Pirsa we û bersîva me – 141

Pirsa we û bersîva me – 141

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: Gelo tu dikarî bêjî ji van herdu cûreyan kîjan rast e? “ROJ BAŞ” AN “ROJBAŞ”?

 

Bersîv: Bikaranînên weke “roj baş, sihet xweş, dem şad, şev xweş” nabe mirov bi hev ve binivîse. Lewra ev bi hev ve jî bibin yek maneyê nadin ango ne peyvên hevedudanî ne.

Ev bikaranîn awayên kinkirina hin hevokan e.

 

mînak:

Roj baş!     –     Ango, “Roja te baş be!”

Sihet xweş!  –  Ango, “Siheta te xweş be!”

Mal ava!    –     Ango,  “Mala te ava be!”

 

Weke tê dîtin her yek bi serê xwe xwedîwate ye, yanî ne peyvên hevedudanî ne û bi hev re yek maneya tenê nadin. Îcar nabe bi hev ve werine nivîsandin.

 

Rojbaş! – Çewt e.

Roj baş! – Rast e.

 

Sihetxweş! – Çewt e.

Sihet xweş! – Rast e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev