Nameyên evînî – 94

Nameyên evînî – 94

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Ez îro tiştên ecêb, lê rast fikirîm. Mirov di jîyanê da çi dike? Dixwe, vedixwe, radizê, kar dike, difikire, hez dike. Weke ku ev hemû karên min derbazî ser can û bedena Nura min bûne. Canê Nura min bo min bûne ode, ez li wir ji odeyekê derbazî odeyeke din dibim, xwerina xwe ji canê wê dixum, ez wan odeyan bi hezkirinê, bi evînê dixemilînim.
Ji bo hema bêje hemû mirovan ziman ji bo axavtinê û xwerinê ye, me ew kirîye aletekî evînê.


Belkî hinek bêjin we hemû jîyana xwe gelek teng kirîye, kesekî naxwezin bibînin, naxwezin herine mêvanîya tu kesî, we xwe asteng kirîye. Bersîva me bo wan ev e: -Xwedê jî wisa dijî…

 

¤¤¤

Fermo Xwedaya min;
Di jîyanê da gelek caran dibe, ku du kes li ser pirsekê li hev dikin, lê dikare wisa bibe, ku bi dehan, bi sedan kes dijî wê lihevkirinê derkevin. Wê demê ew du kes wê çi bikin? Dibe lava ji kesên din bikin, dibe şerê wan bikin, dibe hewil bidin herdu alî li hev bikin, dibe mesele here mehkemeyê jî. Dibe mesele bigihîje dengdanê an rêfêrêndûmê jî.


Lê dema du evîndar wek me li ser evîna xwe li hev bikin, wê demê ji kerema xwe bira tu kes ne şerê me bike, ne hewil bide em bi wan ra li hev bên, bo me ne dengdanê çêkin, ne jî rêfêrêndûmê derbaz bikin.


Eger em di wê pirsê da ber kesekê/î bersîvdar in, ew jî tenê diya te ye, ku dikare dijî evîna me be. Emê hewil bidin her tişt bi dilê diya te be. Emê jê ra bêjin mejû û aqilên me gotinên te qebûl dikin û hewil didin bi a te bikin. Lê biryara evîna me ne mejû û aqilên me didin, lê dil û ruhê me didin. Em jî bi wan nikarin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev