Ziman û Civak

Ziman û Civak

Yûnis Şêx Nasan

 

Ziman neynika civakê û jîngeha civakî ye ji ber ku guhertinên civakî bi xwe re guhertinên zimanî berhem dide; ziman di bin bandora civakê de dimîne, her wiha ziman hukariyê jî lê dike, Têkilî û pêwendiyên nêzîk û hevbeş di navbera ziman û civakê de hene. Her zimanek bi pêşketina civak û nirxên wê li pêş dikeve, her wiha, guhertina civakekê di bin bandorên hokarên têvel bi xwe re guhertina zimên jî tîne. Wekî din, reftar, rewişt, kiryarên di civakekê de hemû roleke pêwîst dilîzin di danûstandinên di navbera ziman û civakê de.

Li gor nêrîn û dîtina zimanzan Sapir Whorf dibêje ku nêrîna mirov ji jîngehê re dibe ku rahatî be bi zimên re, ango ziman li gor jîngehê tev digere û di bin bandora wê de dimîne. Her wiha, bandora civakê li ser zimên û rêgeha ku ziman xwe di jîngehê de dibîne û di bin bandora wê dimîne bi sê hokeran diyar dibe; jîngeha fîzîkî û xwezayî, jîngeha civakî, her wiha, nirxên civakê.

Hokera yekem: Jîngeha Fîzîkî û Xwezayî

Gelek mînak li ser bandora jîngeha xwezayî û fîzîkî li ser zimên hene bo nimûne, di inglîzî de tenê peyvek ji berfê re heye mîna kurdî û gelek zimanên din, lê li Eskîmo çendîn peyvên taybet ji cureyên berfê re hene wek berfa hûr, berfa hişk, berfa nerm ji ber ku Eskîmo tevda qeşa û berf e, lewra jî ji şêniyên Eskîmo re tiştekî bingehîn û girîng e ku kanibin cureyên berfê bi şêweyekî rêkûpêk ji hev du bi der xin. Her wiha, di beyar û çola ereban de çendîn bêje ji hêstir re hatine afirandin ji ber heman sedemê.

Bi heman şêwe çiqas peyv di jîngeha kurdî de ji cureyên perwane re hatine afirandin mîna perperok, pinpinîk, pêmpilîk, pêmpilîsk, pilpilûk, pirpirîk, pirpinîk, pirpirok ji ber ku jîngeha Kurdistanê xwezayeke bedew û rengîn bû. Her wisa, pir peyv ji cureyên xezal û gayîk re hene li ba zimanên Bakurê Skandinavya.

Hokera duyem : Jîngeha Civakî

Jîngeha civakî û binesaziya civakî dîsa bandora xwe li ser zimên û binasaziya peyvan nîşan dide.

Bo nimûne, sîstema avakirina malbatê û pêwendiyên civakî rolek girîng dilîze di sazkirina bêjeyên binemalî. Di înglîzî de gelek peyvên taybet bi endamên malbatê hene mîna kurdî û gelek zimanan de wek bavpîr, dapîr, bav, dayîk, jin, mêr, kur, keç, xwîşk, bra, nevî (nêr û mê ji hev du cuda ne: grandson / granddaughter/grandchildren). Bê gûman, cihêkirina hin zaravayên binemalî di civaka inglîzî de ne pêwîst bû, lewra wan cihên xwe di zimên de ne girtine wek ap, xal, mêrê metê û mêrê xaltîk bi yek peyv jê re dibêjen ( uncle) û ji met, xaltîk, amojinê û xalojinê re jî dibêjin ( aunt), her wiha ji pismam, dotmam, kurxal, qîzxal, lawê metê, keça metê, xaletî re jî ew bi yek peyv dibêjin ( cousin), Wekî din, di jîngeha civaka kurdî de hin peyv mîna xezûr, tî, xasû, gorm, paldûz, pismam, dotmam, xwerzî, brazî, bûk û zava jî peydabûne ji ber ku cudakirina wan pêwîst bû, lê belê hin peyv wek xal û xaltîk di civaka kurdî de tune bûn ji ber ku cihêkirina ap ji xal û met ji xaltîk ne pêwîst bû; ango kurdan brayê bav û brayê dayîkê wek hev dizanîn, her wisa ti ferq nedikirin di navbera xwişka bav û xwişka dayikê. Paşê bi bandora çanda ereban re ew herdu peyv “xal û xaltîk ” ketine civaka kurdî ji ber ku ew cudahî di civaka ereban de hebû. Lewma, di civaka kurdî de peyvên “dotmam û pismam” resen in ne wek kurxal/ keçxal, lawê metê, keça metê, kur xaltî û keçxaltî (xaletî).

Di hin zimanên kevnar û seretayî de mîna zimanê ustralî yê resen yek bêje “mama” li şûna bav, ap, mêrê matê û mêrê xaltîk digire, her wiha, “karna ” li şûna dayîk, xaltîk, met, amojinê, xalojinê digire ji ber ku di jîngeha civakî de wê hingê li ba wan tu cudahî di navbera endamên nêr yan mê yên ji heman nifşê ne pêwîst bû. Pêre bi derbasbûna demê re guhertinek civakî çêbû bi xwe re gurertina zimanî jî hanî di bin bandora ustraliyên îngilîzaxêv de man mîna guhertinên binemalî û civakî di zimanê rûsî de piştî şoreşa azadiya koleyan 1860, şerê cîhanê yê yekem û duyem. Berê malbatên rûsan mîna malbatên kurdan û gelek netewên din bi hev re di malekê de dijîn; hevgirtin û pêwendiyên civakî û binemalî pir xurt bûn. Bo nimûne, brayê jin bi peyvekê wek xezûr ( shurin) dihat zanîn, pêre ew bûye brayê jinê (brat zheny). Bi heman şêwe peyva jinbra (nevestka) ya bi xwe yek peyv bû li ba kurdan jî hatiye guhertin, li hin deveran ew mîna rûsî bûye jina birak (zhena brata).

Helbet ew cudahî di navbera peyvên binemalî û civakî yên berê pêwîst bûn nema niha pêwîst e ji ber pêşketin, guhertin û windabûna pêwendiyên civakî û malbatî. Niha navika malê ya biçûk avabûye ya berê binemal û malbat bû.

Hokera Siyem : Nirxên Civakê

Li kêleka jîngeh û binasaziya civakî, nirxên civakê jî bandora xwe li ser zimên dike. Ew jî di riya diyardeya peyvên qedexe re yên bi xwe bi reftar û rewşit û sincê mirov ve girêdayî ne. Peyvên qedexe ew peyvên hişk û ters ku di zimên de nayên gotin û nayên bikaranîn ji xêncî hin cih û helwestên taybet. Mêr wan peyvan bi giştî ji jinan pirtir bi kar tînin. Helbet, pileya bikaranîn û qedexebûna wan peyvan di civakekê de ne wek civakek dine, ew jî li gor yasa û zagonên olî û medenî yên li welatan hatine spandin.

Ew di gelek alav û dezgehên ragihandinê de jî qedexe ne çi rojavayî dibin û çi rojhilatî dibin. Peyvên qedexe piranî bi ol, bawerî, endamên zayendî, regez, dîmenên xwînî, sûndxwarin û xeberan ve têkildar in. Li vir jî reftar û rewşita zimanî bi pêşketin û guhertinên civakê ve girêdayî ne ango her civak pêş ket nirxên civakê jî pêş dikevin û qedexebûna zagon li ser peyvan sist dibe, radibe û asa dibe.

Li dawiyê, ziman diyardeyeke civakî û çandî ye. Bandora jîngeha suriştî û fîzîkî li ser zimên, her wiha, bandora civak û nirxên wê roleke pir girîng û sereke di guhertin û pêşketina zimanê me de dilîzin.

https://www.kurdistan24.net/ku/opinion/655fc08f-98ec-4e69-95f2-a569fb8eb798

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev