ELO…….. DÎNO…….. BAFEYÎ

ELO…….. DÎNO…….. BAFEYÎ

Ehmedê Goyi

 

Ez Elo me, Elo me

Êloyê Bafeyî me

Hemberê neheqî me

Ne diz, ne rafizî me

 

Hinek têr û tejî ne

Xelkê me tev birçî ne

Kes halê wan napirse

Hûn  sax in, an mirî ne

 

Çemê Diclê pir xurt e

Bila kes nede zirte

Hûnê kotranî bidin

Rê tûne j’bafê wirde

 

Bazirgan tên Cizîr e

Bêşa xwe didin mîr e

Nabên heqê feqîran

Xwe dikin wek pismîre

 

Ez Eloyê mêrçak im

Neheqiyê qebûl nakim

Bazirganan distînim

Belengazan  belavdikim

 

Bazirganan kirin  çêr

Tevde çûbûn li bacêr

Gilîya Elo kirin

Jibo mîr birin gelik zêr

 

Bazirgan û kelekvan

Tev li mîr bûne mêhvan

Got, Elo dibê ez im

Axa û mezinê bohtan

 

Mîr ji hêrsan kir qêrîn

Wezîran li hev nêrîn

Tevde biryar sitandin

Birca belek şêwirîn

 

Jibo Elo esîr bigrin

Pend û pîlan çêkirin

Carîyekê gerden zîz

Xemilandin rêkirin

 

Sibê ber şewqa tavê

Gihiştin  gundê bafê

Xemilandin bûk a can

Dîlan girtin ser avê

 

Mizgênî dan elyê şêr

Ji Amedê tên jin û mêr

Mîr diyarî şandiye

Tev bûk û ziynet û zêr

 

Elo kiribûn zava

De xweşmêr bêxin dava

Dan Elo şerbet û mey

Bûk da wî cotên sêva

 

Dîlan û şahî kirin

Mey danê, serxweş kirin

Serê sibê berbangê

Dest qeyd û zincîr kirin

 

Gilya wî ba mîr kirin

Ferman bi lez rêkirin

Ferman ji destê Mîr e

Bê dadgeh ceza kirin

 

Zindana  Memê  Alan

Heyfa simbêlên qeytan

Ar berdan mumên şima

Xistin nav herdû milan

 

Mîr hatibû zîndanê

Serxweş bu ji keyfane

Ji minre got, Elîko

Ez im mîr ê Botane

 

Mîr bi min pir keyfhal e

Ka bêj çi hal ji vî hale

Ka bêje tu Eliko

Nexweştir e binale

 

Min go heger tu mêr bî

Xwarin mal de bê xêr bî

Mêvanek bête hundir

Tu bimrî ê çêtir bi

 

Min çawa ev gotin  got

Çav lê bîn eyn wek bizot

Got herasan zû vekin

Elo ceger li min sot

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

Şirovekirin hatine girtin.