Enternasyonalîzma Dînî û Serxwebûna Kurdistanê -1

Enternasyonalîzma Dînî û Serxwebûna Kurdistanê -1
Em ji îro da 3 beşên nivîseke delal ji malpera ”Pêlkurd”ê diweşînin. Fermo, îro beşa pêşin bixwînin!
Hüseyin Siyabend Aytemur
Ji bo referandûma sexwebûna Kurdistanê ku di 25ê Îlonê de hat kirin, min jî piştgiriya manewî nîşan da. Yek ji hincetên vê piştgiriyê jî ev mijar e: Gelek mesele hene ku hin caran, di navbera maneya wan a zihnî, çarçoveya wan a teorîk û îspata wan objektîf û pêkhatina wan a zanistî de ferq heye. Ev ferq carnan wek nakokiyeykê jî xuya dibe. Ev yek, ji problemên herî mezin e ku alim, rewşenbîr, kurd û tirk tê de şaşiyan dikin. Gelek slogan hene ku di nîqaşên bi kelecan û xweş de tên hildan! Ew jî ” hemwelatîbûna cihanê, hebûna sereke ya însên, yek dunya, malbata însaniyetê, ummet, enternasyonalîzm, biratiya gelan, humanîzm, ….! e. Yek ji van sloganên zihnî ku dixwazin li ber kurd – tirkan şêrîn û xweş nîşan bikin, ummetbûn an jî enternasyonalîzm e ku bi taybet di nav miletên Rojhilata Navîn, Asya û Efrîkayê de peyda dibe.
Ev slogan, gelek xweşiya hîssên însanan diçe, wek îdealeke exlaqî ya herî xweş, fikr û ramaneke gelek zarîf û nazîk xuya dike. Lê dema dikeve pratîkê dibe sedema bobeletan. Lê cihê kêfxweşiyê ye ku însaniyetê vê bobelatê gelek caran tercrûbe kiriye. Heke fikrek, îdeolojiyek, ji dîrokê şîretan negre, dê bi tenê xwe di nav romantîzm û xeyaleke xam de bibîne. Dê nikaribe riyekê deyne pêşiya xwe.
Tarîxa Însaniyetê, sê cure entarnasyonalîzm tecrûbe kirine.
1-Enternasyonalîzma dînî û ummetbûn(Ev tez ne aîdî îslamiyetê ye, aîdî xiristiyaniyê ye)
2-Enternasyonalîzma çînî (Ev teza sosyalîzmê ye)
3-Enternasyonalîzm însanî (Ev jî teza humanîzmê ye) Enternasyolîzma Dînê Xiristiyaniyê
Di dîrokê de, tu hêz wekî xiristiyaniyê, xwîna kesên xiristîyan an ne xirsîtiyan nerijandiye. Tiştê ecêb ew e ku ev dîn yê kesekî wisa ye ku gotiye; gava li sûretê te xistin tu sûretê xwe yê din jî bide ber wan, di dîrokê de tu kesî bi qasî wî ji xwînrijandinê nefret nekiriye û heta nefret kiriye ku xwîna dijminê wî jî bê rijandin! Ev nakokiyeke mezin e; lê belê pêk hatiye .
Dêr, wekî ku li rûyê dinê nûnerê selteneta îlahî ye, tevdigeriya, hemû însanan di şiklê keriyê pez de dihesiband û wisa bawer dikir ku Xwedê, Papa jî wek şivanê vî keriyê wezîfedar kiriye. Ew kesên ne xiristiyan bûn, nikaribûn tevli vî keriyî bibûna. Di heman demê de, ew kesên ku ligel xiristiyan bûn jî heke îteatê Papa nekirana jî nikaribûn têketana nav keriyê Xwedê. Ji ber vê lazim e mirov her duyan jî bi şûr bikûje.
Gelê tu welatekî nikare bi awayekî azad û li gorî dilê xwe jiyanekê bimeşîne. Ji aliyê Mesîh ve dêrê diyar kiriye ku wê çawa bijîn. Mafê gelan ê xwebirêvebirinê tune. Divê ji aliyê Mesîh ve dêr wan bi rê ve bibe. Mafê tu civakê tune ku bi zimanê xwe biaxive û zarokên xwe perwerde bike. Lewra latînî zimanê Xwedê ye. Heke xiristiyanên welatekî, Încîla fermî wergerînîn zimanên xwe û wisa biweşînin dê wek ku ji wî keriyî veqetîne û derktine bê hesibandin.
Derbarê destpêkirina serdema modern û bidawîbûna serdema navîn de tiştek heye ku ew jî pir hindik tê bilêvkirin; li Ewropayê yanê li cihê ku tesîra dêra Katolîkan hebû, bi awayekî hevdem bi hereketa fikrî û zanistî ya Ronesansê re, derketina ew tevgerên neteweyî bû. Lewra wan hereketan, di warê siyaset û fikrî de, ew dewleta siyasetê û aqlê enternasyonalîst an jî gerdûnî yê dêra Katolîk, perçiqand. Di nava vê hereketê de miletên Ewropayî ên wekî Îngîlîz, Fransiz, Elman, Spanyol û hwd. derketin û li hember Romayê serxwebûna xwe bi dest xistin. Piştre jî dewleta xwe ya neteweyî xistin cihê dewleta xiristiyan a Papa. (Spanyaya wê rojê û ya îro, di çarçoveya Katalonyayê de binirxînin.)
Gotinên van hereketan ên li hember dewleta Latîn ev bûn:
1-Li hember dewleta xiristiyan a Romayê ku xwe ji milletan mezin dihesiband û hikm li miletan dikir, dewletên ku îradeya gelan nişan didin, hene.
2-Li hember dibistana dêrê ku ji bilî dîn her tişt qedexe dikir, avabûna wan dibistanên ku perwerdeya edebiyat, zanist, çand û dîroka miletan didan.
3-Bi ferzkirina dêrê her kes mecbûr bû bi zimanê latînî perwerde bibe, lê derfet çêbû ku her kes li gor edet û bi zimanê xwe were perwerdekirin.
4-Dêrê digot; latinî zimanê Încîl û yê Xwedê ye. Heke Încîl ji bo zimanên din bê wergerandin û bi van zimanan bê weşandin wê tesîra wê kêm bibe û bi vî rengî dê mudaxaleyî kar û barê Xwedî bê kirin. Li hember vê teasûba hişk a dêrê jî van hereketan digot; divê her kes bêyî navbeynkar karibe raste rast xwe bigihîne kitêba xwe ya dînî û Încîl ji bo zimanê hemû milletan bê wergerandin û belavkirin.
Ya balkêş jî ew e ku Xwedê yanê Mesîh bi xwe latînî nizanibû. Pirtûka Pîroz û zimanê îlahî Îbrankî bû. Li dewleta gerdûnî ya umeta xiristiyan ya Mesîh, ji Romayê xelîfetiya împaratoriya Sezar bi vî zimanî gel dikirin bindest û ji vê re jî digotin em şaristaniya Latîn li dinyayê belav dikin. Ka kê dikaribû li ber vê çavê xwe bigirta?
Li hember enternasyonalîzma xiristiyanan, bi Ronesansê re hereketên neteweyî derketin. Ev jî bû wesîle ku ew ruhê mirî yê miletan şiyar bibe. Piştî rizgarbûna ji enternasyonalîzma xiristiyanî di nav miletan de coş û kelecanek çêbû. Ji sîstema dewleta kûrewî ya dêrê wêdetir dewletên wisa ava bûn li se reng û çanda milletê xwe xwe ava kirin. Ew gelên di bin esareta rengê Ewropayê de “li xwe vegeriyan” piştî bidestxistina şexsiyeteke wiha me dît ku ji nû ve ew argûnên tefandî gur bûn, aqlê wan hat serê wan, fikrên wan serî hildan û her miletî bi taybedmendiyên xwe dest bi hewl û hilberînan kir.
Bereksê gotinên alîgirên enternasyonalîzmê, dema welatên Ewropaya Serdema Navîn, ji rengê dewleta gerdûnî berê xwe da avakirina nasnameyên millî, di nav nêrîn û çarçoveyeke teng û netewê de asê neman. Bi tu awayî bêîstîkrariyek çênebû. Bereksê vê, ji vê heyamê û pê ve ew dinyaya ku bi sûrên Katolîsîzmê hatibû dorpêçkirin xera kirin, belavî parzemînên dinyayê bûn. Dinya nas kirin. Li hember axê; milet, ol û çandên beşerî, dinya û însan nas kirin.
Ev, nayê wê wateyê ku divê însan her tim wekî xwe bimîne, xwe pêş nexe û derî li beşeriyetê bigre, bereksê vê ev, îşareta herî xweş a îspatkirina wê heqîqetê ye ku ew riya rast a ber bi hûmanzîmê, di çêbûna mîliyetan re derbas dibe. Ew miliyet jî divê di bin tehaqûqa şexsiyeta însanî ya civakekê de pêk werin.
Heke ne wisa be, hûmanîzm an jî enternasyonalîzma ku li ser qebûlkirina cinsê însan hatine binavkirin û hemû reseniyên neteweyî red dikin, herî dawî wê veguherin emperyalîzma miletekî ya li hember miletekî din. Ji xwe wisa jî bû û me dît.
Tam di vê çarçoveyê de, Seîdê Kurdî jî di mijaran îslamiyet û fikra milliyetê de li ser îxtîlafa “Teorî û Rastiyê” disekine.Enternasyonalîzma Dînî/Îslamî
Me bi xwe jî wek Ewrûpayiyan zirar û ziyana enternasyonalîzma dînî dît. Di tarîxê de, tu dîn bi qasî îslamiyetê û bi taybet Cenabê Pêxember(s.x l.), bi gotin û pratîka xwe, li dijî teesûba qabîleyê ya cahiliyetê, şerê nîjadî û li dijî wê fikara ku qewm û nesebê min ji yê te baştir e, têkoşîn nedaye, behsa wekheviya ereb û eceman, qureyş ü hebeşan nekiriye. Ligel van hemûyan me kurdan bi sedan salan ji bilî wê yekê tiştek nedîtiye ku bi navê “enternasyonalîzma îslamî” û“ummetparêziya îslamî”, mezinên ereban û xulamên wan ên tirk û faris emperyalîzmeke tund û qebe ava kiriye ku ji aliyê dînî ve meşrû kirine. Îslamiyet însanan gazî; azadî, şerefê dike û dixwaze însan xwedî li qiymetê xwe derkeve.
Mirov dikare ferqa enternasyonalîzma îslamî û îslamiyeta ku Hz. Mihemed(s.x.l.) teblîx kiriye ji wê nîqaşê fêm bike ku tê gotin heke peyrewên Hz. Mihemed(s.x.l.) ensar an muhacir bin, wê demê Selmanê faris çi ye. Lewra ew ne ji xelkê Medîneyê bû, bendeyekî faris(an kurd) bû ku ji cihûyekî hatibû kirîn. Ji ber vê yekê ew ne ensar bû. Ji ber ku ji Mekkeyê jî koç nekiribû wek misilmanekî mihacir nedihat hesibandin. Dema ji Hz. Mihemed(s.x.l.) pirsa vê “statûya” Selam hat kirin wî jî got: “Selman yek ji ferdên malbata me ye.”
Divê mirov vê îfadeyê wek îltifatekê nehesîbîne. Piştî wefata pêxember jî navê wî di lîsteya fermî ya xîlafetê de hebû ku wek ferdekî malbata Cenabê Pêxember(s.x.l) ji Beytulmalê(xezîneya dewletê) meaş digirt. Kesên ku xwe wek warisên wî dihesibandin, bi awayekî resmî ji vî heqê xwe îstifade dikir.
Selman, bi vî rengî wek îstisnayek hatiye hesbinadin. Hetta derbarê Selman de îfadeyeke wisa jî heye ku tê gotin: “Tişta ku Selman ji îslamiyetê fêm kiriye Ebûzer bizanibûya dê wî wek kafirekî bihesibanda.” bi rîwayeteke din ‘dê wî bikuşta’ Bi vê gotin û îstisnaya ku me behsê kir, Selam ji kesekî wek Ebûzer ku gelek dihat hezkirin, mezintir hatiye hesibandin. Bi vî rengî diyar dibe ew tişta ku piştî wî bi navê enternasyonalîzma îslamî peyda dibe, wek emperyalîzmeke nijadî ye ku ji heyama cahiliyeyê hatiye û îddiayeke xalîfetiyê ye. Her wiha ev yek nîşan dide tu eleqe di navbera wekheviya milletan ku şiara îslamiyetê ye û tunekirina milliyetan de nîne, bereksê wê ziddê wê ye. Ji xwe bi peydabûna Ebbasiyan û pişt re bi avabûna hêzên siyasî ku bi gotina îro wek netewdewletên misliman tên hesbinadin, hewce nîne mirov gotineke din bike.
Di vir de mesele gelek eşkere û zelal e. Teşxîs, tehlîl û fêmkirina heqîqetê ji bobelatê zehmettir û xessastir e. Di tarîxê û hetta di roja me de, ji ber vê xeta û tevliheviyê, gelek çand û şaristanî tune bûne, hêzên zordar û êrîşkar, bo armancên xwe wek xefîfekê vedane.
Bi îfadeyek sade û kurtî ev şaşiya mezin ji ber xeteya di navbera “îdeolojiya însanî” û şexsiyeta kultûrî” de pêk hatiye.
Bi têkbirina serxwebûna malbatan, rêlibergirtin û qedexekirina fikr û hewlên azad, nikarin nasnameya milletekî tune bikin. Bereksê wê ev yek dibe wesîle ku millet li ser piyan bimînin û bi pêş bikevin. Lewra millet ne tiştekî wisa ku wek cesedan li ser hev hatine avêtin û wek heykelên fabrîkasyonî yek reng û şekil bin. Millet wek bedeneke xwedanê ruhekî bi wî rengî ye ku jiyan, hereket, pêşketin, hebûn û prastina xwe; bi rengên xwe yên; cuda, azad, pêşketî, bi motîvasyonên fitrî û fêmkirina ferqa di navberaa hîs û cazîbeyan de pêk tîne. Hetta vê bedena xwe carnan bi riya nakokiyan jî bi dest dixe.
Di vê çarçoveyê de banga “Serxwebûnê” ne ew tişt e ku mirov ji asilbûna însan an humanîzmê, berê xwe bide milliyetbûneke teng, egoistiyek û tesaûbeke nijadî. Bereksê wê ji halekî ku însan dibe xerîbê çanda xwe, hebûna xwe bê qiymet bihesibîne û nikaribe ji xwe re şexsiyeteke tarîxê ava bike; xwe digihîne wê qonaxê ku wek însanî tekamûl dibe, xwe pêş dixe û di encamê de armanca sereke ya însan pêk tîne. Bi riya emperyalîzm û mêtingeriyê êsîrgirtina milletan an jî bi riya enternasyonalîzma dînî, kes nikare xwe bigihîne wê qonaxê. Bereksê wê heke milletên azad, xwedan hişmendî û asîl, li ser esaseke “ azad û wekhevî” û “hevnasînê” werin ba hev dikarin xwe bigihînin wê qonax û meqamî.
Belê di seranserê dîrokê de, xiristiyanî û îslamiyetê, enternasyonalîzma dînî( merkeziyata siyasî yan dînî) tecrûbe kiriye. Vê tecrebûneyê ev yek ji me re nîşan daye. Taybetiya sereke ya enternasyonalîzmê ew e ku bila kurd, bibin xerîbê erdînîgariya Kurdistanê, eleqeya wan kêm bibe, welat û nifûsa wan bê kiymetkirin û berê xwe bidin ser riyeke ku nizanibin çi li pêşiya wan e. Ev yek di tarîxê de bûye sedema gelek êşan û di encamê de bûye sedem ku însanên herî paqij û hêja, bi destê însaniyetê bên qurbankirin.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev