CHP jî weke AKP dagirker û jenosîdkar e

CHP jî weke AKP dagirker û jenosîdkar e

Fuat Önen

 

Em vê hişmendîya “pêşverû” û “demokratên” serdestan ji nêz ve nas dikin. Peyvên di salên 2005-2015da de AKP dihanî zimên, îro CHP dihîne zimên. Esasen raporta SHPê ya di sala 1990î de bi navê “raporta rojhelat” hatibû weşandin destpêka van “açilim”a ye. Qala edalet, demokrasi û çareserîyê dikin. Bêyî ku rasteqînîya milet û welatên kurda nas bikin. Ango di serî de bêedaletî, nedemokratî û bêçaretîyê qebûl dikin. Em jî, ew jî dizanin ku “acilim”e ku rasteqînîya welat û miletê kurda nasneke ne adil e û ne demokrat e. Ji bervê yeke jî tu çareserîyê jî bixwe re nahîne.

 

Rewş ev e. Le hişmendiyeke têkçûyî di sîyaseta Bakurê Kurdistanê de serdest e. Û ev hişmendîya têkçûyî vê lîstika “pêşverû” û “demokratên” serdestan didomîne. Lîstik ne ya wan e, ew di vê lîstikê de fîguran in. Dansa bi AKP re 10 sala hate kirin qedîya, partnere nû CHP ye.

Şaredarê bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser rêya dawetek li Batmanê qaşo ji bo piştgirîya HDPyîyan li dij qeyûman li Amedê zîyareta şaredarên HDPê kir. Bi çoşeke mezin hate pêşwazî kirin. Ji aliye HDPyîyan ve zîyareta Îmamoglu bilind hate nirxandin. Her du alîya dîyarî dan hevdu. Diyarîya Îmamoglu postere Mistefa Kemal bû. Bi hev du re li ber medyayê bi diyarîyên xwe poz dan.

Ev curet û cesareteke mezin e ji bo Îmamoglu. Mistefa Kemal bi xwe serqeyûm e li Kurdistanê. Li her kuçe û kolanên Amedê postere wî tev Alaya Tirka dardakirî ye. Ev ne dîyarî, le tehdîd e û bi tirkî “haddini bildirmek” e. Peyam vekirî ye, hun piştgirîya me şaş fehm nekin. Bi şerde ku hûn hedê xwe bizanibin ango koletîyê qebûl bikin û dev ji mafê neteweyî û welatekî rizgar berdin, em piştgirîyê didin we. Mixabin mazuvanê wî ji xwe hedê xwe zanin û zûde dev ji sîyaseta li ser Axê berdane. Ji ber vê yeke Îmamoglu li bajarê Kurdistanê bersîveke Kurdistanî negirt. Hişmendîya têkçûyî ev tehdît û heqaret bi ken derbas kirin. Quretîya serdestan ji Îmamoglu re ma. Nevîyê Topal Osman bila baş bizanibe ku ev quretî ne ji heqê wî û ne ji hedê wî ye. Zû an dereng dê rahêjin poster û peykerên kalê xwe û ji vî welatî biteqizin.

Piştî vê rûreşîya hane bi kêf û eşq “pêşverû”yê serdesta, dagirkerê qure û xwedî hişmendîya têkçûyî yên “me” xatir ji hev xwestin. Pêwîste miletê Kurd jî êdî xatir ji projeya entegrasyonê ya HDP û sîyasetmedarên xwedî hişmendîyeke têkçûyî xatir bixwaze.

Kî ku kêşeya Kurdistanê weke li Tirkîyê kêmasîya demokratîyê an weke bêedaletîyeke neqanûnî pênase bike, nokerê dagirkerîyê ye. Kî ku di nav sîyaseta serdest ya Tirkîyê de ji xwe re li hevpeymanên stratejik digere di lîstikeke dagirker de fîguran e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev