Belgeyên di dema şerê Rohilatê yê di salên 1853-1856 da -2

Belgeyên di dema şerê Rohilatê yê di salên 1853-1856 da -2

Me di 191 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê ”Belgeyên di dema şerê Rohilatê yê di salên 1853-1856 daraberî we bikin. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir du beşan. Beşa pêşin me heftêya buhurî çap kir. Kerem bikin, îro beşa duduyan bixwînin. 

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -193

 

Serdazêdekirina hejmara 10a

 

Nameya serekê desteya Êrîvanê ji bo serekê kurdên ji eşîra Heyderîyan Şêx Ubet

 

(Ji arşîva Okrûga Eskerî ya Herêma Kavkazê. Belgeya hejmar 213.

Nameyên cuda, ku ser navê giregirên kurda hatine şandin)

 

Şêx Ubêt! Ez dixwezim, ku di herêmê da rehetî û heqî hebe. Min dikaribû axa we kef-kûn bikira. Eskerên rûs di nav şêr da pir xurt in. Lê em bi binecîyên edilî ra şer nakin.

Min ber kurda pêşnîyar kir dostanîyê bikin. Min bihîstîye, ku tu serekekî aqilmend û heqî. Nehêle, ku kurdên bin destê te da talana bikin û xatirê milet kevin, ew ji çi dînî dibin, bira bibin. Ermenîya rehet bihêlin û herin karê xwe bikin. Wî çaxî emê dostên hev bin. Ez bi hêvî me, ku wê usa jî bibe.

 

Not: Nameyên hema bi wî awayî jî ji serekên kurda yên mayîn – Şêx Bekir, Heyder axa û Cangîr axa ra hatine şandin.

 

Serdazêdekirina hejmara 11a

 

Nameya serekê desteya Êrîvanê ji bo serekeşîrê kurda Derwêş beg

 

(Ji arşîva Okrûga Eskerî ya Herêma Kavkazê. Belgeya hejmar 213.

Nameyên cuda, ku ser navê giregirên kurda hatine şandin)

 

Birêz Derwêş beg!

 

Ez hîvî ji te dikim, di şerê me yê bi tirka ra, tev lê nebe, kurdên bin hukumê xwe ra bêje, bira rehet bisekinin. Eger hûn usa bikin, di dostanîya me da wê tu şik tunebe.

Cansaxîya te daxaza dilê min e û ez ji te benda bersîvekême.

 

Serdazêdekirina hejmara 12a

 

Nameya serekê desteya Êrîvanê ji bo serekeşîrê kurda Şêx Ebdila

 

(Ji arşîva Okrûga Eskerî ya Herêma Kavkazê. Belgeya hejmar 213.

Nameyên cuda, ku ser navê giregirên kurda hatine şandin)

 

Şêx Ebdila! Ez sipasîya te û birayên te dikim ji bo heqîya we. Tu piştgirîya binecîyên aş – ermenîyan dikî û bira Xwedê piştovanê te be. Em tenê rehetîya herêmê dixwezin û ji bo me ferq tune, ku gelên herêmê ji çi dînîne.

Cansaxîya te dixwezim.

 

Serdazêdekirina hejmara 13a

 

Nameya serekê desteya Êrîvanê ya ser navê kurdên Dîyadînê

 

(Ji arşîva Okrûga Eskerî ya Herêma Kavkazê. Belgeya hejmar 213.

Nameyên cuda, ku ser navê giregirên kurda hatine şandin)

 

Xelqên Dîyadînê! Rehet bisekinin, xatirê ermenîyan nekevin û vegerine warên xwe. Eger hûn usa bikin, em destê xwe nadine we.

 

Serdazêdekirina hejmara 14a

 

Nameya serekê desteya Êrîvanê ji bo serekê eşîra Celalî Mûsa axa

 

(Ji arşîva Okrûga Eskerî ya Herêma Kavkazê. Belgeya hejmar 213.

Nameyên cuda, ku ser navê giregirên kurda hatine şandin)

 

Ez destûrê didime Mûsa axa, ku bi eşîra xwe ya Celalî ra tevayî vegerine warên xwe yên berê û eger ew poşman bibin û rehet bisekinin û soz bidin, ku wê dizîyê û talana nekin, wî çaxî ez soz didim, ku piştgirîya we bikim.

 

Serdazêdekirina hejmara 15a

 

Nameya serekê kurdên ser sînor ji bo serhing Xrêşçatîk

 

(Ji arşîva Okrûga Eskerî ya Herêma Kavkazê. Belgeya hejmar 213.

Nameyên cuda, ku ser navê giregirên kurda hatine şandin)

 

Piştî ku em bi we û Cefer axa ra rûniştin, me nameya we sitend û mala we ava. Mişîr paşa sê cara berbirî me bûye bona em eskera bidine wî, lê me ne dayê. Pişt ra ewî eskerên, ku li Qaqizmanê bûn, ser me da şandin û di pevçûna me bi wan ra merivekî me hate kuştinê. Lê çi ku derheqa teterên Arşlînê da ne, me tu cara zor li wan ne kirîye û ez hazir im daxazên te û Cefer axa pêk bînim. Û ez hîvî dikim, ku bawerîya xwe bi gotinên Heso bînin.

 

(Li ser namê mora serekeşîr Serhing heye).

 

Serdazêdekirina hejmara 16a

 

Nameya mîrlaw Dolgorûkov ji bo gênêral Mûravyêv ya 6ê nîsanê sala 1855a, hejmar 163.

 

(Ji cilda 11a ya Aktî arxêografîçêskoy komîssîî)

 

Min pirsyarkirina we ya 21ê adarê ya hejmara 79a derheqa rewşa pêwendîyên me bi kurdên Tirkîyê ra sitend.

Ez ser wê bawerîyê me, ku em gerekê vir hada jî wan pêwendîyan berdewam bikin. Wana îdî hinek alîkarîya me kirine, rê li ber êrîşên kesên hov yên li ser sînorên me, girtine. Armanca me wê wî çaxî tam bê sêrî, dema kurd tam tewqê xwe ji hukumeta Tirkîyê bibirin, bona bikaribin di şerê zûtirekê da alî eskerên me bikin. Ez hîvîdar im, ku hûn hukumê xwe bi kar bînin, ber pera nekevin bona serketina karê me û ezê derheqa rewşa me û kar û barê me da we hertim agahdar bikim.

 

Serdazêdekirina hejmara 17a

 

Bangawazîya gênêral Mûravyêv ya 26ê gulanê sala 1855a berbi hemwelatîyên Tirkîyê

 

(Ji cilda 11a ya Aktî arxêografîçêskoy komîssîî)

 

Bi daxaza Padşayê minî Mezin ez bi eskerên bin destê xwe va ketime axa Tirkîyê û ez dixwazim ji we ra – binecîyên Qersê û hemû paşalixîyên Anatolîyayê ra bêjim, ku eskerên rûsa, ku tenê ji bo dijminên xwe bêwijdan in, wê bi dilekî qenc berbirî wan binecîyên edilî bibin, eger ew di malên xwe da bimînin, serê xwe bikine ber xwe û karê xwe yê malê û malhebûnê bikin.

Nimûneya sala par ber çevê we ye. Wî çaxî, dema dengê topa dihat, binecîyên senceqa Şûregelê karê xwe va mijûl bûn, ji ber wê jî ziyan ne gihîşte wan.

Bira tirsa we ji tu tiştî tunebe. Tu kes wê destê xwe nede mal û milkên we, ji bo jîyana we û neferên malên we tu xeter tune û ezê her mecala bi kar bînim bona we ji destdirêjaya û zordestîya dûr bixim.

Daxaza Padşayê min yê Mezin bi vî awayî ye.

Ew hemû binecîyên am û tam, ku malên xwe da bimînin, wê bi destî serekên xwe lîsteyên parastinê bistînin û bi wan lîsteyan ewê bin parastin û bandûra eskerên Rûsîyayê da bin, ku fêr bûne bi merivhizî alîkarîya binecîyên edilî bikin.

 

Serdazêdekirina hejmara 18a

 

Bangawazîya gênêral Mûravyêv ya 16ê hezîranê sala 1855a berbi hemwelatîyên Tirkîyê

 

(Ji cilda 11a ya Aktî arxêografîçêskoy komîssîî)

 

Du salên şerê bi xwîn ji we ra bûne ders, ku qîmetê bidine wan kesan, ku we ew nav dikirin wek parastvanên xwe, û wan kesan, ku heta niha jî we mecbûr dikin navê dijmin li wan bikin.

Niha hûn zanin, ku binecîyên we di nav axa bin destê rûsa da aş û bê xeter dijîn û heta zileke zevîyên we jî bin simên hespên me da nehatine pêpeskirinê (binpêkirinê). Û hûn wê jî zanin, ku Stembolê çi bac danîbû ser we, çi zordestî li we dikir, çawa mal û milkên we ji xwe ra belaş dibir.

Ew kesên, ku serokatîyê li we dikin, gunehê xwe li we naynin, û ew tiştekî ecêb nîne: -Kê serokatîyê li eskerên we dike? Ew kesên ji welatên dereke ne, ku hemwelatîyên wan berî wan dane, ji welatê wan derxistine. Ji wan ra perê we lazim in, lê ne ku rehetîya we.

Gava berî 22 salan xayîntîyê bîn li Sultan Mehmûd teng kir, dema Muhemmed Elî paşayê devbixwîn gef lê dixwer, ku wê paytextê wî zevt bike, lê dostên we yên niha – îngilîs û firansiz Stembol û mîrata zarokên Osman qurbana wî kirin, dema Tirkîya ji dest diçû û gişk jî bi dilsarî li jihevçûna wê mêze dikirin,- kê destê alîkarîyê dirêjî we kir? Dijminê xirabîyan û neheqîyan Împêrator Nîkolayê rehmetî! Ewî emirî li ser eskerên xwe kir ji behrê derbaz bibin û bi sîngê xwe Stembolê biparêzin. Hûn zanin, ku ew alîkarî we ji xezayê da xilazkirinê. Wî çaxî her kesî didît, ku yekîtîya bi Rûsîyayê ra, ya ji dil û can, dikare ji bo gelê Tirkîyê bibe dîreka bi amin û qewîn. Eskerên me Stembol rizgar kirin û Împêratorê Mezin dikaribû ji ber wê camêrîyê tiştek bixwasta. Lê Padşayê Mezin bi dostîyê ra bazar ne dikir. Ewî gelek şehîd dan û gelek pere jî xerc kirin bona rizgarkirina hevalbenda xwe û tenê wî çexî eskerên xwe ji wira kişandin, dema xeter ji ser Stembolê rabûbû. Piştî ewqas tiştî gelo îzina Tirkîyê hebû hindava gotinên Împêratorê Mezin da şikber be? Lê Sultan Mehmûd mir û piştî 20 salan, ku eskerên me Stembol parastibûn, di Şêwra Sultan Ebdul Mecîd da merivên dilsax an jî kursîhiz peyda bûn, ku ji bo wan menfaeta şexsî ser rehetîya welatê wan ra bûn. Wana dostên cêribandî înkar kirin û derên xwe ber dijmina vekirin. Her merivekî hişê wî li sêrî bi awakî zelal dibîne, ku çima usan e. Kî bal we fermana dide? Îngilîs û Fransa! Kî wan fermana pêk tîne? Musulman! Dema paşa, ku merivekî navdar e, bi eskerên xwe ra tevayî li cîkî usa bisekine, ku çawîşekî fransiz jî bi eskerên xwe va li wir be,- kê fermanê dide? Çawîşê fransiz! Lê ew kesên ji der va hatine û her tişt xistine bin destê xwe, îdî bi fermana tenê razî nabin, ewana bi darê zorê we mecbûr dikin daxaza wana pêk bînin.

Wana Stembol xistîye bin destê xwe. Eskerên welatên dereke dor li Qesira Sultan girtine. Ewana ji navê Sultanê we serokatîyê li we dikin û hûn jî bê hemdî xwe wana wek hevalbend bi nav dikin, lê di rastîyê da wana dest danîye ser axa we.

Çevên xwe vekin, ser hişê xweda werin, binihêrin, kê dijminê we ye û kê dostê we ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev