Bibe dengê kemanekê

Bibe dengê kemanekê

Zerdûşt ÖZTÜRK

 

Tu çûyî. Te dengê xwe jî bir. Te bêhna xwe, çavên xwe, pejna xwe, te kenên li ser lêvên xwe jî bir. Tu çûyî. Te tenêtî ji bîr kir, li vir hîşt. Te xemên kûr li pey xwe reşand. Tu çûyî. Te keştîgehên nû li benda xwe nehîşt. Jixwe waxtê serdestîya çûyîna bû.

 

Dîsa were. Bibe helbestek, bikeve ser rûpelekê, were. Bibe mînaka aheng û kafîyeyên peyvikan, li ser zimanê min bigere. Bibe dengê kemanekê, were. Berê zirav zirav deng bide.

 

Li ser hîsên tenik, bi nermahayî bimelise. Paşê, li ber guhên kesên nazdar, hêdî hêdî gurr bibe. Gurr bibe, geş bibe, bilind bibe bikeve, rabe reqs bike. Guhdarê xwe hilde, ji nav reşbîna bêgumanîyê derxe, dilê wan bikelîne, bi xwe re bigerîne, xema wan birevîne. Her wiha, bibe hevparê gazinên bedbextan, bilorîne. Bibe şîret, bikeve guhê ciwanan. Xwe bihejîne, bide bayê wan. Hevîyên wan teze bike, hêrsên wan biqedîne, dilê wan nerm bike. Bibe stran, bikeve devê dilketîyan, wek mînaka Mûsîkîyan.

 

Mûsîkî  ye meriv dide destê dilên jar û tenik. Mûsîkî, mirov li hêvîya daxwazan dihêle. Awaz, dengê pêlên eşqê, hesret û dûrîyan e. Awaz, mirov hildide, li nav nermîya (belkî sarîya) pêlên hîsên serxweş dixe û bi dema, bêderman dihêle. Mûsîkî  nebe ka kê, ka çi, ka çawa heye? Mûsîkî nebî eşq, reqs; girîn, lorîn, hezî wê çawa bibe? De bêje ji me re sitranên derd û dermana, yên can û canana. Bêje ku em bikaribin rabin bikevin govenda. Bikevin ber bayên te yên ku carna hênik, carna sar, carna jî germ dibin, me dikelînin, dişewitînên, ji welata dipekînin, dibin diavêjin valahîyan. Divê awaz nemirin; îlham, evîn û însan jî…

 

Divê ez bibînim çavên te, ku zayenda ewran e. Çavên te, wekî ku derketine nêçîra yakamoza ne. Li kalî binhêrin, divê ez xwe tev dîmena wê bikim. Birhîyên te, wek şûrê lehenga ne. Divê ez wateyên ji rojevê lê bikim. Ji ber ku kê diêşe, ango hê hez dike ye.

 

Ez dibim bejnûbal, têm dikevim nav dîmenên te. Ji rewayên porê te, diniqutim dilê te. Tu dibî bijang, tê li ser çavên min datînî. Dil û rih nîvcî dimînin. Lê ne xem e hevala min. Li kêderê hatîye dîtin, para rastîyê, ya bêîmkanîya evînek sîmetrîk. Ma hezî, senteza xwezayî ya kirde û lêkera nîne? Û tu, hevoka vê sentezê nînî? Bihêle, bila evîna me bibe îlhama paradîgmayên mûhtemel ku hê peyda nebûne.

Xwe berde hemêza xeyalan, bibe şahbanûya min û wisa bimîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev