Pirsa we û bersîva me – 142

Pirsa we û bersîva me – 142

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Fermo, Nura Şane bersîveke bêhempa amade kirîye:

 

Pirsa Bedranê Miko û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Min bihîstîye, ku hinek taybetmendîyên xwerinên di roja Cejina Newrozê da dixun hene. Lê bihîstin tiştek e, zanibûn tiştek din e.

Gelo hûn dikarin vê pirsê ronî bikin?

 

Bersîv:Yek ji edetên kevinare, ku bi cejina Newrozê va girêdayî ye, ew amadekirina sifreya xwerinê ye. Li ser maseyê pir caran sifreya di rengê sor da radixin, û li ser wê xênji gelek tametîskan gerekê sinîyeke ji heft nemetan bi ahawê taybet xemilandî hebe, ku hemû jî bi herfa “s” destpê dibin.

 

Ji bo nimûne, ew dikare sebze be – hebê nên yê tifiqî, ku sîmvola daxuliqandinê, nûkirina jîyanê ye; dikare sencek – cidde be, ku berê darên ji belgên zirav e, dikare sinc be, ku dişibe zeytûna mezin, ku sîmvola evînê ye; dikare saman be – cûreyekî hewleyê yê taybet e; dikare sîr be – ku sîmvola cansaxîyê ye; dikare sirke be – sîmvola emirê dirêj û sebirê; dikare sêv be – sîmvola bedewîyê û ciwanîyê; dikare simaq be – sîmvola tavê û serketina qencîyê himberî xirabîyê; dikare simbil be, ku sîmvola dewlemendîyê, hebûnê û gulvedanê ye, an jî dikarin tiştên din bin.

 

Li jêr şiroveya çend gotinan e, ku bi herfa “s” destpê dikin:

 

Sebze – kulîlkên nûbişkivî yên şîn yên genim an jî nîskê, sîmvola nûkirina jîyanê ya buharê, ku her kes di cejinê da datîne ser maseya xwe. Du-sê heftêyan berî cejina Newrozê malxwêya malê hebê (tovê) genim an jî nîskê hildide û daxweza tundurustîyê, bextewarîyê û xweşbextîyê dike û dû ra wana dike nava amaneke ji kaxçînê ya ne zêde kûr, ku bi avê va hatîye tijekirin. Piştî du rojan wan tovan dikine nava derdanekê, bi qateke zirav a ji pembu, qumaş an perçeyekî din wana dinixêmin û didine ber tavê. Piştî sê-çar rojan, dema tov şîn dibin, qumaşê ser radikin. Roja Newrozê bilindaya wana gerekê bigihîje 7-12 santîmêtran. Bona bedewîyê zîlên wana bi zoleke têlan a di rengê sor va dipêçin, ango li wan zîlan dialînin.

 

Samanû – xwerineke taybet e, dişibe hewlê, ji genimê kutayî tê çêkirin, ya ku hêzê dide mirov ku zivistanê xerc kirîye. Hebên gênim sê rojan di nava avê da dihêlin, dû ra li ser sinîyekê ro dikin û bi qumaşekî sipî va ew dinixêmin. Dema genim çîl dide û şîn dibe, pelên wê hûr dikin, tevî ar û avê dikin. Pişt ra wî hevîrî demeke dirêj dikelînin, hema bêje tevaya şevê. Wî karî tenê jin dikin, destûra mêran tune nêzîkî samanûya ku dikele bibin. Di dema çêkirina Samanûyê jin û keçên ciwan bi keviran li beroşê dixin an jî bi dorê wê li hev dixin û daxwezên xwe dîyar dikin: mêrekî layîqî xwe bibînin, zarokên saxlem û bedew bînin û h.w.d. Berbangê samanûaya tîr û şîrin hazir e. Bademê hûrkirî û gûzan di ser da zêde dikin. Dema çêkirina Samanûyê kilaman distirên û direqisin. Gelek kilamên gelêrî yên derheqa çêkirina Samanûyê da hene.

 

Berî hatina îslamê li ser maseya sala teze heft tametîsk datanîn, ku navên wan bi herfa ”ş” destpê dibûn: şekir, şerbet, şîrinî, şam, şane, şîr û şerab. Lê ji ber ku bo musulmanan şerab qedexe ye, herfa ”ş” bi herfa ”s” va guhartin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev