PAŞDAVEKIŞÎN – 1

PAŞDAVEKIŞÎN – 1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945 da)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”Paşdavekişîn”. Em îro beşa pêşin raberî we dikin. Beşa duduyan emê heftêya bê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 194

 

Di destpêka salên 30î yên sedsala 20î da tevgera kurdan ya miletîyê sisttir bû. Serhildanên li Tirkîyê, Îranê û Îraqê têk çûn, lê li Sûrîyê tevgera kurdan ne gihîşte dereceya serhildanê. Ew daxwaz jî bi ser ne ket, ku mafên kurdan hebe bi xwe biryara qedera xwe bide. Me derheqa sebebên wê yên der û hundur da kêm-zêde gotîye. Em bikine bîra we, ku sebebên hundurîn sisttîya nasyonalîzma kurdan bû, ku nikaribû di kar û barên xwe da bigihîje encameke kêrhatî. Sebebê der va jî di wê yekê da bû, ku rewşa navnetewî ya wê demê sazbûyî ji bo kurdan ne baş bû û ew jî ji sîyaseta Brîtanîya Mezin û Fransîyayê ya li Rohilata Navîn va girêdayî bû. Ji bo van welatan, di rûyê berjewendîyên gêopolîtîkî da, qet dest ne dida, ku kurd bi xwe biryara qedera xwe bidin. Yekîtîya Sovyet jî bi sebebên cuda-cuda piştgirîya kurdan ne dikir û zêde guh nedida bangawazîya komûnîstan ya derheqa wê yekê da, ku mafê her miletekî heye bi xwe biryara qedera miletê xwe bide, ”heta dikare cuda be”, ango serbixwe be. Di encamê da tevgera kurdan ya miletîyê bê piştgir ma û nikaribû bi ser keta.

Lê kurd çekên xwe danenîn. Tevgera wan heta dawîya salên 30î di wan şertan da pêşda diçû, ku desthilatên wan welatan, ku Kurdistan di nav xwe da parve kiribûn, rewşa welatên xwe aram dikirin û wan deman çend faktorên gêopolîtîkîyê yên nû peyda bûn, ku bi wê yekê va girêdayî bûn, ku li Awropayê û tevaya cihanê hêza leşkerîyê xurttir dibû.

 

Şerên cengewarîyê li Kurdistana Îraqê

Komîsarê sereke yê berî dawîyê yê Brîtanîyayê li Îraqê maqûl Hênrî Dobbs, ku li civîna Hevalbendîya Împêratorîya Qiralîyetê ya 15ê sibatê sala 1933an da peyivî, ku dihate binavkirinê ”Kar û emelên Brîtanîyayê li Îraqê û pêrspêktîvên dewleta nû”, gotinên dîrokî gotin: ”Wisa xuya ye, ku pirsa kurdan pirseke wisan e, ku nayê çareserkirin”. Ewî bawerîyên xwe bi wê yekê va mak dikir, ku li Îraqê, Tirkîyê û Farizistanê sîyaseteke zelal ya di hindava kurdan da û herwiha pêwendîyên di navbera wan welatan da di derbarê pirsa kurdan da tune. ”Tirsa min ji wê ye, ku niha pir dereng e,- maqûl Hênrî got,- kurd wê serî hildin, û ordîya Îraqê hema bêje wê nikaribe ji heq û hesabên wana bê der”. Baylozê Îraqê li Brîtanîya Mezin Cefer paşa, ku di civînê da amade bû, bawerîyên G. Dobbs înkar kir û hazir dane bawerkirin, ku hukumeta Îraqê wê bikaribe pêwendîyên di navbera miletên cuda-cuda da li welêt xweştir bike, xwemsa pêwendîyên di navbera ereban û kurdan da. ”Ez ser wê bawerîyê me, ku kurd wê li Îraqê wisa memnûn bin, wek ku şotlandî li vî welatî”,- ewî got, lê hema bêje tu kesî jî bawerî pê ne anî[1].

Rewşa rasteqîn ya li Kurdistana Îraqê ne wisa bû, wek ku bayloz difikirî. Piranîya kurdên Îraqê bi dijminayî ew rewş qebûl kirin, ku piştî ”serxwebûnê” li welêt saz bûbû. Kurdan wek dema Şerê Hemcihanê yê Yekemîn da ne bawer bûn, ku ewê daxwazên xwe yên miletîyê pêk bînin. Lê dîsa jî kurdan di hêla sîyasî û sosîalî da di destpêka salên 30î da gavên pêş avêtin. Cêribandina pirsale û şerê ji bo azadîyê yê demdirêj û serketinên di hêla pêşketina kapîtalîstîyê da li Îraqê di bin bandûra Brîtanîyayê da rola xwe lîstin. Zaneyê pirsa miletîyê li Îraqê A. Hewramî destnîşan kir, ku hîsên eşîrtîyê bal kurdên Îraqê (ku beşek ji wan hatibûn erebkirin) berê ji hîsên miletîyê xurttir bûn, û niha kurd, ku ”tu caran nebûne miletê yekgirtî û di ser da jî, serxwebûna wan tunebû”, tesîra faktorên hevgirtinê ser xwe texmîn dike. Ewî destnîşan kir, ku jimara binecîyên kurdan li bajaran zêde bûye, bûrjûazîya kurdan xuliqîye, ku cî li bûrjûazîya cihûyan û xaçparêzan teng dike û îdêalên eşîrtîyê ji holê radibin, dewsa wana îdêalên miletîyê digirin. Yek ji faktorên hevgirtinê jî ew e, ku ronakbîrîya kurdan xurt dibe, xwesma li Awropayê. A. Hewramî destnîşan dike, ku sîyaseta lîbêral ya Fransîyayê di pirsa kurdî da li Sûrîyê, herwiha sîyaseta Sovyet di hindava ”otonomîya kurdan li Kavkazê” tesîreke mezin li ser kurdên Îraqê kir2.

Bi vî awahî, di salên 30î da li Kurdistana Îraqê şertên baş hebûn bona berdewamkirina şerê ji bo rizgarbûnê. Hêvîyên Bexdayê û Londonê, ku bi têkçûna Şêx Ahmed Barzanî ra ser demeke dirêj dawî li tevgerên kurdan hat, bi ser ne ketin. Hukumetê ji bo tevgelên serhildanê efû derxist, lê ne hemû ûsyanvan ew efû bi kar anîn. Rast e, birayên Ahmed Barzanî – Muhemmed Sadiq û Melle Mustefa bi sedan hevalbendên xwe yên nêzîk va xwe teslîmî desthilatê kirin û her yek çû mala xwe û Şêx Ahmed bi xwe jî, ku ji Tirkîyê hate azadkirin û li Bexdayê bi cî bû, dernekete dijî Bexdayê3. Lê gelek şervanên kurdan çekên xwe danenîn û berê xwe dane çiyan û ji wir demeke dirêj şerê partîzanîyê dikirin û şerê pêşîyên xwe yê wî awahî yê pir sedsalan berdewam kirin. Di nav wan da xwesma Şêx Xelîl Xoşewî pir deng da, ku rêvebirê taxbûra barzanîyan bû.

Xelîl Xoşewî, ku pêwendîyên wî yên xurt bi Ahmed Barzanî ra hebûn, demeke dirêj ne dixwest opêrasyonên mezin pêk bîne. Di tebaxa sala 1935an da ewî hêzên xwe berevî ser hev kir û li ser sînorê Tirkîyê-Îraqê şerekî giran tevrakir. Navbenda serhildanê Zîbar bû. Hukumeta Îraqê Xelîl Xoşewî bi nav kir wek ”çete” û gelek leşker şande ser sînor bona zora serhildanê bibe û di wî karî da Hêzên Leşkerî-Hewayî yên Brîtanîyayê alî wan kirin. Leşkerên tirkan jî derketine himberî ûsyanvanan. Di dema opêrasyonên cezakirinê yên dijî partîzanên kurd leşkerên Îraqê çend caran di hêla bakur da ji sînor derbaz bûn, lê leşkerên tirkan jî ji başûr derbazî berê din bûn. Û ew ne pevçûn bûn, lê şerê rasteqîn bû, ji ber ku him Îraq, him jî Tirkîya (li piş perdan Îngilîs jî) hewil didan di nav demeke kurt da ”xetera kurdan” ji holê bidine rakirin. Cezakar bi jimara leşkerên xwe va gelekî ser ûsyanvanên kurd ra bûn, dor li wan hate girtin û di adara sala 1936an da serhildan têk çû. Bi dehan ûsyanvan hatine hebiskirin an jî ew şandine başûrê Îraqê, lê Şêx Xelîl Xoşewî hate dardakirin4.

Serhildana Xelîl Xoşewî zêde belav nebû, axeke mezin hilnegirte nav xwe, ûsyanvanên barzanîyan mêrxas û efat bûn jî, lê tesîreke berbiçav li ser rewşa tevayî ya Kurdistana Îraqê ne kirin. Em wê yekê dikarin di hindava serhildana kurdên êzdî da ya bi serokatîya Daud ed-Daud da jî bêjin (ew neyarê desthilata Bexdayê bû), ku di payîza sala 1935an ji nişkêva dest pê bû. Bahaneya destpêbûna serhildana êzdîyan ew bû, ku hewil didan êzdîyan jî bibine leşkerîyê, ku ne gorî edet, tore û dînê wan bû. Lê di rastîyê da sebebê sereke ew rewşa xirab bû, ku ew tê da bûn, xweserîtîyên desthilatê bû, ku ecêb-nenere dianîn serê êzdîyan him li Îraqê, him jî li çend welatên musulmanîyê yên din. Berxwedana êzdîyan heta dawîya sala 1935an kişand, lê zora wan birin, ji ber ku leşkerên hukumetê bi jimara xwe va gelek zêdetir bûn. Çend sed ûsyanvan, di nav wan da Reşoyê Koloz, ku terefdarê nêzîk yê Daud ed-Daud bû, dîl hatine girtin. Dijmin bi hovîtî ji heq û hesabên êzdîyan hate der, ji Daud ed-Daud ra cezayê kuştinê derxistin, lê ji wî ra li hev hat ji dest celatan derkeve û xwe li Sûrîyê veşêre5.

Piştî wê li Kurdistana Başûr ser çend salan şerên çekdarî ne qewimîn. Ûsyanvanên kurd ji taqet ketin, bê hêz bûn, ruhê wan yê şervanîyê daket, ewana îdî cesaret ne dikirin bikevine nava şerekî mezin. Lê binketina tevgera kurdan ya miletîyê li Îraqê ser demekê bû. Pirsa kurdan li welêt ji holê ranebû û herwiha nermtir jî ne bû. Eksî wê, nexwestina serokatîya Îraqê û brîtanîyên piştgirên wan qe na hinekî daxwazên kurdan yên heq pêk bînin, tesîreke mezin li ser civaka tevaya Îraqê, pêşketina welêt ya di hêla sîyasî û sosîalî kir.

Em wê jî bêjin, ku piştî mandata Îngilîs ya li ser Îraqê, di nava dîroka wî welatî ya nû da pirsgirêkên hundurîn pey hev serî hildan û piranîya wan jî bi rewşa li Kurdistana Başûr va girêdayî bû. Yek ji krîzên pêşin li Îraqê bi provokasyona bi xwîn va xilaz bû, ku Londonê û Bexdayê dijî wan aşûrîyan pêk anîn, yên ku daxwaza naskirina mafên xwe dikirin. 50 hezar aşûrîyên Îraqê (di nav wan da 10 hezar aşûrîyên çekdar hebûn, ku diketine nava koma leşkerîyê ya bi navê ”lêvî”), wek ku me îdî gotîye, ji nişkêva bûne binecîyên zêde li welêt: berê gelek ji wana di karê parastinê da dixebitîn, lê xizmeta wan îdî kêrî tu kesî ne dihat, ji ber ku karê parastinê danîne li ser milên ordîya Îraqê û polîsên wê, ku di bin qumandarîya zabitên îngilîs yên perwerde sitendî û telîmkirî da fêrî wî karî dibûn. Difikirîn, ka çawa meseleya aşûrîyan çareser bikin, ku piranîya wan li Îraqa Bakur diman. Ewana jî tevî wan guhartinên sîyasî dibûn, ku li welêt dest pê bûbûn û bi awayekî ciddî de`w dikirin, ku wana bi awayekî hiqûqî wek mînorîte nas bikin, ku gorî wê dikaribûn di hinek waran da serbixwe bin, wek di hêla pirsên kûltûrî-miletîyê da xwedî otonomîyekê bin an jî tiştekî nêzîkî wê. Pirsa aşûrîyan di komîsyona Koma Miletan ya alîyê pirsên mandatê da hate guftûgokirin; li Awropayê dêlêgasyona aşûrîyan hate sazkirin bi serokatîya kesekî bi navê ”mîrlaw” Kember, ku hewil dida ji Koma Miletan bigihîje wê yekê, ku rê bidin ew li Îraqê otonomîya aşûrîyan saz bikin. Rast e, ew hereket tu encam ne dan, lê di nav aşûrîyan da gelek deng da.

Ev hemû bûne sebeb, ku şovînîstên li Bexdayê, ku ji Londonê dihatine serkarîkirin, ketine nava xemgînîyeke mezin6. Amadekarîya aşûrîyên şervan, ku hema bêje hemû mêrên wan di wextê da bi alîkarîya îngilîsan hatibûne çekdarkirin, dikaribû rewşa li yek ji herêmên Îraqê yên here nerehet, ku di hêla gêopolîtîkîyê da pir giring bû, bida dijwarkirinê. Li vira li bendê bûn, ku piştî têkçûna serhildana Şêx Ahmed Barzanî serhildaneke kurdan ya nû wê dest pê bibe û wisa jî bû, dema Xelîl Xoşewî serî hilda. Bi kurtî, di destpêka sala 1933an da London û Bexda li hev kirin, ku lazim e xwe ji aşûrîyên Îraqê xilaz bikin. Ew yek bi awayekî bêbext, hovîtî hate kirinê. Emê di vê pirsê da hûr nebin, ji ber ku di nivîsên zanyarî da têra xwe hatîye ronîkirin, lê em dixwezin her tenê sebebê yekemîn û paşmayînên wê krîza mezin bînine ber çavan, ku di havîna sala 1933an da li Îraqê qewimî girêdayî sertbûna pirsa aşûrîyan va, ku tesîr li ser pirsgirêkên miletên welêt yên din kir, di nav wan da kurdan jî.

Gerekê rola Fransîyayê ya durû û provokasyon bi taybetî destnîşan bikin, ku ne dixwest mandata Îngilîs li Îraqê pûç bikin, ku dikaribû bibûya sebeb, ku mandata wê jî li Sûrîyê bihata hilanîn, helan dida aşûrîyan rabine himberî desthilata Bexdayê, lê ji alîyê mayîn va bi çavê xêrnexwezîyê li tevgerên gelên kêmjimar li Rohilata Nêzîk dinihêrî7. Di buhara sala 1933an û destpêka havîna wê salê di navbera Îngilîs û Fransîyayê da peyman hate girêdanê derheqa aşûrî-nêstorîyanên Îraqê da, ku gorî wê ewana gerekê careke din (ji sala 1915an vir da 3 caran) warê jîyana xwe bidine guhastin û li Sûrîyê bi cî bibin. Parîs bi wê yekê ra razî bû û di wî karî da li berjewendîyên xwe digerîya: ewê dixwest aşûrîyên şervan û mêrxas bi kar bîne himberî tevgerên ereban û kurdan yên miletîyê li Sûrîyê, ango eynî rolê bilîze, ku li Îraqa di bin hukumdarîya dagîrkaran da lîstibû. Lê desthilata Fransîyayê li Sûrîyê ji birayara xwe paşda vekişîye û ne xwest wan mihacirên aşûrî qebûl bike, ku îdî gihîştibûne sînorê Sûrîyê (li rex çemê Ferêt).

Dijwar e bêjin, ka fransizan çima wisa kirin: derheqa vê yekê da tu îzbatî tunene. Meriv dikare tenê texmîn bike, ku Îngilîs zor li Fransîyayê kirîye. Ne dûr e, ku desthilata Fransîyayê ya mandatîyê bi serî xwe ew biryar daye, ji ber ku tirsîyaye, ku li ser axa Sûrîyê dikare pirsgirêka aşûrîyan serî hilde û ji wan ra bibe serêşî. Çi jî hebe, hewildanên aşûrîyên xwedî desteyên şervanîyê yên bi navê ”lêvî”, ku careke din vegerine Îraqê, bi ser ne ket, ji ber ku leşkerên Îraqê ji berê da hatibûne ser sînor û haya wan jê hebû. Di encamê da di navbera aşûrîyan û ordîya Îraqê da şer derket û di nav demeke kurt da binecîyên aşûrî yên Îraqa Başûr bi destî hêzên hukumeta Bexdayê yên leşkerî-cezakirinê di xwînê da hatin mewicandin. Di encamê da aşûrîyên nêstorîyan wek komikeke êtnîkîyê ya hevgirtî ji holê rabû, beşeke biçûk ji wan bi dijwarîyeke mezin derbazî ser axa Sûrîyê û welatên cînar bûn û xwe xilaz kirin. Ew gelkujîya rasteqîn bû di hindava gelê bi jimara xwe va ne mezin, ku xwedîya kûltûra kevinare bû û kedeke mezin kiribû nava dîrok û medenîyeta Asîya Roavayê da8.

Ecêb hate ne tenê serê aşûrîyên nêstorîyan, ku piranîya gelê aşûrî bûn. Aşûrîyên yakovît û ûnîat – ango, aşûrîyên xaldêyî (sîro xaldêyî) jî ketine ber derba gelkujîyê, ku jimara wan ne pir bû û bi xurtî tevî tevgera aşûrîyan ya miletîyê ne bûbûn. Ew kesên, ku ji qirê xwe xilaz kirin (bi malûmatîyên fermî 4300 meriv) piranîya wan revîne Sûrîyê, zêde jî li Cizîrê bi cî bûn, beşek wan bi awahê ne lêgal, beşek jî di rûyê bêxemîya desthilata Fransîyayê da, ku wextekê xeyal dikir li ser sînorê bi Tirkîyê ra herêma xaçparêzan ya otonom saz bike (ev ne bi dilê ”Xoybûn”ê bû), ku gerekê bibûya warekî bûfêrîyê di navbera kurdên Sûrîyê û Tirkîyê da9. Lê ew plan bi ser ne ketin. Him li Sûrîyê, him jî li Îraqê ji hemû aşûrîyan ra li hev ne hat mafê bi xwe biryardayîna qedera gelê xwe bidin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

 

[1] NEI. Hejmar 1136, 23.02.1933, rûpel 149.

2 Houramî A. H. Minorities in the Arab World. L., 1947, rûpel 95, 96, 98. Qesta me ew devera Kurdistanê ye, ku di salên 20î da (ku jêra Kurdistana Sor jî digotin) di nav teşkîla Komara Azirbêcanê ya Sovyet da hebû.

3 OM. 1933, hejmar 7, rûpel 303; NEI. Hejmar 1153, 22.07.1933, rûpel 505.

4 Khadduri M. Independent Iraq. A Study in Iraqi Politics since 1932. L., 1951, rûpel 63; Yekîtîya zanyarî-lêkolînerî derheqa pirsgirêkên miletîyê û kolonîalîyê da. Kabînêta erebzanîyê. Bultena înformasyon. Hejmar 7-8, 25.05.1935, M., rûpel 77; NEI. Hejmar 1272, 03.10.1935, rûpel 421; Mîrskîy G. I. Îraq di dema tevlihev da; 1930-1941. M., 1961, rûpel 92, 93; Mihoyî Ş. X. Pirsa kurdan ya miletîyê li Îraqê di dema here nû da. M., 1991, rûpel 70-71.

5 Khadduri M. Independent Iraq, rûpel 63; Longrigg St. H. Iraq, 1900 to 1950. L., 1953, rûpel 243 (Longrigg herwiha derheqa serhildana kurdên Suleymanîyê da ya bi serokatîya seyid Muhemmed Pişkole jî nivîsîye, ku hema li wan deman qewimî. – MXMP. 1937, hejmar 5, rûpel 36. Di wê nivîsê da herwiha tê gotinê, ku sebebê nerazîbûna kurdan ew bû, ku axa di bin destê wan da hildane û dane karmendên ereb yên kompanîyayên neftê, yek jî ew xweserîtî bûn, ku desthilatê li zozanan dianî serê kurdan. Li ser wê bingehê di havîna sala 1936an da tevlihevîyên nû serî hildan); NEI. Hejmar 1275, 24.10.1935, rûpel 520; hejmar 1276, 31.10.1935, rûpel 546; OM. 1935, hejmar 11, rûpel 649; 1936, hejmar 4, rûpel 211; Mihoyî Ş. X. Pirsa kurdan ya miletîyê, rûpel 71-71; Mîrskîy G. Î. Îraq di dema tevlihev da, rûpel 93.

6 Yekîtîya zanyarî-lêkolînerî derheqa pirsgirêkên miletîyê û kolonîalîyê da. Kabînêta erebzanîyê. Bultena înformasyon. Hejmar 7-8, 25.05.1935, M., rûpel 77.

7 Yênûkîdzê D. Baza leşkerî-stratêgî ya împêrîyalîzma Brîtanîyayê li Rohilata Nêzîk û Navîn. – MXMP. 1934, hejmar 2, rûpel 157.

8 Derheqa pirsa aşûrîyan li Îraqa dagîrkirî da di berhemên zanyarî yên G. Î. Mîrskî (Îraq di dema tevlihev da, rûpel 70-74), K. P. Matvêêv û Î. Î. Mar-Yuhan (Pirsa aşûrîyan di dema şerê hemcihanê yê yekemîn û dû wê ra. M., 1968, rûpel 109-129), K. P. Matvêêv (Aşûrî û pirsgirêka aşûrîyan di dema nû û here nû da, rûpel 131-148) da hene.

9 Correspondance d`Orient. Hejmar 428, août 1933, rûpel 58; hejmar 449, mai 1935, rûpel 227; OM. 1933, hejmar 11, rûpel 567.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev