WATEYA GOTINA ”SÛFQUSANDIN”Ê

WATEYA GOTINA ”SÛFQUSANDIN”Ê

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Hin caran, hin biwêj, term û gotinên kurdî dema tên hişê meriv, ji nişka ve meriv xwe di nêv gerrîneka zeryaya Çanda Kurdî de dibîne û wek noqavan digere, her ku diçe meriv pêrgê tiştên jibîrkirî dibe.
Yek ji wan gotinan jî, gotina SÛFQUSANDINê ye ku îro bû babeta kurtenivîsa min.

Ev gotin ji bo çi û demên ku tê gotin, weha dikarim werbêj bikim:
. Dema kesek kar û kiryarên bêedebî dike û xelk pir jê zêvir dibe, kalek an pîrek dibêje: ”Ma kes tune ku sûfê wî biqusîne?”
Ev gotin, tenê ji bo zilaman tê gotin.

Ev gotin ji du peyvan hatiye holê: SÛF û QUSANDIN.
Peyva SÛFê erebî ye û ya QUSANDINê jî kurdî ye.

Di kurdî de QUSANDIN tenê ji bo birrîna por tê gotin.
Lê ji bo birrîna tiştên wek hirî, mû, pirç, tiftîk û pirtikan nayê gotin.
Ji van re jêkirin, birrîn, kurrkirin, pirtikandin, rûçikandin û jêkirin tê gotin.

Ji bo mûyên ku bi mirovan ve ne, ji yên serî re POR û ji yên dî re jî PIRÇ tê gotin.

Eger pirç, hinek hişkî tê de hebe, weke yê bizinan, ew jî MÛ tê gotin.
Çendî ku ji tayê serê meriv re MÛ tê gotin, ji giştiyê re POR tê gotin.
Ji tayekî tekî ji porê meriv ve, AVDE tê gotin.
Lê dema rengê sipî dikeve nava porê meriv, jê re DAV/Dahf tê gotin.
Dema tayek ji dûvê hespan tê jêkirin û ji bo girtina çivîk, kew û teyrikan tê bikaranîn, ji wê re DAVIK tê gotin.

Gelo sedem çi ye ku ev peyva erebî (sûf) ku navê hirîyê ye, xwe di vê gotina kurdî de bi cih kiriye?
Lê belê kes li şûna SÛFQUSANDINa ku wateya bêedebiyê dide, nabêje PORQUSANDIN, MÛQUSANDIN, PIRÇQUSANDIN û wekî din…

Di kurdî de çend gotinên dî jî ku eynî wateya SÛFQUSANDINê didin hene, weke KUTEK LI DEVÊ WÎ XIN, GUHÊ WÎ BIKIŞÎNIN, TIRSEK BIDINÊ, AWIREKÎ BIDINÊ û hwd.

Hêvîdar im ku ciwanên me, xasma jî yên ku li zanîngehan Beşa Kurdî dixwînin, li ser van gotinên watedar lêkolîn bikin û digel şiroveya wan biweşînin.
Lewra hêjî gelek kal û pîrên me hene ku van gotinan dizanin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev