Li Elmaniya behsî Edebiyata Behdînan bû

Li Elmaniya behsî Edebiyata Behdînan bû

Yasirê Hesen – Berlîn

 

Li dor pirsgirêka têgeha edebiyatên biçûk (Small Literatures) û peywendiya wê bi siyasetê ve, herwesa li dor dînamîkên pêşveçûna edebî bi çavê xwediyên wan edebiyatên hatîne perawêzkirin li cîhanê, û bi merema bergumankirin û rexnegirtinê li têgeha edebiyata cîhanî (World Literature), Ekadîmiya Nêvherêmatî (Tranisiregional Academiy) li welatê Elmaniya bo maweyê 10 rojan bi semînaran li hindav çendîn rewşên cuda cuda yên edebiyatên perawêzkirî li cîhanê rawestiya.

Ev çalakiye, ku li bingehê Laybints yê Vekolînên Edebî û Keltorî li Berlînê bi rêve diçû, bi piştevaniya herdu dezgehên elmanî yên vekolînan hatibû rêkxistin: Navenda Vekolînên Herêmatî (Forum Tranisiregionale Studien) ji Berlînê, û Dezgeha Maks Vêber (Max Weber Stiftung) ji Bonnê. Ji edebiyatên bûyne mijara danûstandin û vekolînê gelek bûn, ji wanan: edebiyatên malayalam li Hindê, katolî li Ispaniya, emharîk li Esyupiya, yidîş li Elmaniya, farisî li dewruberên Kendavî, edebiyatên afirîkî li Naycîriya û Namîbî, erebî di hindek rewşên taybetên mêjûyî da, û edebiyata kurdî ya Behdînan li Kurdistana Başûr û Îraqê.

Li vê korbenda Ekademî ya nêvherêmatî, vekolîna me li dor edebiyata Behdînan hatibû wergirtin û bûbû yek ji mijarên danûstandinê. Kurtiya wê di wêbsaytê Ekadîmiyê da bi zimanê îngilîzî hatiye belavkirin, ku li dor sêcarkî perawêzkirina edebiyata Behdînan e li nav û ji dervey Îraqê. Cara yekê bi destên rijêmên Îraqî û meseleya erebkirinê, cara duyê meseleya soranîkirinê û bizavên berdewamên perawêzkirina behdîniyê di navendên kurdî yên soranî da, û cara siyê jî ji layê kurmancên hevziman ji derveyi Kurdistana Îraqê, ku behra pitir ji sedema wê elfabêya erebî ya behdînî pê dihête nivîsandin hatiye paşguhxistin û bi sanahî nahête xwandin û behiskirin.

Hindek ji xalên hatîne pêşkêşkirin ew bûn ku bi zehmete em bêjîn li Îraqê tiştek bi navê (edebiyata kurdî) mîna (edebiyata erebî) heye, çunku bi kêmî me du edebiyatên kurdî hene: soranî û behdînî. Her yek ji wan bi zimanekê kurdî yê cuda hatiye nivîsandin û her yekî çîrokeka cuda ya peydabûn û werarê heye, ku gelek bi zehmet karlêkirin di navbera herduyan da dihête dîtin. Herçende, ne soranî-axêv, ku piraniya kurdên Îraqê bi wî zimanî diaxivin, dan bi rastiya hebûna du edebiyatan diken, ne jî behdîniyên kurmancî-axêv, ku piştî damezrandina dewleta Îraqê bûyne kemîne, zû bi zû û bi rengekê aşkera vê yekê dibêjn.

Herdu cûn berdewam deste peyva (edebiyata kurdî) bikardihînin, behra pitir da weku têrmekê hevterîb beranber (edebiyata erebî) bidanin.

Ji egerê vê rewşê û wan verêjên di dûv xwe ra înayn, herwesa ji ber erebkirinê ji layekî û soranîkirinê û serdestiya wê berî û piştî 1991 ji layekê dî ve, edebiyata behdînî/kurmancî li Îraqê weku (edebiyateka biçûk) lê hat. Eve jî, li gor pênaseya Paskal Kazanov bo vê têgehê, neku edebiyateka kêm e yan bê biha ye, lê edebiyateka çarçûvekiriye û xwendevanê wê ji ber hindek rewşên siyasî yên taybet yê kêm û destnîşanikrî ye.

Herçende ew rastî nahête veşartin ku parçekirina Kurdistanê rol di duristkirina vê rewşê da hebûye, lê weku em bo diçîn, hindek ji binasên mezin bo Kurdan bi xwe jî vedigerin, ku wan jî, ji ber egerên cuda cuda, edebiyata kurdî ya Behdînan êxistiye vê rewşa perawêzkirî, veder û nediyar. Bi taybetî ku heta noke li Kurdistana Îraqê hukimraniya kurdî ji çarêk sedeyê derbaz bûye, lê hêjta siyaseteka wesa nehatiye darêtin ku ziman û edebiyata kurdî ya Behdînan bi rengekê wesa bihête dezgehkirin ku li gel kurmanciya parçeyên dî yên Kurdistanê û derve bihête girêdan û ji wê rewşa berteng ya heyî derbikevît. Eve serbarî wê yekê ku li paş 1991 sinor di navbera parçeyên Kurdistanê da vebûyne û teknolojiya nû bi xwe jî bihayê sinoran kêm kirîye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev