Engels, Nasyonalî û enternasyonalî

Engels, Nasyonalî û enternasyonalî

Fuat Önen

 

Marks û Engels weke damezrênerên sosyalizma zanîstî têne nasîn. Teorîya Marksîst ji felsefe, îktîsada sîyasî û sosyolojîyê pêk tê. Di dema xwe de asoyeke berfireh raxistiye ber dijberên sîstema kapîtalîst. Îro jî ji bo fahmkirin û guherîna sîstema kapîtalîst gencîneyek e ev teorî.

 

Teorîyeke marksîzmê ya hevgirtî li ser netewe û neteweperwerîyê tune ye. Kêşeyên neteweyî di xebatên Marks û Engels de ne li pêş in. Bala wan li ser şoreşa cîhanê û têkoşîna çînî ye. Car caran li ser kêşeyên neteweyî yên aktüel (Polonya, Îrlanda) hin makale an nameyên wan hebin û hin ceribandinên wan li ser vê mijarê hebin jî ji wan re nebûye mijareke esasî ku vê teorize bikin.

 

Her çend di serdema Lenîn de li ser vê mijarê gelek nivîs hatibin nivîsandin û di hin kêşeyên neteweyî de helwest hatibin girtin jî di vê serdemê de jî teorîyeke bi rêk û pêk di mijara netewe û neteweperwerîyê de saz nebûye.

 

Marks û Engels împaratorîya Brîtanya û Rûsya weke navenda kevneperestîyê tesbît kirine û piştgirî dane şerên neteweyî yên li dijî van împaratorîyan. Ji ber vê yekê ye ku nivîsarên wan bêtir li ser têkoşîna neteweyî ya Polonya û Îrlanda ye. Hin gotinên wan bi fahmê îro weke nîjadparêzî dikare bê nirxandin. Weke ku tasnîfa wan ya ku dibêjin “gelên pêşverû” û gelên paşverû”. An weke ku Engels di vê nameya xwe de dibêje “gelen qambihost”(cuce). Bi ya min ev gotinên wan divê li gor mercên wê demê, hedefên wan ên esasî û analîzên wan ên derheq navenda paşverûtîya cîhanê ve bê nirxandin.

 

Piştî ku di nav şoreşgerên Polonî de nîqaşên tûnd çê dibe û weke terefê neteweyî û terefê navneteweyî dibin du parçe, Kautsky ji Engels nirxandinekê dixwaze. Ev nameya ku ji alîyê Mamoste Baran Rizgar ve ji îngîlîzî hatiye wergerandin bo Kurmancî nirxandina Engels e. Gelek analîzên cidî di mijara nasyonalî û enternasyonalî dihewîne ev name. Ev name şeqameke tund e ji bo wan kes û rêxistinên ku li ser navê marksîzmê li dijî serxwebûna Kurdistanê û peywira komunîstên Kurdistanê yên neteweyî derdikevin. Ji bo vê wergerê em sipasdarê Baran Rizgar in û hêvîdar im ku bê xwendin û nirxandin.

 

Pelkurd.com

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev