Sofî Qaso

Sofî Qaso

Newaf Mîro

 

Êzidiyên welatê Xalta ango; derdorê deşta Bişêriyê gelek carî Sofî Qaso bibîrtînin. Di salên 1960 û 1970yî de gava Êzîdî diçûn Batmanê ji bo pêdiviyên xwe, rastî êrişê Sofî Qaso û mirîdên derdora wî yên misilman dihatin. Êzîdî diketin trênê û xwe di trênê de vedişartin. Lê Sofî Qaso diket trênê û digot; bîhna Êzîdiya tê. Gelek carî Êzidî rastî çêr, êriş û kotekiyên wan dihatin.

 

Hevalê min Cemîl dibêje: ez hê zarok bûm, ez bi kalê xwe re çûbûm Batmanê, û di nîvê Batmanê de bi kevira dane ser me. Min û kalê xwe cîh nedidît xwe bikinê. Wey li wî kevira biavêje û çêra bike bi me. Heta me xwe gihand dikandarê Kalê min kirîn li ba wî dikir. Em xistin paşîya dikanê heta bi koteka çûn. Ez heta rojekê li dinya yê sax bim ew tirs û çêr ji bîra min naçin.

 

Di hevpeyvînekê bi min re Prof. Îlhan Kizilhan dibêje: yê biçûya Batmanê gava êvarê bi silametî vegeriya malê mizgînî bû ji bo gundê me. Helbet mînak pirr in. Bi hêviya yên serpêhatiya zanibin binivîsin.

 

Dibe ku Sofî Qaso beriya çend bava Misilman bûbe. Dibe ji bo xwe ji bo derdorê xwe xalis muxlis misilman nîşan bide ew yek dikir. Hingê derdor Misilman bû û ew Misilmanetî bi kêrî kar û têgeha wî dihat. Ew li gorî nêrîna xwe misilmanê herî durist bû.

 

Lê niha jî ew têgeh û rêbaza Sofî Qaso heye. Ne şerte Êzidî ola xwe biguherînin. Tenê pêwîst e dilsoz û dildarê alîyekî be. Gava alî hebe, ew wî mafê bi xwe re dibîne êrîş û çêra bike bi aliyekî din. Tenê wê pîvan û rêbazê bikartînin ji bo êrîşî alîyê din bike. Helbet yê ji wan re li çepikan didin jî hene.

 

Bi qasî ez dizanim ne partiyên kurda, ne jî camêrên ne Êzidî vê yekê ji wan dixwazin. Tenê ew Êzîdiyên di kirasê Sofî Qaso de vê yekê dikin û dixwazin. Ger armanc Mîr e, geh Apocî ne, geh Barzanî ne, geh Ereb in, yan Tirk, Almanya jî carna nesîbê xwe distîne. Civak û qencê Êzidiya dê bi sala ked û xebatê bidinê, dê yekê dî ji alîyekî ve were û her tiştî tar û mar bike. Armanca wan qet ne parastina Êzîdîya û nirxên ola êzîdiya ye, heta ne Kurd û Kurdistan e jî û ne partiyeke jî, ew wê bikartînin li dijî hin alîyê ew jê ne xweş. Yên herî radîkal, Barzanî, Talabanî û heta radeyekê Apocî îro di nav Êzdîya de neyartiya hevkar û hogirên xwe yên berê dikin. Ew kes berê radîkal “Kurd” îro jî radîkal “Êzidî” ne.

 

Mirov ne ji hinekan mirov e, mirov ji bo xwe mirov e. Em Êzîdî ne, ne ji hin kes û alîya, em di xweza û rihê xwe de ne Êzidî bin, dê Êzîdîtî weke kiras û ebayekê be. Li xwe kirin û ji xwe kirin jî hêsan e.

 

Heyrana w,e nebin destikê dijmina û nebin neyarê qewmê xwe!

Mirovê qedrê xwe û nirxên xwe negire tu kes yê wan negire!

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev