Dr. Nûrî Dersîmî & Selaheddîn Kaya

Dr. Nûrî Dersîmî & Selaheddîn Kaya

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Di vê nivîsa xwe de ezê li ser du şexsiyetên Kurd yên navdar rawestim. Bi taybetî jî Dr. Nûrî Dersîmî di nav hemû kurdan de navdar e. Ji Serhildana Milî ya Kurdistanê Koçgirî re serokatî kiriye. S. Kaya kurdekî navdar yê Bakûeê Kurdistanê ye.

 

SEROKÊ SERHILDANA MİLÎ YA KURDİSTANÊ YA KOÇGÎRÎ DR. NÛRÎ DERSÎMÎ 46 SAL BERÊ JI NAV ME MALA XWE BAR KIR…

Dr. Nûrî Dersîmî dema ku li Stenbolê bû, bû endamê Komeleya Tealî ya Kurd. Di komeleyê de xebatên gelek hêja meşandin.

Komele, di dema Osmaniyan de hatibû ava kirin. Endamên komeleyê bi piranî bi Osmaniyan re jiyanake federayî û otonom diparastin. Dr. Nûrî Dersîmî serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê diparast.

Dema ku Îttîhad Terakkîciyan dewlet xistin destê xwe, wê demê diyar bû ku ewê li dijî kurdan siyaseteke gelek hovane û nîjadperest û înkarkirî bidomînin. Loma jî Dr. Nûrî Dersîmî di sala 1919an de li Koçgirîyê di organîzasyona serhildana milî ya Koçgirî de  cî girt. Ew jî bû yek ji pêşengê wê tevgerê.

Li Koçgîriyê şerê çekdar dest pê kirin. Hezar mixabin ev tevgera ji aliyê Atatirk û hevalên wî de bi qetlîamê hat temirandin.

Dr. Nurî Dersîmî piştî ku Serhildana milî ya Koçgîriyê şikest xwar derbasî Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bû. Jiyana xwe li bajarê Helebê domand.

Li Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê jî xebata xwe ya mılî meşand. Bi Mîr Celadet Bedîrxan bû dostekî nêzik. Bi siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên li Sûriyeyê sirgun bûn re jî bû hevxebat.

Di sala 1973an de jiyana xwe ji dest da. Beriya mirina xwe, mezelê xwe û ya havjîna xwe Ferîdê Xanê Li Efrînê ava kir.

Konê Reş dibêje ku:

“Îro (22.08.2019), (46) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Dr. Nûrî Dersimî) re derbas dibe.

“Dr. Nûrî Dersimî, yê ku mir û destê wî ji axa Dersimê nebû; xwest ku di gorê de jî çengek axa Dersimê di bin serê wî de be..

“Mir û ji neyartiya Kemalîstan nehat xwarê; xwest ku termê wî di ber konsolxaneya tirkiyê re derbas bibe..

“Mir û nexwest dûrî çiyayê Dersimê bê veşartin; xwest ku di goristana Şêx Henan de li ser rêka Efrînê bê veşartin, da ku bayê çiyayê Dersimê bi ser de bibare..”

Ez jî dibêjim ku Dr. Nûrî Dêrsimî, hîç şik tune ye ku ji bona serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdistanê xebat kir.

 

Loma jî bi gelek kurdperwer û serokên wê demê ve xwediyê fikrê cuda bû. Dema ku di Komeleya Tealî ya Kurdistanê de stratejiya li Kurdistanê hat niqaşe kirin, wî dewlet û serxwebûna Kurdistanê parast.Gelek endamên komeleyê di Împeratoriya Osmanî de federeyî û otonomî parastin. Loma jî bi gelek berpirsiyar û serokê Komeleyê Seyîûd Abdulkadîr ve xwediyê cûda fikir bû.

 

Ew sembola serxwebûna Kurdistanê ye. Loma divê jiyana wî jî nêzîk de bê nas kirin.

 

Min jiyana wî jî hevjîna wî ji Fêrîde Xanê guhdarî kir.

 

Ez gelek car bûm mêvana Ferîde Xanê.

 

Berîya mirina xwe Dr. Nûrî Dersîmî wasiyet kiriye ku, nêviyê wî Biro bakelorî (jîmnasyûm) qedand pirtûkxana wî ji bona Biro vebe. Dema pirtûkxana wî vebû, ez jî li Helebê li mala Dr. Dersîmî û Ferîdê Xanê bûm.

 

Min tambûr û dengê wî guhdarî kir.

 

Ew serokekî Kurdistanê yê leheng bû.

 

Ez ji bona neteweya me sersaxî dixwazim.

 

ÎNSANÊ HÊJA SELAHEDDÎN KAYA JIYANA XWE JI DEST DA… 

Selaheddîmn Kaya beriya 4 rojan di 20. 08. 2019an jiyana xwe ji dest da. Ji nav me koç kir, çû li dinyaya din bû cîranê kurdpetrweran. Di dîwana wan de cî girt.

 

Ew, Çewlikî (Bîngolî) ye. Ji eşîret û malbateke navdar e.

 

Ew, kesekî bi gel re li hevkirî bû. Jiyana xwe wek gelek kesan li rojava li bajarên Tirkan ne, li Kurdistan jiyana xwe domand.

 

Ew kevneserokşeradariyarê Çewlikê bû. Ew di sala 1989an de bû serokşaradarÊ Çwewlikê.

 

Ew, kurdekî hêja û kurdperwerek bû.

 

Ew, entellektuelekî Kurdistanê bû.

 

Ew siyasetmaderekî Kurdistanê bû. Wî siyaseta Rpjhelata Navîn baş dişopand û analîstê wê siyasetê bû.

 

Wî, di dewleta Tirk de dêmekî dirêj wek dîplomatekî kar kir. Wî di balyozzxaneya Tirkan ya Telavîv û Londrayê de wek ateşe kar kir.

 

Ew di sala 1982an de ji aliyê cuntaya leşkerî ve ji wezîfe hat girtin.

 

Di sala 1983an de di şertên gelek zehmet de li Çewlikê (Bîngolê) jiyana domand.

 

Ew, dost û hevalekî min ê hêja bû.

 

Me bi hev re di sala 1975an de li ser mafê çarenivîsa neteweya kurd xebatek meşand.

 

Ew bi Derdê Xanê re zewicî ye. Ew xwediyê sê lawan e. Navên lawên wî Baran, Hîsar û Cîhad e.

 

Me demekê bi hev re ji bona partiyekê di 2000-2002 an de xebat kir. ( Wê demê em bi hev re beşdarî gelek civînan bûn. Em di gellek civînan de axevtevan bû.

 

Ew, di pirsên stratejîk de xwediyê nêrînên zelal bû.

 

 

Ew dostekî Dewleta Federe ya Kurdistanê bû.

 

Ew dêmekî dirêj e ku nexweş bû.

 

Ew, nexweşê pençeşêrê bû.

 

Wî bi moreleke bilind dêmekî dirêj li hemberî nexweşiya pençeşêrê şer kir. Lê duho (20.08.2019) nexweşiyê zora wî bir. Wî jiyana xwe ji dest da û ji dinyaya me koç kir.

 

Ez gelekî xemgîn im. Ez baş dizanim ku kurdperwer ên Kurdistanê bi tevayî xemgîn in.

 

Ez ji bona malbat, heval û hogir û hezkirîyên wî, netewa kurd sersaxî û sebir dixwazim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev