Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê

Di Serdema Navîn de Rewşa Felsefeyê

Ali Gurdilî

 

Di Serdema Navîn de wateya teqez (girîng) ne di gerdûnê de ye, lêbelê di yên ku ew afirandiye de ye û mirov, encax bi îmaneka xurt dikarin xwe bigihînin wê wateyê.

 

Xwedê afiranerê gerdûnê ye, yê ku cara yekem gerdûnê çêkiriye ew e û di heman demê de, mebesta wê ye jî.

 

Li gorî termînolojiya Arîstoperest, Xwedê him sedemê çalak (causa efficiens) û him jî, sedemê armancê ye. (causa finalis) Ji ber vê sebebê bi serê xwe tenê, qîmeta gerdûnê qet tune. Qîmeta wê, ji rêza duyem (talî) e.

 

Ew ji hêla gihêjtina armancê ve, di nav xwe de pergaleke hîyerarşîk û bi qedeme, nîşan dide. Ev pergal ji hêmanên binî ve dest pê dike, ji mirovî derbas dibe û heta xwe digihêjîne Xwedê.

 

Mirov li ser rûyê erdê, nûnerê Xwedê ye û rihê mirovî, di rewşa herî dawî de girêdayî Xwedê ye. Di vê xalê de felsefe weke zanyariyeke di gerdûnê de, li gor zanyariya ku pişta xwe daye îmanê, ji rêza duyem e.

 

Ew encax, li cem îman û teolojiyê, xwediyê erka ‘xulamtiya teolojiyê’ û ‘derbaseya odeya îmanê’ ye. Lê di dawiya serdemê de her çûye, felsefe rêya xwe ji teolojiyê cihê kiriye û ketiye rewşeka dijberê teolojiyê.

 

Di dawiya vê demajoyê de felsefeyê, berê xwe daye ‘xeta aqil’ û teolojiyê jî, berê xwe daye ‘xeta îmanê’ ku, di herî dawiyê de jî, dilêrîna ‘rastiya cotik’ derketiye holê.

 

Çavkanî: Fragmanên Felsefî – Ali Gurdilî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev