
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûheftêduduyan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend stiranên gelêrî yên evîndarîyê raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Kulmalê
Wey kulmalê, me zozanê bilind hafa deştê
Xelqê têlî delal xwe da bara, kilda meşkê!
Wey kulmalê, were ramûsanekê nefsa canê min xe
Tê diçî welatê xerîba
Bira şûşenga dilê min û te neşikê
Got: Ahmedê Samson, 35 salî, nîvxwendî, ji gundê Kelekûtê Jorîn, li ser nehîya Talînê.
Lê eman
Lê eman
Axayo, ezê Şam-Heleb, Dîyarbekirê gerîyame, goveka dinê
Zozanê mala Gulî Cewar axa sorbûne, xal ketinê
Xelqê sibê zû bext û recayê xwe dixweze Xwedayê xwe
Ez merûma Xwedê sibê zû bextê xwe dixwezim ji mala Şero, vê Torinê.
Lê eman, lê eman!
Ez Besoma, kulîlka berbi rome
Ezê par vî çaxî delalîya dilê
Donzdeh hezar malê eşîretê bûm
Îsal pêra ber dilika ber dilê Sincanê bi Telome.
Lê eman, lê eman!
Axayo, tu bi xwe kî, xwe Xwedê kî
Tê pirakê orta me û çemê Payêda ha li çêkî
Qeyd û çîdarê lingê Sincanî Telo zevayê teze vekî.
Qeydê ta giranin, zincîrê ta dêşînin
Tê her heft birangê min –
Elîyê Geltûrî, Uzêrî Qurmo bi dewsê kî
Lê eman, lê eman!
Axayo, çemê Payê halê dilê minra têye dimilmilî
De wê ade-ade dora Wana şewitî difilitî
Xelqê ketîye derdê mal û halê dinya gewrik
Ez merûma Xwedê ketime derdê Sincanê Telo, xwe vî dilî
Lê eman, lê eman!
Got: Wezîrê Eşo, 22 salî, xwendkarê Ûnîvêrsîtêta dewletê ya Yêrêvanê.
Lo axayo
Lo axayo, lo axayo
Tu bi xwe kî, bi Xwedê kî
Tuyê pirakê ji min û Sincanê Telora ser çemê Payê çêkî.
Edvalo, ez bextê teme
Qeyd û zincîrê te giranin
Tê situyê Sincanê Telo, Ezêrê Qurto
Her heft birangê min bigirî –
Dewsêkî.
Lê eman, lê eman.
Lo axayo, lo axayo
Îşev şev hîverone
Di konê reşî erebîda çira dişuxule mûm û done
Evdal axa, ez bextê tedame
Qeyd û zincîrê te giranin
Tuyê situyê Sincanê Telo derxî.
Tilî-pêçîyê mine polmermûdîne
Li ser sitûnê pêş mala te qerimîne
Lê eman, lê eman.
Lo axayo, lo axayo
Çemê Payê tê gurre-gurre
Ezê ber ketime:
Ne qame, ne buhure!
Evdalo, bextê teme
Qeyd û zincîrê te giranin
Tuyê situyê Sincanê Telo derxî
Heku situyê Sincanê Telo dibire
Lê eman, lê eman!
Lo axayo, lo axayo
Ez Besome, ez Besome
Kulîka ber bi rome
Ez delala dilê Sincanê Telome
Lê eman, lê eman.
Got: Fêrîkê Ûsiv, 20 salî, xwendkarê Înstîtûta pêdagogîyêye ser navê X. Abovyan li Yêrêvanê.
Seyrana Melle Mûsa
De yo, yo, yo, yo, yo, de yo, yo!
Êlê Seyranê, minê bi xulama te wan dev û lêvê şekirî, wê gotinê.
Memikê Seyrana Melle Mûsa hatine çarsûyê, bazarê kirînê û firotinê.
Erê, Seyranê, ewran ezmanê nîsanê ringe-ringe.
Seyrana Melle Mûsa mêkut hildabû, çûbû dor konî singe
De bira mala xweyê kon û singî şewitî be
Ser hev gerîyayî be
Mêkutê firî bû gûzeka lingê
Seyrana Melle Mûsa ketibû
Xirxalê lingê Seyrana Melle Mûsa şikênandibû.
Minê xirxalê lingê Seyrana Melle Mûsa hildaye
Ezê çûme Erzuruma şewitî
Serê serekbaşîya, qûmbaşîya gerîya bûm
Minê go serekbaşîya, qûmbaşîya:
“Tu bi xwe kî, bi Xwedê kî
Tê xirxalê lingê Seyrana Melle Mûsa tê pak çêkî
Tê xirxalê lingê Seyrana Melle Mûsa nedî ser hors û çakûç û sindîyane
Tê xirxalê lingê Seyrana Melle Mûsa çêkî bi pudîya, bi lêvane
Herkê hûnê pirsa temam ji min dipirsin
Bahayê xirxalê lingê Seyrana Melle Mûsa revonge
Jê revongê hespa kihêlane
Na welle, ga û cotê kotanane
Na welle, naxirê çar-pênc sal tarsanane
Na welle kerî-sûrîyê mîyê ser kodanane
Na welle, xercê heft sala êlane
Bavo, welle nayê, bille nayê
Seyrana Melle Mûsa sond xwerîye
Bi heft quranê, bi meshebê, bi kitêba
Hersê qesem sondê Xwedê
Dikim-nakim Seyrana Melle Mûsa minra nayê.
Bahayê lingê wê qeynderê devane
Heft kode şîre şîrê ji teyrane
Bavo, welle nayê, bille nayê
Seyrana Melle Mûsa minra nayê.
Manûkê fileyo
Rabe zurna reşbelek ji mal derîne
Defa mezin hilîne
Li ber derê mala bavê Seyrana Melle Mûsa bisekine
Çend çomaxa li defa hewarê xîne
Milê xwe bi milê Seyrana Melle Mûsa xîne
Seyrana Melle Mûsa, helalbe ji canê te
Seyrana Melle Mûsa bi kêf , henek, laqirdîya ji xwera mal derîne.
Got: Morofê Emo, ji gundê Sûsizê, alîyê Qersê, 50 salî, niha Tbîlîsîyêda dimîne, dergevane.
20.04.1940. Tbîlîsî.
Wêne: Yaqûb Kurmanc
Riataza