—KOENDAMA HENASEYÊ—

—KOENDAMA HENASEYÊ—

Nivîseke kêrhatî ji malpera Biolojiya bi kurdî

Kurê Reşîd

 

Ji kerema xwe dest ji henasedanê berde! Gelo bê henasegirtinê tu dikarî demek dirêj bimînî? Hewl bike, bê ko henase bigirî, vê nivîsê heta dawî bixwîne.

Bi gelemperî mirov dikare herî zêde sê xulek bêhenasedanê bimîne. Heke mirov bixwaze jî nikare henasedana xwe bide sekinandinê, ji ber ko kontrola henasedanê di destê koendama demara xweyê de ye. Koendama demarî şev û roj, dema tu radizê an jî dema tu dixebitî henasegirtin û henasedanê didomîne. Mirov gava karê giran an jî werziş nake, serê xulekê 15-20 car henase werdigire.

Pêdiviya hemû xaneyên me bi enerjiya ATPyê heye. ATP di nav xaneyê de ji xurekên herisbûyî tê bi destxistin. Lê ji boy destxistina ATPyê, divê xurek bi gaza oksîjenê ve bikeve reaksiyonê. Loma li gel xurekan, divê hertim bi têra xwe oksîjen jî di xaneyê de hebe. Gava oksîjen xurekan têkdişkîne boy ATPyê, gaza karbona dîoksîd jî peyda dibe, lê ev gaz, gazek ziyanbexş e ji boy xane û şaneyên mirov, divê bi demildest ji laşê mirov bê dûrxistin.

Bi xebata koendama henaseyê oksîjen û karbona dîoksîd di navbera hewa û xaneyên laş de tê guhertin. Ango bi henasegirtinê oksîjen ji hewayê dikeve nav laş, bi henasedayînê, karbona dîoksîd ji laş ber bi hewa tê dûrxistin.

Riya oksîjenê ji derve hetanê xaneyan; dev û difin-gewrî-qirirk-borîhewa-liqên borîhewa-borîkên hewa-sikoldanok-mûlûleyên xwînê-xwîn-xane ye. Riya karbona dîoksîdê jî berevajiyê riya oksîjenê ye, ango ji xaneyan dest pê dike, di dev û difin (poz) de bi dawî tê.

Ezê jî îro şûn ve beş bi beş babetên koendama henaseyê bi we re par ve bikim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev