Serokên Şaredariyan qurbaniyên Tîfaqa Milet/CHPê ne

Serokên Şaredariyan qurbaniyên Tîfaqa Milet/CHPê ne

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Beriya vê demekê serokên şaredariyên Amedê, Wanê, Mêrdînê ji wezîfeyê hatin girtin û di ciyê wan de qayyûm hatin dest nîşan kirin. Ev biryara ji aliyê Wezîrê Derve yê dewleta Tirk de hatin dest nîşan kirin.

Lê hîç şik tune ye ku ev siyaseta Hikûmet-Dewletê  ye. Loma jî divê mijar di çarçeweya siyaseta hikûmet–dewletê de bê şirove kirin.

Serokên sê şardedariyan piştî hilbijartinê 5 mehan ji wezîfeyê hatin girtin. Sê serokên şaredariya hîn derfet û firseta karûxebatên bingehî jî nedîtibûn.Bawer dikim ku perekî ji Qendîlê re were şandin jî hîn di destê wan de çênebibû.

Dema ku sê serokên şaredariyan ji wezîfeyê hatin girtin, pêwendiyê wan bi PKKê re û ji PKKê re alîkarî û ji PKKê alîkarî girtin, hat diyar kirin.

Loma jî hikûmet-dewlet dibêje ku ev biryara me, biryareke hiquqî ye. Lê bi giştî tu kes vê biryarê wek biryara hiqûqî nepejirîne, wek biryareke siyasî dipejirîne.

Ez jî di wê nerînê de me ku biryara hikûmet-dewletê, biryareke siyasî ye.

Lê ew kesên dibêjin ku biryara siyasî ye, hîç şik tune ye ku wateyên cûda didin vê tespîtê. Ez jî wateyeke cuda Didim vê tespîtê.

Ji bona ku biryara hikûmetê-dewletê hiqûqî be, divê di derbarê sê serokên şarediyan de biryareke dadgehê ya nû hebe ku pêwendiyên wan bi PKKê re heye, ji PKkê re alîkarî dikin, ji PKKê alîkarî digrin.

Tê zanîn ku di derbarê her sê serokên şaredariyan de beriya hilbijartina herêmî lêpirsîn hebûn, di derbarê wan de darizandinan dom dikir, serokê şaredariya Amedê û Mêrdînê hepis jî bibûn û hatibûn berdan.

Loma jî heger mijar hiqûqî bûya, divê Dadgeha Bilind ya hilbijartinê (YSKê) îzin neda namzetiya van kesên bûne serokên şaredariyê.

Ji aliyê din de ev biryara hikûmet-dewletê ne hiqûqî û maqûl e. lewra serokê PKKê Ocalan e. Hikûm-Dewletê û Tîfaqa Cûmhûr beriya hilbijartina Şaredariya Stenbolê (23 Hezîranê) xwest ku ji Serokê PKKê piştgirî bigre. Loma jî kesekî bi şik şand ji Ocalan re. Ocalan bi wasiteya wî daxuyanî diyar kir ku HDPê deng nede tu terefan, divê bê teref bin.

Ew helwesta jî di berjewendî û qezenca Tîfaqa Cûmhûr de bû.

Ji aliyekî de, tu ji serokê PKKê piştgirî bigrî, ji aliyê din de sê serokên şaredariyan bi pêwendiya PKkê tohmat bikî û ji wezîfeyê bigrî, ew çiqas dibe pirseke hiqûqî û rast û bi edalet (dad)?

Hîç şik tuıne ye ku bersîva vê pirsê diyar dike ku biryara di derbarê sê serokên şaredariyan de hatiye girtin ne hiqûqî ye, siyasî ye. Ev biryara ji aliyê hiqûqî de bê wate û ne cidî ye.

Wek tê zanîn, PKKê nebe HDPê nabe. HDPê jî bi gelek wateyan dipejirîne ku eleqeya wan bi PKKê re heye. Em her tiştekî em bidin aliyekî, HDPê dibêje ku “di çareserkirina pirsa Kurd û PKKê de Ocalan mûhatab e û xwediyê biryar e.”

Gelo Ocalan kî ye? Ocalan serokê PKKê yê bê minqaşeyê. Dema ku HDP bi PKKê û Ocalan ve xwediyê pêwendiyê be, bi wateyeke din hebûna PKKê bi Ocalan û HDPê re girêdayî be; di derbarê HDPê de biryarek û darizandineke esasî nebe; ji aliyê din de parlamenterên HDPê di meclîsa Tirkan de kar bikin, meaşên xwe bigrin; ji derveyî sê serokên şaredariyê gelek serokên şaredarî yên HDPê karên xwe bimeşînin, biryara di derbarê sê serokên şaredariyan de hatine girtin, çewa dibe biryareke hiqûqî?

Mijareke din ya girîng heye ku HDPê di hilbjartina herêmî de li gelek bajarên metropolên Tirk dengên xwe dan Tîfaqa Milet û CHPê;  şaredariyên ku ew qet nikaribin qezenç bikin, qezenç kirin. Bi Tîfaqa Cûmhûr û AK Partiyê jî şaredariyên metropolan dan wenda kirin. Gelo HDPê heger hevalbendê PKKê ye, ji PKKê alîkarî digre û alîkarî dide PKKê, heger serokên şaredariyên CHPê ji wezîfeyê nayên girtin, bes serokşeradariyên HDPê ji wezîfeya bê girtin, ew biryara çewa dibe biryareke hiqûqî?

Ev biraya bi şerê kurd û tirk jî nayê watedar kirin. Lewra HDPê xwe wek partiyeke Kurd û Kurdistanê  qebûl nake.

Ev biraya bi ne demokratîkbûnê  jî nayê îzah kirin. Lewra eleqeuya hikûmedewletê û mixalefetê û HDPê bi demokrasiyê re jî tune ye.

Wê demê dê bê pirsîn ku gelo sebep çi ye ku sê şaredariyên bajarên Kurdistanê ji wezîfeyê hatin girtin?

Wek tê zanîn beriya hilbijartina herêmî, di navbeyna tirkan û partiyên wan de şerekî û dijberiyeke gelek xurt hebû. HDPê jî beşek ji vî şerî bû. HDPê li hemberî Hikûmetê û Tîfaqa Cûmhûr, li cem Tîfaqa Milet û CHPê cî girt,  li dijî Hikûmetê şer kir.

Di hilbijartinê de HDP gelek aşkere dengên xwe dan CHPê. CHPê li bajarên mezin yên wek Stenbol, Enqere, Edene, Mersîn, Antalya ku CHPê qet dikarî şaredariyan qezenç bike, qezenç kir. Tîfaqa Cûmhûr û Hikûmetê jî wenda kir.

Loma Hikûmetê di şexsa îfaqa Milet/CHPê de sê serokên şeradariyan ciza kir û ji wezîfeyê wergirt.

Ew jî gelek aşkere diyar dike ku sedema bingehî ya ku sê serokên şaredariyê ji wezîfeyê hatine wergirtin, şerê Tirkan ya di nav dewletê de ye. Ew sê serokên şaredariyan qûrbanê şerê tirkan ya nav dewletê ne.

Lê divê HDPê jî baş bizane ku PKK ji aliyê dewletê û dinyayê de wek rexistineke teroriyê tê pejirandin. HDPê ji bona ku ji derdê PKKê nekeve beleyan divê bibe rêxistineke azad. Ji PKKê dûr bikeve. Lê diyar e ku ew jî ne mimkun e. Lewra PKKê nebe, HDPê nabe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev