MEDEA -VI-

MEDEA -VI-

Epeisodion – 5


DESTIRMAN

 

Em îro beşa dawî a nivîsa ku ber qelema Elî Gird derketîye û me hemû beşên din di malpera xwe da weşandîye, çap dikin, ku herwiha bi navê Ali Kut jî dinivîse. Lezeta ku xwendevan ji berhemên vî camêrê welatparêz dibîne, têra xwe pir e. Lê ji wê jî pirtir em dixwezin xwendevan lezetê ji cûrê jîyana vî camêrî jî bihese, ku ji karê xwe yê sereke zêdetir (ku zikê wî û malbeta wî têr dike), karê bo miletê xwe û welatê xwe dike: wek serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, nivîskarê malpera Riataza, wek wergêr û nivîskarê bêhempa. Ji nivîsên wî edebîyeta wek hunermendîyê têr û tijî û dagirtî difûre…

 

Gird Elî

Xanima min, zarok ji nefîkirinê xelas bûn, êdî ew dikanin li vir bimînin.
Dotmîrê bi destên xwe rahişt diyarîyan, gellek kêfa wê ji wan re hat, li hev hatin.
Tu çawaye? Tu xemgîn xuya dike. Gelo hemî tişt baş e! [Çavên te
Ji hêsiran tijî ye, madê te zer bûye, wa xuya ye tu bî xeberên min şa nebû.]
MEDEA
Hawar û sed hawar!
DESTIRMAN
Min go qey ez bi xeberên xêrê hatim.
MEDEA
Na!
DESTIRMAN
Gelo min tiştekî xelet got? Bêyî ku bizanibim, gelo ez bi xebereke nebxêrê hatim?
MEDEA
Xebera wekî xwe ye. Tu sûcê te nîn e.
DESTIRMAN
Wê demê te çima serê xwe berbijêr kiriye û bêhawe digrî?
MEDEA
Sedem heye, dosta çê. Kiryarên xwedayan û yên min bi xwe ne, wey li min dîna bêaqil.
DESTIRMAN
Belbî rojekê zarok dawî li nefîya te jî bînin!
MEDEA
Min berê jî dawî li gellekên din hanîye.
DESTIRMAN
Tu ne bi tenê ye ya ku ji zarokên xwe cihê bûye.
Divê meriv barê xemên xwe sivik bike.
MEDEA
Ez ê wele bikim. Lê tu biçe hundurû, fena her roj li zarokan binere.
Wax zarokên min! Nexwe nuha malek û bajarekî ku hûn ê daîmî lê bimînin heye,
lê bêyî diya xwe, û ez ê terkirî bi tena serê xwe bimînim. Ez dê fena penaberekê
rabim biçim welatekî din, berya bi bextewarîya we şa bibim, we bizewicînim,
textên we ên zavatiyê biedilînim, di daweta we de meşaleyekê vêxênim!
Wey li min jar û pepûkê!
Nexwe min hûn bîleheq mezin kirin, seba we ketim tayan zehmetî kêşand,
neh mehan di zikê xwe de hiştin, qolincên welidandinê ji bo we kêşandin.
Gellek hêvî û umîdên min ji we hebûn: Da di rojên min ên yextyarîyê de hûn li min xwedî derkevin,
min bi xwedî bikin, dema roja min hat, min veşêrin, weke her kesî ev jî xwezîyên min bûn.
Gavê dawî li van hêvî û umîdên xweş hat. Ez dê ji we cuda di nav şîn û kederê de jîyana xwe
derbas kim. Çavên we ên xoşevîst jî ê nema bi diya we ke ve, hûn ê jî barkin dunyayeke din.
Wax, ezîzên ber dilê min, hûn li çi temaşe dikin?
Ji bo çi hûn li beramber min cara dawîn dibişirin?
Ez rebena xwedê çi bikim? Dostino, kezeba min dişewite dema çavên wan welê dibiriqîne.
Ez nikarim. Ez li ehdên xwe poşman im.
Ez difikirim zarokên xwe ji vî welatî derxînim. Çima, ji bo ku heyfa xwe ji bavên wan bigrim
zarokên xwe qurban bikim û bi vî hawî jî bedbextiya xwe duqad bikim?
Na, ez welê nakim. Ez li qerarên xwe poşman im.
Lê çi bi te hatiye keçkokê? Gava ez dijminê xwe ceza nekim ê xelk bi min bikenin.
Divê ez biwêribim. Dev ji van hîsên nermokî ku ruhê te dagir dikin berde!
Zarokno, biçin hundurû. Destên min divê nericifin!
Pepûk!
Na! Dilê min, ne tu, dev ji vê cînayetê berde! Pepûkê dev ji zarokan berde, bihêle bila ew bijîn.
Ger tu li Athen, ji wan dûr be jî dîsan ew dê bextewariya te bin.
Na, ez bi navê Hades û hemî giyanên tolhildanê bikim, kesek ê li pey min nebêje
zarokên xwe ji zilma dijminên xwe re hiştin.
[ew divê bimrin, ji ber ku dê bimrin jî, evîya dê bi destê ê ku ew anîn dunyayê bibe.]
Ev dê wusa be. Ev bivênevê ye.
Bi tacegulazêrîn û şerpeya li ser serê xwe, nuha, dotmîr di sikrata mirinê de ye.
Lewra ku min rêya bedbextiya herî xirab li ber wan vekir,
divê ez vî karî temam bikim û ji zarokên xwe xatir bixwazim.
Zarokno werin ba deya xwe, destên xwe dirêj bikin da ez wan maç bikim.
Ho destên ezîz, lêvên nazik, hûn çendî xweşikin lawên min, ez bi we serbilind im!
Her du jî li wir bextewar bin! Li vir bextewarî nemaye, bavê we ew dizî. Min himêz bikin.
Çi laşê taze, bîhna şêrin li ser hinarikan.
Na biçin! Bi dûr bikevin! Heza min nema ku êdî li we temaşe bikim.
Kerban serê min xwar.
Ez dizanim bê çi tawaneke kirêt pêk tînim,
lê bengînî zora aqilê min dibe,
di nav merivan de sedema xirabî û felaketên mezin jî ev e.
KORO
Ji berê de, gellek caran ez bûme şahidê îxtilafên û gengeşîyên
ku bi kêrî jineke bi aqil nayên û divê têkil nebin. Lê min beşdarî kir,
ji ber ku musa jinan alîkarîya min kir, min îlham û qewet jê wergirt.
Gellek ji jinan hene ku nizanin dê çawa hêz û qeweta xwe bikar bînin.
Bê şik dikanim îdîa bikim, di nav merivan de ew kesên ku hêj
nebûne dêûbav ji ên din bextewartir in.
Ewên ku ne dêûbav bin nikarin qe xeyal jî bikin bê evîya
li gel xwe çi şahî û xemgîniyan tîne. Ji ber vê jî,
ji gellek ezab û şînkêşiyan diflitin.
Ez bûme şahid , ewên ku xwedî zarok in, hemî jiyana wan bi taswas
û endîşeyan dibuhure. Berya her tiştî di dudilîyekê de ne,
ka gelo ê bikaribin wan bi şêweyê herî baş mezin bikin?
Ka ê bikaribin serwetekê li dû xwe ji wan re bihêlin?
Gelo ê bikaribin bi kêrî xwe bên an ê barûte derkevin?
Encama ezabkêşiya wan ne diyar e.
Lê ya herî xirab ku dikane bi serê merivan de bê,
min hêj behsa wê nekirye.
Dibe ku her tişt jî baş derbas be, te zarok di reya baş de mezin kirin
û ketin ser reya baş, lê ji nişka ve mirin. Giyanê wan çû Hadesê û paşê?
Hemî ked, ezab û evîna te, li te vedigere û dibe şînkêşîyek. Meriv ji vê çi qezenc
dikin, ma kî dikane bersiva vê bide?
MEDEA
Di dawîyê de, va hevalekî Jason hat!
Ez ji mêj ve meraq dikim, gelo ka di serayê de çi diqewume?
Ew bêhnçikyayî ye, gellekî lez dike,
ew dê min ji nûçeyeke tirsdar û bi dehşet agahdar bikî!
QASID
Medea, ev tişta te kiriye pirr bi sehm û xirab e.
Sînorê hemî rê û rêbazan derbas dike, bireve!
Bi keştiyekê, bi erebeyekê, hema çi bi dest te ket,
nesekine, berya saetekê, bireve!
MEDEA
Û çima ez ê welê bi lez birevim?
QASID
Ew mirin! Dotmîr mir û key jî pê re-bi jehra te.
MEDEA
Ev nûçeyeke gellekî xweş bû, te gihande min.
Ji nuha û pê de ez dê te fena dostekî xwe bihesibînim.
QASID
Tu çi dibêje, xanim ma tu dîn bûyî? Tu bûye kujerê binemala key, li şûna
ku tu bi bihîstina vê xeberê biricifî, şa dibî?
MEDEA
Bersiva min ji te re heye.
Dostê ezîz, ecele neke, ka bibêje çawan mirin?
Ger mirina wan gellekî bi êş bûbe ê kêfxweşîya min duqad bibe.
QASID
Dema me dît her du lawên te bi bavê xwe re
derbasî hundurê mala dawetê bûn,
em xulam ji kêfa firîyan, lewra ev demek bû em li ber te diketin.
Di nav me de bû pistepist digotin, êdî li hev hatine.
Ji vê kêfxweşîyê me zarok, ji destên wan î nazik û ji porên wan î zêrîn maçî kirin.
Ji kêfan ez li gel wan, heta bi xanîyê ku jin lê diman, çûm.
Çavê xanima me ya nû tenê li ser Jason bû, bala wê ne li ser zarokan bû.
Paşê ew dîtin. Awirên xwe ji wan guherîn û li hêla din nerî.
Mêrê te xwest hêrsa wê daxe, wê haş bike:
”ji ewên ku çêyiya te dixwazin hêrs nebe, serê xwe bizîvirîne,
li wan temaşe bike, ev zarokên min in û dostên te ne, dîyariyan bigre
û ji bavê xwe rica bike bila wan nefî neke, ji bo xatirê min, vê bike.”
Wê xwe li ber spehîbûna diyarîyan negirt. ”te çawa xwest”, got.
Berya ew û zarok bidûr bikevin, wê xavik girt li dormilên xwe pêça.
Tacegula ku diçurisî li ser serê xwe ediland, porê xwe rast kir.
Li ber neynika diteyisî rûnişt li wêne xwe nerî, bişirî.
Paşê rabû bi lingên sivik li hundurê odê doş bû,
bêhawe memnûn û jixwerazî bû: gellek caran li hawîrdora xwe,
daqûl dihat li kirasê xwe temaşe kir.
Û bi dû de, hemû tişt ji nişka ve qewumî, madê wê spîçolkî bû,
likumî û kabokên wê lerizîn. Dîmeneke kambax bû, pêşin kumişî ser
sandalîyekê û paşê li erdê dirêj bû.
Xizmetkarek yextyar go qey Pan an xwedayek din lê hatiye xezebê
û dest bi dueyan kir, lê gava dît kef ji devê wê herikî, çavên wê ji kortikên xwe derketin
û hemî xwîn ji laşê wê vekişîya, vêca dest bi qêrîn û hawarê kir.
Xizmetkarek din baz da ku xeberê bighîne key û yekî din baz da ku bighîne zilamê wê
ji serayê hemî, teprepa dengên lingan dihat.
Bêhnekê şûnde, bûka bedbext çavê xwe vekirin, axîneke ecêb kêşand.
Ji du hêlan ve êşê ezab didayê, diyarîyên zarokan,
tacegula li ser serê wê agir bi kiloxê wê dixist
û xavika ser milê wê laşê wê dikizirand, jinika reben.
Di wî halî de rabû ser xwe da bireve, porê xwe, serê xwe virde wêde dihejand
lê tacegula zêrin di enîya wê de çûbû xwarê, pê ve helîya bû,
agirê jê derdiket gurtir bû bû.
Bêhemd xwar bû li erdê dirêj bû,
êdî ji bavê wê û pê ve kesekî nema ew nas dikir.
Serûçavên wê nema dihatin naskirin, hemû kizirî bûn.
Agir û xwîn ji serê wê dinuqutî erdê.
Bi bandora jehrê, goştê lingên wê fena heriyê ji hestiyên wê cuda dibû.
Dîmeneke pirr kambax bû. Ji tirs û xofê kesî xwe nêzîkî termê wê ne dikir.
Di heman demê de bavê bedbext bê ku hay ji tiştekî hebe ket hundurû.
Xwe avêt ser termê keça xwe ew himêz kir û dest bi girî kir û digot:
” keçka min î reben, destê kê welê li te gerîya ku te tune bike, vî yextyarê mîna tirbekê
ji heyîna te mehrûm bike, bê zarok, bêyî te ez jî naxwazim bijîm.”
Bi dû gilî û îskînên xwe de xwest laşê xwe ê yextyar rast bike, lê ne mimkin bû.
Mîna lavlavkê, fena pelên defneyê laşê wî bi xavîka jehrîn ve zeliqî bû.
Xwest rabe li ser kabokên xwe rûnê, lê xavikê ew bernedida.
Dema ku li ber xwe da, xwest xwe jê xelas bike, laşê wî diperitî,
goşt ji hestiyên wî vediqetiya.
Dawîn, nefes lê çikiya û canê xwe da. Li beramber felaketek welê naçar bûn.
Nuha terma herduwan jî li wir dirêjkirî ye –bav û keç- li cem hev in,
li beramber felaketeke welê incex meriv dikanehêsiran bibarîne.
Di derheqê te de ez hiş im. Cezayê vê yekê tu dê bi xwe bikşînî.
Jiyana merivan fena sîyekê derbas dibe. Ez vê eşkere dibêjim, ew kesên
qaşo, xwe zana, aqilmend û jîr dihesibînin dînên herî mezin in. Tu, meriv jî
ne bextewar e. Zengînî û dewlemendî dibe ku halê hinekan ji ên din xweştir bike
lê evîya tu kesekî bextewar nake.
KORO
Îro xwedan, gellek belayên ku heq kirine ê bînin serê Jason.
Keçika reben, keça Kreon, ji bo ku tu bi Jason re zewicî,tu çû Hadesê.
Em hemî li ber bedbextiyên te dikevin.
MEDEA
Guh bidêrin dostino, biryara min ev e:
Ez ê zarokên xwe zû zûka bikujim û ji vir birevim,
dema ez wan welê bihêlim ê ji teref destin zalimtir bêne kuştin: na
ez vê naxwazim. Çawabe ew dê bêne kuştin û ji ber ku ew dê bêne kuştin
baştir e bi destên ê ku ew hanîne dunyayê, bêne kuştin.
Xemsarîyê neke, ji pola be dilê min! Ji bo çi ez dereng dimînim bi vê cînayêtê,
lewra, çawabe ew dê pêk were?
Tu, destên min î jar, rahje şûrî û ber bi derîyê ku ê jîyaneke ji ezapkêşîyê
li ber te veke bimeşe, netirse!
Ji bîr bike, bê te ew çawan hanîn dunyayê û te çawan ji wan hes kir.
Qe nebe îro ji bîr bike ku ew zarokên te ne, paşê tu dê şîna wan bikşînî.
Ger tu wan bikuje jî ew dê dîsan ezîzên ber dilê te bin. Dû re ez dê bedbext bim.
Stasimon5
KORO
Ho Erd, Ronahîya Tavê! Ro, temaşeke,
li eva jirêderketî berya cînayeteke wusan, berya ku kezeba xwe bişewitîne
û xwe bi xwe zarokên xwe bikuje.
Ew ji tovên te î zêrîn afirîne, ew zarokin xwedayî ne! Ev kambaxî ye,
dema zorokên xwedayî werin kuştin!
Wê rawestîne, şewqa ji Zeus,
ev divê neqewume! Berdê ye, vî ruhê xirab ê tolkêşiyê ji vê malê biqewurîne!
Bilasebeb, bilasebeb te ew hanîn dunyayê, te ew mezin kirin, hes kirin, parastin.
Di nawbêna wan Symplegadên Hêşîn re, ew zinarên bi xof û tirsdar re
te xwe gihande vêderê!
Jina bedbext! Çawa nefretek welê bi xezeb dikane
hemû hîsên te yê dayîkbûnê dagir bike, bibe cînayetek?
Xizmkujî ji hemî merivên ser ruwê erdê re sûc û lekeyeke giran e.
Xezaba xwedayan ji ser binemalên welê tu carî kêm nabe.
ZAROKEK (ji hundurê malê diqîre)
Na!
Na!
KORO
Ma we qêrînên zarokan bihîstin? Belê, zarok qêriyan.
Jina bedbext. Derkeve!
ZAROKEK
Dayê meke, ez dê bi kû de biçim?
ZAROKÊ DIN
Ez nizanim, birayê ezîz, emê bimrin.
KORO
Em divê biçin hundurû, em divê vê kujera zarokan rawestînin!
ZAROKEK
Ji bo xwedê, werin alîkariyê, hûn divê alîkarîya me bikin!
ZAROKÊ DIN
Şûrê xwe deyne, zû kin!
KORO
Jina bedbext, ma dilê te ji kevir bû, ma dilê te ji pola bû
çawa destê te li ezîzên dilê te gerîya û te ew kuştin?
KORO
Tenê yekê dizanim heta nuha, ya ku zarokên xwe,
ezîzên ber dilê xwe kuştine: Ino, dema Zeus ew ji malê qewirand
dîn bû, zarokên xwe girtin çû perava derya û xwe li gel zarokên xwe avêt avê,
bi her du zarokên xwe re di avê de fetisî.
Kî dizanê bê çi tiştên nebûyî ê hêj biqewumin?
Ev nivînên jinê gellek êş û ezab, şînkêşî daye merivan.
Exodos
JASON
Hûn, evên ku li ber malê ne, ya ku ev cînayeta kambax
kiriye, Medea li vir e, an çû ye, revîya ye?
Ez tenê vê dikarim bibêjim: divê erd biqelişe, ew bikeve navê an
baskên wê çêbibin û bikanibe ber bi perê asîman de bifire ji bo
ku ji ber cezayê xwe biflite.
Him keyê welêt bikuje, destûmilên xwe jî bihejîne û welat
terk bike –ew li hêviya çiye, tenê xwe dixapîne?
Qe xema min nîn e, ên ku wê ezab dane wan ê her wê zeft bikin:
Xema min zarokên min in. Ez divê wan xelas kim, berya ku xizmên
key û dotmîrê wan bibînin û ji ber cînayeta diya wan kiriye, zerarekê bidin wan.
KORO
Jason ê bextreş! Hayê te ji felaketa ku bi serê te de hatiye nîn e,
an tu dê hiş ba ye.
JASON
Çima? Ma qey ê bixwaze min jî bikuje?
KORO
Na. Lê zarokên te bi destên wê hatin kuştin.
JASON
Tu çi dibêjî? Ax, jinik te ez kuştim!
KORO
Lawên te ne li jîyanê ne êdî.
JASON
Li kû kuştin? Li malê? Li vir?
KORO
Derî veke, tu dê bibîne, ew gurandine!
JASON
Xulamno, derî vekin! Da ez her du felaketên ku bi serê min de hatine bibînim!
Ez bibînim, çawabe ez dê tola xwe jê bigrim!
MEDEA
Tu çi dikî? Çima derîyan dihejîne, kilîdê dişkîne?
Tu li terman digerî, lê ya ku ev kiriye digerî?
Xwe newestîne. Ez va li beramber te me, tu çi dibeje, bibêje,
lê destên xwe li min raneke. Ereba ku min diparêze li vir e, bavê min, Rojê,
ev li beramber erîşkaran dîyarî dabû min.
JASON
Ez ji te nefret dikim! Ji teref min, ji teref xwedayan,
ji teref hemî merivên ser ruwê erdê tu jineke nefretkirî, lanetkirî ye!
Bilaheq te li zarokên ku te hanîne dunyayê şûr kêşand,
te ez mehû kirim, kurdûnde hiştim, bi dû sûcekî ewqas xwedênenas û kirêt re,
çawa tu hêj dikane ruwê xwe şanî erdê û rojê bidî. Mirin para te be!
Nuha hişê min hat serê min, çawan min dikanî jineke barbar, ku him
xiyanet li bav û welatê xwe kiriye dikanî , bike maleke yewnanî.
Xwedê heyfa te ji min girt, hêj dema te nû piyên xwe
avêtin wê keştiya xweşik Argoyê, te birayê xwe li malê kuştibû.
Li malê li cihê tu bi zilamê xwe re raketiye, zarok hanîne dunyayê,
Ji kîndariyê wan jî dikuje. Tu caran jineke yewnanî tiştekî welê nake.
Dîsan jî min tu hilbijart, jineke bê ûjdan, xeternak, şepalek, cinawirek
Ji Skylla jî dirindetir. Lê dehhezar gazinc jî te nerm nakin, tu ewqasî dilheste ye.
Biceheme, kujera zarokan, sûcekara rûreşkar!
Jimin re şînkêşî ma. Tu kêfxweşî nema.
Na, ne ji min re û ne jî ji dergistya min re û ne jî ji zarokên min re,
Ku min mezin kirin, ez dê nema karibim wan himêz bikim û kêfxweş bim,
min hemî tişt winda kir.
MEDEA
Eger pêwist bikira min dê bersiva te bidaya.
Lê bavê Zeus dizane, bê ez çi fikirîm û min ji bo te çi kir
û te çawan li min vegerand.
Te nivînên min herimandin. Paşê jî qederê biryar da.
Ne tu û ne jî dotmîr divabû rojên xweş bijîyana û henekên xwe bi min bikirana.
Û Kreonê ku ew da te û qirara nefîya min derxist divabû bê ceza nemaye.
Çawan tu min bi nav dikî bike, şepal, ciwara Skylla. Lê weke min dixwest
min derba xwe li dilê te da!
JASON
Ez dizanim, tu fena min ezab dikşîne.
MEDEA
Erê. Lê tu nema dikanî henekên xwe bi min bikî, ev êşa min kêm dike.
JASON
Heywax zarokên min, diya we yeka neçê derket.
MEDEA
Lawên min, ê ku hûn mehû kirin bavekî şêt bû.
JASON
Qe nebe, ne bi destên min hatin kuştin.
MEDEA
Na, ji ber pozbilîndî û zewaca te ya nuh bû.
JASON
Nuha tu cidî dibêje, ji ber vê te ev zarok kuştin?
MEDEA
Ma tu bawer dikî ku ji bo jinekê evîya felaketek piçûk e?
JASON
Erê, ji bo yeka bi aqil. Lê ji bo te hemû tişt veguherîye bûye nefret.
MEDEA
Ew êdî nema dijîn, ezabê te jî li vir e.
JASON
Ew dijîn! Weke dawecîyan ê bi kirasê te bigrin û dawa xwînê li te bikin.
MEDEA
Xwedê dizanin bê kê dest bi vê felaketê kir.
JASON
Ew dizanin. Ew hundurê te, fikrên te ên neçê dibînin.
MEDEA
Tu ji min nefret bike. Ez ji vê axaftina te ya engirî nefret dikim.
JASON
Û ez jî ji ya te. Ya min hêsan e.
MEDEA
Çawa? Ez divê çi bikim? Daxwaza min jî ev e.
JASON
Biçe. Ez dixwazim şîna wan bikşînim, wan veşêrim.
MEDEA
Ne mimkin e! Ez ê wan veşêrim, piştî min ew birin bilindayê, perestgeha Hera,
li wir tu dijmin dê nikaribin heqaretê li wan bikin, tirbên wan xirabikin.
Ez dixwazim li welatê Sisyfos, li Korint ji bo wan
ayinekê li dar xim, xwarineke mirîyan bidim,
ji bo lêborîna vê cînayeta kambax.
Paşê ez diçim welatê Erechtheus û li wir dimînim,
Li Athen li ba Aigeus, lawê Pandion.
Çi tu ye, misteheqê te ye, fena yekî reben tu bimrî.
Tu dê bi mirineke xirab biçî, rojekê ê kolosekî ji darên Argoyê li binguhê te bikevî
Û te bikujî û bi vî şêweyî jî ê dawî li zewaca te ya bi min re bînî.
JASON
Hêvîdarim Dike te ceza bike, perîya tolhildanê te mehû bike!
MEDEA
Kîjan xweda an perî ê guhdarîya te bike, tu yekî ku xiyanet bi penaberekê re kiriye,
li ser soza xwe nesekinî ye?
JASON
Rûreşê, kujera zarokên xwe, biceheme!
MEDEA
Tu bi xwe biçe. Biçe serayê, dergistya xwe li wir veşêre.
JASON
Erê ez diçim. Te du law ji min dizîn.
MEDEA
Li hêvîyê be, dema tu yextyar bû tu dê şînê bikşînî.
JASON
Zarokên min î delal.
MEDEA
Erê, ji min. Ne tu.
JASON
Erê, ji te, ku ew kuştin?
MEDEA
Min xwest te biêşînim.
JASON
Ez nema tehamil dikim! Xwe bide alîyekî, ez dixwazim wan himêz bikim,
maç bikim!
MEDEA
Nuha, tu bi wan re daxêvî, silavê li wan dikî, te berê ew diqewirandin.
JASON
Ji bo xwedê, bihêle ez bihingivim ew destên wan î nazik.
MEDEA
Na, qe jî na. Van çêyîyên xwe ji xwe re hilîne.
JASON
Ho, Zeus ji te eyan e, bê ev keftara kirêt, ev şepal, kujera zarokên xwe,
çawa, nahêle ez nêzîkî termê wan jî bibim!?
Tişta ez dikarim û ya ku divê, dê dîsan bikim:
Ez dê li ser wan bigrîm, li ser her du zarokên xwe,
ez dê gilî gazincên xwe bighînim xwedayan, wan bikim şahid
ku tu, bi dû ku te ew kuştine, tu nahêle ez nêzîkî wan bibim û wan veşêrim.
Û ez ji dil dixwazim, xwedê bikira, ez qe bi te re raneketibama.
Ew deya ku bû kujerê zarokên xwe!
KORO
Zeus ê li Olympos tu şêdar e
pitirê caran xwedan hêvîyan li ba me diafirînin
lê kêmcaran xwezîyên me bi cih tên
lewra xwedan rêyekê ku em qet ne li benda ne hildibijêre.
Û ev jî bi vî babetî qedîya.
-DAWÎN-

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev