Seydayê Tîrêj di “neynika” Xalis Miswer de

Seydayê Tîrêj di “neynika” Xalis Miswer de

Ferîd Mîtan

 

Kakil 9
Nirxandina çend berheman ji hêla nivîskarên Kovara Hawarê ve ne tê de, bi qasî ku min xwendiye û ez jê agahdar im, di civata nivîskarên rojavayê Kurdistanê de rexnekirina berhemên wêjeyî -dibe ku- cara pêşîn bi pênûsa nivîskar Rezoyê Osê bûye. Bi awireka jidil û bi awayekî birêkûpêk berhemên Mehmed Uzun û nivîskarên din rexne dikirin. Di salên 90î de jî, nivîskar Deham Evdilfetah berhemeka ku tê de 5 berhevokên helbestan rexne dike deranî.
Salên dawîyê, êdî têgeha “rexne”yê li ser hemî zimanan e, lê belê ji zimanan danegerîyaye û nebûye nivîseka rexneyî ya hêja û bilind.

 

Neynikandin 
Roja pêncşemê, 15ê tebaxa 2019an, di bernameya xwe ya nûdestpêbûyî (Helbest û Rexne) de ku di Radyoya Bûyer FMê de tê weşandin, bêjer û birêveberê bernameyê, nivîskar Xalis Misewer, xeleka xwe ji bo rexnekirina berhemên Seydayê Tîrêj terxan kiribû û helbestên wî dan ber “neynika rexneyê”. Misewerî Tîrêj da ber “neynik”ê û nivîskarên Hisiçayê jî, hemşarîyên Tîrêjî, Xalis Misewer dan ber tevir û biviran û bi kelgermî pijiqînê; di facebookan de qîlên xwe zîqandin û gotinên herî hişk daweşandinê.
Ji ber ku helbestên hemî helbestvan û seydayan ne niviştên pîroz û gotinên Xwedayî ne, nirxandin û rexnekirina wan tiştekî gellekî normal û licih e. Heke şaşî û kêmasîyên rexnevan hebin jî, nivîsîn û destnîşankirina wan şaşîyan bersiva herî guncaw e.
Tevî ku ez hinekî ji meseleya helbestê bi dûr im û min hêj hespê xwe di qada rexneyê de nebezandiye jî, lê ez ê vê carê bidim xatirê xatiran û di kezeba vê Kakilê de serîyekî bikişînim.

 

Parzinîna berhemeka kurdî di parzûneka erebî de
Xeleka navbihurî (Helbest û Rexne, Bûyer FM) 42 xulekan/deqeyan diajo, ji silavê heta bi xatirxwestinê, bêjerê bernameyê hem di xwendina ji pelê hem jî di axaftina xwe ya kurdî de zêde zêde dilikume, nexasim di kêşana lêkera “bi kar anîn”ê de. Serê pêşîn mirov texmîn dike ku ev likumîna han ji ber heyecan û tirsa ji mîkrofon û kamîrayê ye, lê çaxa ku di heman xelekê de bi dengekî qube û bilind, nola kewekî ribat, helbestên erebî bi ritmeka lihevhatî dixwîne, mirov tê digihîje ku likumîn û kumişîna wî ji ber lawazî û tênegihiştina di kurdî de ye. Ya herî kambax jî ew e ku di her kêlîyekê de û zêdetir ji 10 caran, ji bo ku nerîna xwe piştrast bike, Misewer xwe disipêre pend û gotinên erebî û gotinên nivîskarên ereb dubare û sêbare dike; gencîneya zargotina kurdî ya ku bi pend û biwêjan ve tije ye paşguh dike û heçku nivîskarên kurd li dunyayê tune bin, bi şaşî be jî, nav û gotinên nivîskarekî nabêje.

Her çi qas -heta astekê- gotinên wî hinekî nêzîkî aqilan û mantiqî bin jî, lê belê tevaya xelekê li dor du – sê babetên wisa ye ku çarçoveya wan gellekî teng e û hewce nake rexnevan 10 caran li dor wan bênderan bigerîne; rexneya pêşîn a ku Misewer zêde zêde dubare dike, bikaranîna peyvên klîşe û kevin (“bejn û bal”ê mînak dide), ya duyan muzîka helbestê ye.
“Xan û eywan tim li wî zindan û hebs û çale bû”.

Ji bo ku Misewer di rexnekirina muzîka helbestê de nerîna xwe bipeyitîne, dibêje gerek “tim”a di malika jorîn de bê avêtin, ji ber ku bi nerîna wî ev “tim” gotineka gelêrî ye û tiştekî li helbestê zêde nake, “vê ‘timê’ helbest kuşt”! Hokereka nola “tim”ê ku di warê çendanîyê de hevok û malikan xurt û sergihayî dike, çawa zêde ye û bi çi rengî malikê dikuje? Bi her halî ew bi ya xwe dike û “tim”ê diavêje, lê ji ber ku wezna malikê dişike, ew dike nake helbest pê re nayê xwendin, lê dîsa dibêje wek min baştir û xweştir e!

“Berxweş e wek mêwa tirî”
Dema ku Misewer malika jorîn dide ber “neynika rexneyê”, xwe ji reh û rîşên bêjeya “berxweş”ê bi dûr dixîne û li gor zanebûna xwe şirove dike; li gor wî “berxweş” rengdêra wê darê ye ya ku dora wê (li ber wê) hatiye xepartin û merdan, hatiye xweşkirin! Lê rastî ne ev e; dara berxweş ew dar e ya ku berê wê (heke tirî be tirîyê wê, heke hejîr be hejîrê wê…) xweş e. Xwînerekî kurd yan jî gundîyekî kurd be, heke tu jê bipirsî, bê guman ew ê bi dest xwe re binase ka wateya “mêwa berxweş” çi ye, îcar çawa ku nivîskarekî rexnevan be!
“Pênûsa ko li asîmanê Kurdistanê tu firandiyî”.

Têhna rexnevanê me bi rexnekirina muzîka helbestê û bikaranîna bêjeyan naşike, loma berê xwe dide rêzimanê û hebûna “ko”yê di helbesta jorîn de şaş dibîne û li pêş herikîna dengî wekî asteng û kelem bi nav dike! Lê “ko”ya ku di koka xwe de gihanek e, tam ji bo girêdana di navbera peyv û kompeyvan de tê bikaranîn û berevajî angaşta Misewer, ew “ko”ya di malika jorîn de hatiye bikaranîn di rêzimanê de “cînavka girêkî” ye û ji bo herikîn û girêdanê, her wiha ji bo dubarenekirinê tê nivîsîn.

Di heman malikê de, Misewer kêşana lêkera “firandiyî” wekî “xeta nihewî” (şaşîyeke rêzimanî) bi nav dike, bê ku kirde û biresera hevokê destnîşan bike. Ya herî sosret jî ew e dema ku dibêje divê li şûna “firandiyî” “firandî” bihata nivîsîn! Ez ê ji wiha dirêjtir nekim, lê ez dibêjim heke rexnevan Xalis Misewer “dema borîya têdeyî” ji “dema borîya dûdar” ferq bikira, bê guman wî yê rexneyeka wiha nekira û ev kêşana rast û durist bi “xeta nihewî” bi nav nekira.

Mirov çi qasî bixwaze dikare vê nivîsê vezilîne û têbînîyan bi ser hev de binijinîne, lê ji bo “Kakil”ê, gihandina kakilê bes e…

http://re-platform.com/ku/formation/kakil-9-seydaye-tirej-di-neynika-xalis-miswer-de-ferid-mitan/?fbclid=IwAR1gUYNmhnFwOhcgkAUN-K7-LLW2dOaoMBImmFSDjGnXreZOU8WpdjUivFc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev