Pirtûka ”Bîr” gelek tişt anî bîra me

Pirtûka ”Bîr” gelek tişt anî bîra me

Xwendevanên xelkê weşanxaneyên baş û nivîskarên baş digerin, 

ku kitêbên wan bikirin, bixwînin. Lê a kurdan – weşanxane û nivîskar

xwendevanên baş digerin, ku berhemên wan bixwînin.

Ev fikira jorîn heta nivîsa keça delal, nivîskara malpera me

Nura Şane ya li ser kitêba delal a Nûdem Hezex derbaz dibû.

Piştî vê nivîsê weke ku destpêkeke bo bikaranîna gotinên

“nivîskarên baş”, “weşanxaneyên baş” û” xwendevanên baş e!”

 

Nura Şane

Carînan dengek, dîmenek, peyvek, melodîyek, nêrînek an bişirînek biryara rêyeke xweştir ber mirovan vedike.

Pir caran tê gotin, hin roman hene berî kiras guhestinê gere bên xwendinê.
Di edebîyata kurdî da romana “Bîr” bêguman yek ji wana ye.

Ji her peyvê, honandina her hevokekê da hostetîyek pir mezin ber bi çav e.
Wek neqqaşek ser neqşa xwe hûrgilî bibe, nivîskar jî ser peyvên xwe hûr bûye, kûr çûye û kitêbê bi metaforên xas û ecêb xweş va xemilandîye.

Zimanek estetîk û helbestî tametîskên cîhanî va dagirtî ku dişibe Haiku yên japonî kurt, carna jî şîîrênTagore yên lîrik.

Wek mînak;

-Dil?
-Dişibe hêkên dilme, ne xav, ne jî kelîyayî.
-Gûneh?
-Ma mîrov qey bêhna xwe teng dike ji tiştên bi destê xwe afirandî.

***
-Du milên herdûyan jî hene.
-Her du?
-Heyv û cam.
-Heyv û cam çawa dişibine hev ezbenî? Yek grover e, yek riprast?
-Bi du alî ne, her du jî û alîyekî wan alîyê dî nabîne.
-Weke çi?
-Weke te û bavê te.

***
Were em zimanê hev bi hev vegûhezin, bila bîrên me vala bibin ji sînga hev. Were em hinavê  hev ji hinavê hev vexwin.
Ma sîngek têra me herdûyan nake?
Ma bîrek ne besî me ye?

***
Hemû tişt kevin dibin, hemû tişt dirizin, hemû tişt dibin xwelî. Bi tenê cam narizin û tu dijminatîya wan dikî û tu bi wan re şer dikî.
Hezar salan jî di bin erdê de bin, gava tu peşkeke avê lê wer kî tu yê wê cama pak û paqij bibînî û eger tu bixwezî tu yê bikaribî di wê pîyaleya camî de avê jî vexwî.
Mirov bi destê xwê bi qûma çolan, sodayê û êgir çêdike caman, çêker dimire, hestûyên wî dirizin, lêbelê cama bi destê kesekî hatî çêkirin namire, tu dikarî bişkînî, hûrûmûr bikî lêbelê cam namirin, wenda nabin.
Bila zimanê te ne hesin be, bila ji camê be, zingar negire û tu caran nemire.

Gelek peyvên kevn û kurmancî ku min ji zarokiya xwe bihîstî, dûra ji bir kirîye ber guhên min ketin.
Teswîrên orjînal, di nav bûyeran da çûn hatin, çîrokên xweş yên evîndarên dem borî û niha.

Felsefeyeke bi axûn rabûye ser evîndariyê, bedewîyeke têr şehwet zayî ye ji qelema nivîskar.
Xweşiyek bi henûn diherike ji karakterên wî. Ruhê hemûyan difire, lê dilê wan di qefesê da mayînde ye.

Di edebîyata tirkan da taybetîya “Puslu Kıtalar Atlası”ya İhsan Oktay Anar çi be, ya kurdan da jî “Bîr” a Nûdem Hezex e.
Herdû jî pir mîstîk û felsefîk in. Herdû jî teswîrên pir serketî di xwe da dihewînin.  Û “Bîr” zêdetir hêjayî xwendin û nasandinê ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev