Nameyên evînî – 95

Nameyên evînî – 95

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤
Qet nikarim ji te dûr bikevim. Tenê hêvîya ku ezê careke din vegerim cem te, min zindî dihêle.

 

¤¤¤

Ez bi te ra weke ku her ro diguhêrim. Heta berî weke du mehan jî difikirîm, ku eger Nura min rojekê dengê xwe ser min bilind bike, an jî ji min aciz be, ezê hema bona xatirê rehetîya wê, Nura xwe bêy xwe bihêlim. Dema bihêlim ji mal derkevim jî, ezê hîç tiştek ji malê nebim, ezê behsa malê jî nekim, ezê hemû jê ra bihêlim. Ezê tenê wan tiştan bibim, ku jê ra ne lazim in, an jî wê aciz dikin. Ezê wisa bikim, ku hîç kes nizanibe ez li ku me. Nura min jî nizanibe. Lê ezê ji bêrîkirinê her ro bêm ber mala wê, ewqas bisekinim, ku ji mal derkeve, ez wê bibînim, lê ew min nebîne. Ew roja dernekeve jî, ezê hîç aciz nebim, ku bi sietan sekinîm, Nura min derneket, min ew ne dît. Ezê zewqê bigirim ku bo wê ewqas mam.
Lê îşev ez wisa nefikirîm. Rewşeke wisa saz bûbû, min tu rê ne dît, min xwest Nura min li min xe, sîleyeke bi dilê xwe li ser çavên min xe, ku agir ji çavên min bipeke, belkî rehet be. Tiştê min bikira, ezê bêdeng rabûma biçûma odeyeke din, ode li ser xwe dada û têr bigirîyama. Ezê ji mal derneketama, ji ber ku zanim Nura min di wê rewşê da jî ji min gelek hez dike û wê bêrîya min bike, ji bêrîkirinê dikare biêşe. Dema berbangê Nura min rabe, wê yekser bê min hemêz bike, belkî bêje bibore. Lê wê daxwezeke min a hemêzkirina Nura tunebe, lê ezê bixwezim Nura ezîz min ji hemêza xwe bernede.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev