—COGA HENASEYÊ—

—COGA HENASEYÊ—

Kurê Reşîd

 

Hemû xaneyên mirov ji boy çalakiyên xwe, molekula ATPyê wekî çavkaniya enerjiyê bi kar tînin. ATP(Adenozîna sê fosfatî) di xaneyan de ji hilweşandina xurekên wekî,glukoz, glîserol, asîda çewrî, asîda amînî tê bi destxistin. Ji boy hilweşandina xurekan, li gel endamok û enzîman, pêdiviya xaneyê bi molekula oksîjenê jî heye. Hewa %21 oksîjen lixwe digire.

 

Divê ev oksîjena hewayê bigîhije hemû şane û xaneyên laş. Gava xurek bi navbeynkariya oksîjenê tê hilweşandin boy ATPyê, gaza karbona dîoksîd jî wekî madeya paşmayî peyda dibe. Divê karbona dîoksîd a nav xaneyan, ji xaneyên kurahiya laş de bê avêtin boy derveyî laş. Ji boy alûgor(guhertin) û guhaztina oksîjen û karbona dîoksîdê koendama henaseyê û koendama dileûleyê bi hev re kar dikin.

Coga henaseyê jî beşek ji kondama henaseyê ye. Erka coga henaseyê, guhaztin û alûgora gazan a li navbera hewa û koendama dilelûleyê(bi îngilîzî:cardiovascular system) ye, lê li gel vî karê, hin erkên din ên coga henaseyê jî heye, evana; germkirin, paqijkirin û şêdarkirina hewayê, dabînkirina bergiriya giştî, peydakirina deng, û bêhn girtin e. Coga henaseyê ji difin û devê mirov dest pê dike hetanî pişikan dirêj dibe, di kotahiya coga henaseyê de sikildanokên hewayê heye.

 

–Pêkhateya coga henaseyê–

Rûyê navî ya coga henaseyê bi rûkeşexaneyan ve dapoşî ye. Di nav rûkeşexaneyan de hin xaneyên derdanî hene navê van rûkeşexaneyan “xaneyên goblet” e. Xaneyên goblet lîncemade (bi îngilîzî, mucus) derdide. Ji ber derdana xaneyên gobletê,rûyê rûkeşexane jî bi lîncemade dapoşî ye û rûyê coga herisê hertim şêdar e. Rûkeşexaneyên difnekelên, borîhewa û liqeborihewa xaneyên kûlkdar(bi îngilîzî: ciliated cell) lixwe digirin. Qirrik, borîhewa û liqeborîhewa pêkhateyên kirkiragî ne.

 

–Beşên coga henaseyê–

Li gor cihên pêkhate û endaman, coga henaseyê dabeş dibe du beşan.

-Jorê coga henaseyê-
Difinekelên, gewrî û qirrik wekî beşa jorê ya coga henaseyê tê bi navkirin.

-Xwarê coga henaseyê –
Borîhewa, liqeborîhewa û pişik jî wekî beşa xwarê ya coga henaseyê tê bi navkirin. Pişik, borîkên hewa û sikildanokên hewayê lixwe digire.

Li gor guhaztin û alûgora gazan coga henaseyê dabeşê du beşa dibe

-Devera gihandinê-

di vî beşa coga herisê de gazên henaseyê ji difin ber bi pişikan ve, an jî ji pişikan ber bi dev û difin ve tê guhaztin. Difin, gewrî, qirrik, borîhewa, liqeborîhewa û borîkên hewa pêkhateyên devera gîhandinê ne. Oksîjen û karbona dîoksîdê di nav van pêkhateyan de tê gîhandin.

-Devera henasedanê-
Di vî deverê de raste rast alûgora gazan rû dide. Coga kîsikê sikoldanokê û sikildanokên hewayê beşa devera henasedanê ye.

 

–Cureyên henasedanê–

Di laşê mirov de du cure henasedan rû dide, henasedana derve û henasedana navî. Di navbera hewa û xwînê de alûgora gazan wekî henasedana derve tê bi navkirin. Henasedana derve bi navbeynkariya coga henaseyê, di pişikan de rû dide. Di navbera xwîn û xaneyên laş de alûgora gazan jî wekî henasedana navî bi nav dibe. Henasedana navî bi navbeynkariya koendama dilelûleyê pêk tê.

 

* Ev xebat li ser malpera wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Coga_henasey%C3%AA

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev