Mîrê nû yê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, sîmbola yekbûna civaka êzdîyan û nirxên êzdayetîyê ye

Mîrê nû yê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, sîmbola yekbûna civaka êzdîyan û nirxên êzdayetîyê ye

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 59

 

Dema we bi xêr be guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 59an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê.

Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdaren heja! Roja 27ê tîrmeha borî di merasimeke gewre de li perestgeha Lalişê, ku pîroztirîn perestgeha Êzdîyan li tevahiya cîhanê ye, mîr Hazim Tehsîn Beg ji aliyê Civata Rûhanî ya Êzidîyan ve û ji aliyê Binemala Mîra va, weke mîrê nû yê Êzidîyan li Kurdistanê û cîhanê hat hilbijartin. Bi ava Kaniya Sipî hat morkirin, bi cil û bergê mîrtîyê Mîrê nû derkete ber gel û sûonda olî xwar. Mîrê nû yê Êzidîyan piştî derbasbûna heft mehan di ser koça dawî ya mîr Tehsîn Beg, hat destnîşan kirin.

Lê roja 4 Tebaxê 2019 û bi tenê piştî rojekê ji pêncemîn salvegera gelkujîya Êzidîyan li Şengalê li mezargeha Şibêl Qasim, 20-30 kes ji Êzidiyan û çend serokeşîrên êzdîyan civiyan û kesek bi navê Nayîf Dawûd Silêman Beg weke Mîrê Êzdiyan destnîşan kirin. Hilbet jî ev yek nakokî û dubendî di nav civata Êzidîyan de kûrtir dike, ev yek ne ji bo berjewendiyên êzidîyan û çaresekirina pirsgirêkên wan e! Lê ew alî û hêzên ku mîrekî din ji bo Êzidiyan destnîşan dikin dizanin derbeya xwe li ku didin. Tenê meseleya mîrê Êzidîyan mabû. Armanca wane siasîye ku nirxê mîrîtî, yekîtîya gelê kurd û nirxê sîmbola yekbûna civaka êzdîyan birûxînin.

Ji xwe piştî koça dawî ya mîr Tehsîn hin nakokî di nav malbata mîr de û di nav civata êzidîyan derketibûn holê. Rexne kirin tiștekî normale, lê ev demek e kampaniyeke qirêj derbarê Mîr de berdewam dibe, nav hinek komên Êzidîyan gotinên bêmerîfet, sivik û bêexleq têne gotin, ev șașiyeke mezin e, șerma Êzdîtayê ye. Dibê her tișt di çarçoveya meqûltiyê da be.

 

Piştî komkujîya li dijî Êzidîyan nakokiyên di nav civata Êzidîyan de kûrtir bûn û dengên cuda derketin holê ku bi nerîn û şiroveyên cuda li pirsgirêka Êzidîyan û Êzdîxanê dinêrin. Mixabin nêrînên pareke ji wan kesan ku dibêjin Êzidî neteweyek bi serê xwe ne û ne beşek ji neteweya kurd û gelê Kurdistanê ne û dibêjin Êzdîxan welatekî ji Kurdistanê cuda ye, ev jî piştevaniyê ji hin hêzên siyasî yên Îraqî û Kurdistanî dibîne.

Serkeftina Kurdistanê bi serkeftin û azadiya Êzdîxanê ye, ev yek bi dubendî û kûrkirina nakokiyan çê nabe. Ev jî berpirsiyaretiya her kurdekî û kurdistaniyekî ye, divê li ser wê yekê karên baş were kirin.

Belê, civata ezdiyan piștî 7 mehan pey wefata Mîr Tehsîn beg, pisê wî Hazim Mîr Tehsîn Beg li perestgeha Laleş li qezaya Şêxan di rêûrismekê de wek mîrê nû yê Êzidîyan û Serokê Encûmena Rûhanî ya Êzidîyan destnîşan kir. Erkê her ezdîyekî/e dilsoz e biryara Civata Rûhanî ya Êzidîyan û Binemala Mîran bi rêzdarî, bi qedir û hurmet qebûl bike.

Hazim Beg di sala 1963yan da li Beadreya bajaroka Dihoka bajarê Herêma Kurdistana Iraqê çêbûye, ji sala 1989an vir da ji ber ku bavê wî li Almanyayê bû wekîltiya bavê xwe li Iraqê dikir.

Hazim Beg li Fakûlteya Çandiniyê ya Zanîngeha Bexdayê xwendiye, di sala 2009an da li Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê demekê parlamenterî kiribû.

Bi boneya destnîşankirina Mîrê Kurdên Êzdî, Serok Mesud Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Mîr Hazim Tehsîn Beg kirin. Herweha Mîr Hazim Tehsîn Beg spasiya wan û hemû kesên ku rola wan hebû di çareserkirina pirsgirêka mîrîtiya Êzidîyan de kir û spasiya tevahiya xelkê Kurdisyanê kir û daxwaz ji Xwedêyê mezin kir ku Êzidîyan biparêze.

Mîrê nû yê Êzidîyan di gotarekê de ragihand: “Pêwendiyên me bi pêkhateyên din re baştir bikin û bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar ji bo avedankirin û xizmeta zêdetir ji navçeyên Êzidîxanê re bikin.” “Bi kesayetên olî û rewşenbîrî yên Êzidiyan me karî bigihin vê rojê, ji îro ve wek mîr di xizmeta Êzidîyan de dibim û encûmenekê dadimezrînin û zêdetir ji sedî 60 ji Êzidiyên Şingalê lixwe digire.”

Li gor agahdariyan roja 4 îlona îsal li Hewlêra peytexta Herêma Kurdistanê merasîma fermî bi amadebûna saziyên hikûmetê û rîspiyan û kesayetên olî û oldarên êzdiyan ve dest bi merasîma pîrozkirinan, yanê danîna Mîrê nû yê êzidîyan dê birêve biçe. Ji bo vê rojê gelek mêvan hatine dewat kirin. Di nava mevanên dewatkirî da Endamê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (ya Kurdên Sovyeta berê), Serkarê rêxistina Dostaniya Kurd û Rûsan Memê Mamoî jî dê li wê cihê xwe bigire.

Îro mêvanê bernameya Civak û sîyaset e yek ji beşdarvanê meresîma dîrokî, birêz Memê Mamoî, kurê niviskar û lêkolinerê kurd birêz Ezîzê Cewo (Aziz Mamoyan) e. Memê Mamoyî yek ji Pêşmergeyê xwebexş yê Kurdistanê ye, herwiha berpirsyarê hêza Agrîn e, ku li cenga dijî terorîstên DAÎŞê û parastina axa Kurdistanê de ked daye. Îro jî birêz Memê Mamoyî pêşmerge ye û her gav amade ye di nava hêza çekdar û canfidayên Kurdistanê da bergiriyê ji herêma Kurdistanê bike û her û her nimûneya qehremanîyê li şerê dijî terorîstên DAÎŞê nîşanî hemû cîhanê dide.

Birêz Memê Mamoyî re ji studyo radyoya Ria taza li bajarê Stavropolê ya Rûsyayê em bi radyotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên Endamê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (ya Kurdên Sovyeta berê) Memê Mamoyî bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev