mafên “gelên biçûk” jî bigrin.

Hukumeta Îraqê çend kar û barên konkrêt kirin bona mafên kurda yên konstîtûsyon di jîyana rojane da bê pêkanînê. Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê îzin sitend di temamîya welêt da bi awakî eşkere kar û barê xwe bimeşîne. Rex wezîreta perwerdeyê dêpartamênta bona teşkîlkirina xebata xwendinê-ronahîdarîyê li Kurdistanê hate sazkirinê. Hatibû biryarkirinê, ku di dibistanên navçeyên kurda da xwendinê bi zimanê kurdî bidne derbazkirinê. Di destûra PYM da dihate gotinê, ku lazime di bernamên hemû ûnîvêrsîtê û dibistanên Îraqê da dersên derheqa dîrok û edebîyata kurdî, herweha zimanê kurdî jî hebin.

Hukumeta Qasim di destpêka karê xwe da ji bo xweşkirina rewşa xebatkara hinek tişt kir: buhayê xurekên, ku pir dihatine karanînê, daxist, roja xebatê ya 8-sehetê testîq kir, maeşê here nimz bilind kir û h.w.d. Herweha sîstêma bacsitendinê hate guhartinê, destbi amadekirina bernama agrarîyê ya nû kir.

Hilweşandina “desthilatdarîya reş” li Îraqê serketineke dîrokî bû, ku bi saya serê hewildanên hêzên welatparêz yên ereb, kurd û miletên mayîn hate pêkanînê. Lê şerkarîya gelê Îraqê bona ji bingehê va guhastina qeyde-qanûnên berê, warguhastinên di hêla civakî-aborî da bi hêsanî bi ser nediketin. Di wê pêvajoya sext da mêlkêşîya hêzên dêmokratîk û niştimanperwerîyê yên Kurdistanê roleke mezin dilîstin.

Sîyaseta hukumeta Qasim bere-bere gîhande wê yekê, ku pêwendîyên dîwanê bi hêzên kurda û ereba yên şoreşgerîyê-dêmokratîk ra hatine sertkirinê.

Qasim nikaribû hukumê hêzên çepê bendî tiştekî nehesibanda. Hukumeta wî hewl dida “wekehevtîyê” saz bike û ji bo serketina daxazên xwe tewlebazîyên sîyasî dikir. Qasim derheqa pirsa kurda da ji wekehevtîya di navbera ereba û kurda da zêdetir tiştekî din qebûl nedikir. Lê Partîya Komûnîstîyê ya Îraqê (PKÎ), PDK, Partîya Miletîyê-Dêmokratîyê (PMD) û rêxistinên gel yên mayîn, ku pirî-hindikî dikaribûn bi awakî aza û eşkere kar bikin, dew dikirin, ku prînsîpên şoreşa temûzê di jîyanê da bêne pêkanînê. Hukumet, ku tirsa hilweşîna desthilatdarîya eskerî ketibû dilê wê, derkete himberî hêzên dêmokratîk.

Di şertên nû da, gava îdî xetera ji der tunebû, dema dijberîyên civakî hatibûne sertkirinê û şerê çîna karkir xurttir bûbû, gava li Kurdistanê tevgera dêmokratîk bi hêz bûbû, ku daxazeke wan bidestxistina otonomîya miletîyê bû, hukumeta Qasim îdêya yekîtîya Îraqê derxiste meydanê û qesta wî ew bû, ku xebatkarên ereb û kurd gerekê dewa daxazên usa nekin, ku welat berbi perçebûnê dibe û îdî karkirina PKÎ û PDKê di nav gel da dida sînorkirinê.

Qasim û hukumeta wî di pirsa kurda da diha pir xwe li wê rê digirtin, ku ji bo destpêneketina yekîtîya Îraqê gerekê mafên kurda yên miletîyê bêne înkarkirinê. Lê dîsa jî, ew ne biryara dawî bû û hukumetê hewl dida hinek tiştên usa bike, ku bi dilê gelên ereb û kurda be, lê ew yek ne ji daxaza hukumetê bû, lê di wî karî da nav û hurmeta çend rêxistinên dêmokratîk rola xwe dilîstin. Gava 7ê çirîya paşin sala 1957a êrîş biribûne ser Qasim, ku wî bikujin, PDKê bi çend partîyên dêmokratîk yên mayîn ra tevayî ew emelê têrorîstîyê gunehkar kir. Bi vê yekê ra girêdayî hukumetê çend biryarên sîyasî qebûl kirin, di nav wan da yek jî qebûlkirina qanûna “derheqa partîya û rêxistina da” bû (1ê çileya paşin, sala 1960î). Piştî weşandina wê, rêxistinên kurda yên sîyasî têkstên bernameyên xwe eşkere kirin. Wek mînak, di platforma PDK da dihate gotinê, ku armanca partîyê ya sereke ew e, ku di nav goveka Îraqa yekgirtî da kurd otonomîyê bistînin. Û PDKê dixwest ew daxaza gelê kurd bi hevrakarkirina bi gelê ereb ra, bi hêzên wê yên pêşverû ra pêk bîne. Partîya amade bû bi aktîvî bi hukumeta Îraqê ra bikeve nava hevrakarkirinê, bi şertê ku di welêt da sîyaseta guhastinên pêşverû bê derbazkirinê û hukumet bi awakî berk derkeve himberî hêzên zordest li Kurdistanê û temamîya welêt, ji ber ku “otonomîya kurda tenê wî çaxî dikare bi ser keve, eger jîyana temamîya welêt bê dêmokratîkkirinê”.

PDK û PMDê destûra karkirina eşkere sitendin. Bona kivşkirina taktîka PDKê di şertên nû da û bona wê yekê, ku partîya gorî qanûna derheqa partîya da (5-10ê gulanê sala 1960î) “bikeve resmîyetê”, kongra PDKê civîya. Ew bin gazîya hevgirtina hêzên welêt yên welatparêz bona serxistina daxazên şoreşa temûzê hate derbazkirinê. Di kongreyê da hate îlankirinê, ku gelê kurd piştgirîya desthilatdarîya Qasim, ku di welêt da ya serkarîkir e, dike.

Di rûpelên prêssa rastê da miqaleyên usa dihatine çapkirinê, ku dijî naskirina wekehevtîya kurda û ereba bûn. Gelek cara miqaleyên lap dijî kurda derdiketin. Wek mînak, di wan da dihate gotinê, ku gerekê dêpartamênta ji bo pirsên Kurdistanê, ku di wezîreta perwerdeyê da hatîye vekirinê, bidne hildanê. Ew kampanîya xêrnexwaza kêfa kurda neşikênand û Komîtêya Navbendî ya PDKê di tebaxa sala 1960î da biryar qebûl kir, ku bi awakî heytehol 15 salîya serhildana kurda li Îraqê ya di salên 1943-1945a da bidne kivşkirinê, ku dijî desthilatdarîya qiralîyetê û împêrîyalîzma Îngilîs bû. Bi vê gava giring va PDKê dixwest bide xuyanîkirin, ku ewê virhada jî şerê ji bo bidestxistina mafê gelê xwe berdewam bike û ewê wek berê di riya mehkemkirina (qewînkirina) yekîtîya bi hêzên dêmokratîk da here.

Hema di wan dema da li welêt pey dêmokrata ketin. Di meha çirîya paşin sala 1960î dada (mehkema) berpirsyarê rojnama “Xebat”ê Îbrahîm Ahmed kirin bona weşandina miqalên “Gelê kurd”. Temamîya gunehê wî karmendê tevgera kurda yê bi nav û deng ew bû, ku ewî bersîveke cîwar dabû wan hêzên nasyonalîst yên bi bîr û bawerîyên rastê, yên ku ne tenê derdiketine dijî naskirina mafên kurda, lê herweha heyetîya (hebûna) gelê kurd jî înkar dikirin.

Di navçeyên Bexdadê, Mûsilê, Kîrkûkê û yên mayîn da cerdên têrorîstîyê hatibûne amadekirinê, yên ku gerekê ji heq-hesabên dêmokratên ereb û kurd bihatana der. Hukumetê her dema bahane digerîya bona pey dêmokrata bigere, zordestîyê li wan bike. Bahaneke usa ew tevgera dijî hukumetê bû, ku di adara sala 1959a li Mûsilê bû. Piştî du sala hukumeta Qasim zêrandina dêmokratên kurd û ereb xurttir kir: ji 58 merîya ra ceza dardakirinê derket, gelek ser demên dirêj hatine hebiskirinê. Gelê kurd rabû himberî wê zordestîyê. Ji 150 hezar kesî zêdetir îmzeyên xwe danîne bin wê bangawazîyê, ku ji hukumetê dew dikir cezayên dardakirinê hindava dêmokratên ereb û kurd rakin.

Dinya derkete dijî sîyaseta têrorê ya hindava welatparêzên Îraqê. Bin zordayîna gelên Îraqê û cihanê hukumeta Qasim mecbûr bû cezayên li ser gelek welatparêza rake, ew ceza tenê hindava 13 ereba û kurda ma.

Di dawîya sala 1960î sîyaseta dijî kurda ya hukumeta Qasim û dîwanên li cîya, bi awakî eşkere hate pêkanînê. Him li Bexdadê, him jî li bajarên mayîn da ecêb-nenere anîne serê endam û serkarên PDKê. Di wê rewşê da Mustefa Barzanî rastî Qasim hat. Serokê PDKê hewl da ewê rasthatinê bi kar bîne bona pêşîgirtina sertbûna nerazîbûna di navbera hukumetê û hêzên kurda yên dêmokratîk da. Lê hevraxeberdana sê sehetê ya Barzanî bi Qasim ra feyde nekir.

Kurda texmîn kir, ku ne lazime Barzanî virhada li Bexdadê bimîne, ji ber wê jî bi daxaza polîtbyûroya KN PDKê ew û serokên PDKê yên mayîn di meha çileya pêşin sala 1960î ji Bexdadê derketin û çûne Kurdistanê.

Di wan deman da li Kurdistana Tirkîyê jî rewş nerehet bû. Li wir berî welgerandina dewletê ya sala 1960î destpê kiribûn gelek ronakbîrên kurd ji hebsa aza dikirin, ku bi gunehkarîya “karê dijî berjewandîyên miletîyê” hatibûne girtinê. Lê gelek kurd hela di hebsa da bûn. Hela ser da jî, 31ê gulanê sala 1960î prêssa tirka miqaleke sênsasyon çap kir, li ku dihate gotinê, ku xudêgiravî dokûmêntên usa ketine destê Komîtêya Yekîtîya Miletîyê (KYM), ku nû hatibû ser hukum, li ku malûmatî hene derheqa wê yekê da, ku çend endamên Partîya Dêmokratîyê xwestine dewleta Kurdistan saz bikin. Dîwana nû li her dera destbi girtina kurda kir. Serokên Tirkîyê hewl didan bi mêtodên şerletanîyê problêma kurda çareser bikin, ji holê rakin, ji ber wê jî bi gunehkarîya ku tevî welgerandina dewletê bûne, 244 karmendên kurd hatine girtinê.

17ê çirîya pêşin sala 1960î Komîtêya Yekîtîya Miletîyê di ser qanûna xwe ya bin hejmara 2510 da (Qanûna derheqa mihecirîyê da) qanûna hejmara 105a jî zêde kir. Gorî wê, ew malên kurda yên ku şika hukumetê li ser wan hebû, bi awakî zorê ji cî û warên xwe dihatine raqetandinê û ew dişandine navçeyên Tirkîyê yên mayîn. Gorî qanûna 105a di çileya pêşin sala 1961ê da gelek malên kurda ji wilayetên rohilatê mihacirî roavayê kirin (Antalîyê, Îzmîrê, Bûrdûrê, Muxlê, Afyonê, Îspartayê, Manîsê, Denizlîyê).

27ê çirîya pêşin sala 1960î KYM qanûna hejmara 114a qebûl kir. Gorî wê ji ûnîvêrsîteyên welêt 147 profêsor û mamosta ji kar hatin avêtin û pareke wan bi wî gunehî dihate sûcdarkirinê, ku piştgirîya wî karî kirine, ku ji bo damezirandina Kurdistana serbixwe dihate kirinê.

Xênji van zordestîyan dîwana eskerî qanûnên usa qebûl dikirin, ku gerekê alî asîmîlekirina gelên bindest bikirana, di nav wan da kurda jî, wê li ser hişyarbûna wan ya di hêla xwenaskirinê da bibûna asteng.

Hema dû welgerandina dewletê ya sala 1960î ra kurda careke din destbi şerkarîya ji bo mafên miletê xwe kirin. Li rohilata welêt tevrabûnên partîzanîyê dibûn, ku propoganda Tirkîyê ya resmî navê “bandîtîzmê” lê kiribû.

Her diçû diha zef ronakbîrên milet di nav tevgera kurda da cî digirtin. Wana di nav gelê kurd da xebateke mezin dikirin di hêla xwenaskirinê, pêşketinê da. Ewana bi dijwarîke mezin destûr sitendin kovar û rojnamên xwe derxin. Rast e, ew demeke kurt derketin: carna çend meha carekê ronahî didîtin.

Him nûnerên kurda yên pêşverû, him jî yên tirka dew dikirin, ku temamîya jîyana aborî, civakî û çandî li rohilata Tirkîyê da bi kokê va bê guhastinê, ji bo rêformên agrarîyê bi lez bêne kirinê, ji bo mafên wekehev bidne kurda û gelên mayîn.

Şoreşa Îraqê ya 14ê tîrmehê sala 1958a tesîreke baş li ser karkirina Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê kir. Ewê li her dera beşên rêxistina xwe zêde kirin, yên heyî xurttir kirin, ewê heta sala 1959a xebata sîyasî ya aktîv di nav gel da derbaz kir, ew jî wê demê, ku cendirmeyan bi xurtî êrîş dibirine ser wana. Weke 250 endamên partîyê hatine girtinê, geleka ji wana ra ceza kuştinê derket. Lê ew cezyên hindava endamên PDKÎê da nehatine pêkanînê, ji ber ku di welatên dereke da tevgereke mezin tevrabûbû dijî wê yekê û dinyayê bi xurtî piştgirîya wan dikir.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev