ÇIQÊ SYAWÛŞ -1

ÇIQÊ SYAWÛŞ -1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 106an me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhema bi sernavê ”Çiqê Syawûşraberî we bikin. Beşa pêşin îro bixînin, beşa duduyan heftêya pêş me tê çapkirin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 194

 

ÇIQÊ SYAWÛŞ

 

Carekê caran, reme li dê û bavê hadir û guhdêran.

Yek hebû jêra digotin Gêvoyê Goderz,

Wezîrê Kinkaûs padşa bû:

Wezîrê milê rastê,

Birakî Gêvoyê Goderz heye,

Navê wî Sîawûş bû:

Di dinyayêda meriv ne bixwe, ne vexwe,

Temaşe husil û cemalê wî bike.

Rojekê padşê go Gêvo, go:

-Gêvoyê min.

Gerekê tu brayê xwe Sîawûş bidî min,

Ez bibim bikim kurê xwe.

Padşê emir kir,

Emirê padşê nehate şikênandin.

Go: -Padşayê min xweşbe,

Min pêşkêşî te kirîye.

Gazî Sîawûş kir, anî:

Padşa rabû verêkir mal,

Padşa dîwan hilanî, çû mal.

Jina padşê rabû Sîawûş kişande pêsîra xwe,

Kire kurê xwe.

Wekî kurik cîkîda diçû,

Aqil û dilê padşê pêra bû (cerg û mêlek).

Hewqas jê hiz dikir,

Te qey digot ji dilê wî kişandine.

Wekî sehetekê nedîta,

Aqil serê padşê diçû.

Çend sal di wê navê çûn.

Kurê pelewana êpeceyî mezin bû.

Herçi jinin bê esilin.

Rojekê jina padşê gote Sîawûş:

-Tu gerekê vî şuxulî bi minra bikî.

Go: -Axir tu diya minî,

Tu jina padşê minî,

Namûsa me qebûl nake.

Go: -Yan tuyê vî şuxulî bi minra bikî,

Yan ezê serê te bidime birîn.

Go: -Min ad kirîye, min gotîye tu diya minî,

Ez vî şuxulî nakim.

Çend roj di wê navê çûn.

Rojekê padşê go Gêvo:

-Emê herin çiya bo xwe nêçîrê,

Bêhna me derkeve,

Padşa hate mal, gote jina xwe:

-Tevdîra me bibîne,

Emê sivê bo xwe herine nêçîrê.

Wa go, wekî nehêle Sîawûş here.

Sîawûş li mal ma,

Ew çûne nêçîrê.

Jina padşê go: -Sîawûş!

Go: -Çîye?

Go: -Bi ezet celaletê xwedêkim,

Tu vî şuxulî gel min nekî,

Ezê serê te bidime birîn.

Go: -Min carekê gotîye – tu diya minî,

Ezê vî şuxulî bi tera nakim.

Jina padşê rabû çi kir?

Derpê xwe qelaşt – çîr -çîrkir, avête li wê,

Kêfa xwe xirab kir, rûnişt cihê xwe.

Êvarê padşa ji nêçîrê hat,

Gel jina xwe qisekir,

Jina wî xeber neda.

Padşê gotê: -qencê,

Çira bi min xeber nadî,

Çi qewimîye te?

Go: -Te bîj (bîç) anî mala min,

Bê sivê hûn çûn nêçîrê,

Rabû destê xwe avête min.

Ez gel destê wî neçûm,

Derpê min hemû çîr – çîrkir, avêt,

Ez bênamûs kirim.

Yanê tuyê serê wî bavêjî,

Yan jî ez mala teda namînim.

Padşa bawer nekir, zane derewe,

Bêbextîye jina wî dike.

Çû dîwanê rûnişt,

Gazî Gêvo kir, go:

-Gêvo, hal – hikyat wane.

Ji bo Gêvo qisekir.

Go: -Gêvo, ez zanim bênamûse jina mine,

Ez wê bawer nakim,

Belê ez çi bikim namûsa mine,

Rabe Sîawûş derîne,

Bira ji axa min here.

Gêvoyê Goderz rabû,

Teybîra Sîawûş dît,

Ji axa Îranê derxist.

Sîawûş çû nava Tûranê:

Çû nava Tûranê, çû qesta padşê,-

Tûranê Efresyabê Cebapîş kir,

Çû silavek da padşê Tûranê.

Silava Sîawûş wergirtin:

Teglîfa rûniştinê li kirin.

Sîawûş cîyê xweda rûnişt.

Go: -Tu ji kuyi?

Go: -Ez ji Îranême!

Brayê Gêvoyê Goderzim,

Navê min Sîawûşe.

Padşê go: – Sîawûş tuyî?

Go: -Belê, ezim!

Go: -Ez şevê li te digeryam,

Tu rojê li destê min ketî.

Odek bo wî da vekirin,

Xizmetkarek dane ber destê Sîawûş.

Sîawûş rûnişte oda xwe.

Çend rojek di wê navê çûn,

Padşa dîwanek danî,

Gazî mezin, gire – girê xwe kir,

Go. -Lê em çi bikin?

Layîqî Sîawûş em çi bidinê?

Mezinê wî gotinê: -Layîqî wî eve,

Wekî tu keça xwe bidêyî, lê merbikî.

Padşa rabû keça xwe lê merkir,

Heft roj, heft şeva kire dewet.

Sîawûş kire wezîrê xwe.

Çend sal di wê navê çûn.

Xwedê du kur dane Sîawûş.

Rojekê padşa raza bû,

Di xewna xweda dît,

Padşaya wî di bin destê Sîawûşda wê xirabbe:

Sê cara padşa hişyar bû,

Sê cara raza:

Sê cara hate xewna wî,

Ku: “Padşaya te wê bi destê Sîawûşva xirabbe,

Padşaya te wê bigihîje Sîawûş”.

Sê roja padşa bo kesekî qisa nekir,

Sê rojan ser hev hate xewna padşê.

Sê rojê wî temam bûn,

Padşa dîwanek danî – bê Sîawûş

Çi qeder mezin, gire – girê wê hebûn,

Hemû civandin dîwanê.

Padşa dîwanêda got: -Gelî wezîran,

Padşaya me di destê Sîawûşda bê xirabkirinê,

Padşaya me wê bighîje Sîawûş:

Min sê roja xewna xweda dît: –

Min bo kesî qise nekir.

Mezin û gire – giran hemû melehezrê xwe kirin,

Gotin: -Padşahim xweşbe,

Pelewanek ji nava neyaran hatîye nav me

Wekî em serê wî jêkin, çi jê bibe,

Neyarê çi bikin?

Cab çû gihîşte Sîawûş,

Sîawûş melûl bû,

Ku padşê emir kirîye serê wî lêdin.

Fêriz û pelewana çarnikarê xanîyê Sîawûş girtin,

Gazî celata kirin,

Ku serê Sîawûş lêdin.

Jina Sîawûş gote padşê bavê xwe:

-Min hîvî ji te heye:

Tu bihêle, ez xûna wî hilînim.

Gumgumek anî, wekî serê Sîawûş birîn,

Da ber xûna Sîawûş hilanî.

Gumgum bir danî oda xwe,

Sîawûş jî birin veşartin.

Padşa rihet bû, hat tenê raza.

Xûna Sîawûş rojê carekê dikele,

Radibe ser gumgum.

Car din dadikeve gumgum.

Yek dibêje yekî:”Xu xûna Sîawûş nîne wa dikele?”.

Jina Sîawûş reş kişandîye ser xanîyê xwe,

Du kurê Sîawûş hene,

Neh salîne, herdu jî hevalcêwîne.

Jina Sîawûş dibêje kurê xwe:

-Mamê (apê) we navê wî Gêvoye,

Merivekî bi pûrte,

Canê wî hemû bi pûrte (pirçe),

Wekî hûn dibînin, jê netirsin.

Em bên ser qiseta Gêvo.

Roja Sîawûş kuştin,

Sîawûş hate xewna Gêvo.

Ku: “Rabe, biraê te Sîawûş kuştin”.

Gêvo sivê çû bo padşê xwe qisekir,

Padşê ji Gêvo bawar nekir.

Roja paşin dîsa hate xewna Gêvo,

Go: -Rabe, xûna Sîawûş dikele,

Rabe teybîrekê bibîne,

Xûna Sîawûş dikele,

Em herine şêr.

Padşa ji Gêvo bawer nekir.

Gêvo zivirî, hate mala xwe:

Dîsa şev raza, dîsa hat bîra wî.

Gêvo jina xwe ji xewê hişyar kir,

Go: -Ezê herime dû Sîawûş,

Sehkim ka çi li Sîawûş hatîye.

Gêvo xwe terkelbas kir,

Çû, çû bajarê Tûranêra derket.

Çû ji bajar derket,

Wekî piçûkê bajêr têne wan dera bo xwe dilîzin.

Komek zara li wêderê bûn:

Gêvo qesta koma wana kir,

Hemû tirsyan, jê revîn,

Mane kurê Sîawûş tenê.

Kurê Sîawûş wekî çev pê ket,

Go: -“Înha, xwedê, eva mamê mine”,

Wekî diya min qise dikir.

Gêvo kire gazî :- Kuro!

Kur çû nik Gêvo,

Go: -Tu kurê kêyî?

Go: -Ez kurê Sîawûşim.

Go: -Here bêje diya xwe

Gêvo hatîye, gazî te dike.

 

(dûmayîk di heftêya pêş me da)

 

Wêne: Yaqûb Kurmanc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev