
Helbesteke xweş bo kesên dibêjin
gencên me bi kurdî naxwînin û nanivîsin.
Hêvîdar im ew kesana ji fikirên xwe poşman bin.
Serpêhatiya min a sibha sersala 2019 an
Dawî anî li hejdehan
Sibha sersala nozdehan
Min taştê xwar çay jî di ser
Dû re dilî xwest geşt û ger
Çawa min kir qesta derî
Xanim peyda bû l’hemberî
Got : Zanim gava diçî der
Çûn heye qet nîne veger
Ji kerema xwe here rast
Ewil bîne qotîkek mast
Dû re te dil bi kû heye
Kerem ke rê li ber te ye
Ez derketim çûm rê bi rê
Çi karê mêst bû vê sirê ?
Li dikanê vekir derî
Li ber bû keçek rûperî
Min dest dirêj kir refa jor
Hilda mastê qepax bi sor
Digel mêst qolayek bi zer
Da kêlekê anî bi xwer
Ber bi kasê çûm gav bi gav
Pere dan keçka rûhetav
Ewê rindika çavreşik
Sar kir wechê min ê xweşik
Got : Bizan vê sersala nû
Navim li te tirş bikim rû
Duh ferman hat ji serkomar
Poşetan difroşîn îcar
Bîst û pênc qurûş e yek heb
Dixwazî bikirî eceb ?
Çawa bikolin gora min
B’rastî ewqas çû zora min
Sond dixwim bi navê Barî
Hirsa min ne j’temehkarî
Tişta belaş bes mabû ev
Li ser wê jî civyan bi hev
Ew kesên di wextek ‘ecûc
Li ser pişta me bûne ‘Ûc
Çi ye bi cêba xwe gidî ?
Dê kim reklama wan êdî
Got : Dizanim tu nerazî
Bibêj tu poşet dixwazî ?
Ji kerema xwe lez bike
Karê min pir ne hindik e
Rêzê de nin pir mişterî
Werimandin li min serî
Yek heb min rakir ne zêde
Mast û qola min xist tê de
Poşeta han teng bû hinek
Di rê de lê vebû kunek
Terp! Li erdê ket mastê min
Qola girêl bû l’ber pê min
Qotiya mêst şkest bû du al
Dê min çi bigota ya mal ?
Ji hirsa xwe yek heb rakir
Malik bi dest xwe xirakir
Çûm ber bi dikkan dûbare
Çi bikim qet nîne çare
Dîsa min rakir mastek nû
Li ser xiya bû destek tû
Xwe gihand kasa dotinê
Cardin cêb guvaşt qamkinê
Li min nêrî û bişirî
Got:Ma ne te hêj mast kirî
Ne qama xwarinê bû ev
Hêjan tu wenda bû l’ber çev
Min got : Ka meyze l’ber derî
Çawa pisîk bûne kerî
Saya serê te w poşetê
Ew jê hildidin lezzetê
Got : Çi bikim sûc nîne min
Ez wê dikim çi d’bêjne min
Min jî maf da wê rindikê
Bêdeng bo xwe li ser dikê
Hilda rakir du heb poşet
Vê carê çûm bi selamet
Ji hirsa yek bêxwedîkê
Du qat pere çûn j’berîkê
Çendî sebir tehl e bira
Daqurtîne wek şekira
Dawiya wê nehf û kar e
Berovajî her zirar e
A ha va ez li vir mînak
Dûr nenhêr ey çelengê çak
Foto: Yaqûb Kurmanc
Riataza