Êzîdî… û Derewa Perestvanîya Şeytên!

Êzîdî… û Derewa Perestvanîya Şeytên!

Dr. Mihdî Kakeyî

Wergêr: Mihemed Hesko (Birasoz)

 

Ji destpêka afirandetîyê de mirov, Şeytan bi çend navan peydakirî ye, ji ber ku ji diyardeyên xwezayî ditirsîya ku gefê li jiyana wî bike, wek tarîtî, erdhej, volqan (tendûrek), lehî, bilêc, birûskan û dijwarî-seqema zivistanê, herwiha giyanewerên kûvî yên dirinde û nexweşî, birçîbûn û mirin, hîşt ku xwedawendê wan hebin, qurbanîyan jêre serjê bikin, da ku lê werin dilovaniyê û diltenik bin, ew jî bi dûrxistina xirabî û metirsiyên wan e. Herwiha mirov ji xwe re xwedawendên xêrxwaz afirand, nûneratiya diyardeyên erênî dikin, wek ronahî, tarîtî, bihar, çandinî, av û çinîna berhemên çandinîyê û hin tiştên din ku jê sûdmend bûn, û ew xwedawend pîroz dikir û jêre cejn û şahî jî li dardixist, wek ji hatina wan re bixêrhatinê bike.

Bi dirêjahîya demê re, mirov her bi xwedayê xêr û şer re pêbend ma, ji ber ku Zerdeşt navê Ahoramezda li xwedayê xêrê (xêrxwaz) kir û navê Ehreman jî li xwedayê şer (xirabîxwaz) kir, û Cihoyan (yahodîyan) jî bi vê yekê berdewam kir, ku paşê Xiristanîyan û Mislimanan jî, ev yek jê wergirtin. Bawermendên ola Yezdanî jî, ji vê yekê xwe dûr xistin û bawerî bi xwedayekî tenha kirin, ku bi xwe xêrxwazê herdemî ye, û ew Xweda ronî û dildarî û hezkirin e, mirov dildarê wî ye û ew jî, ji mirov hez dike û dildarê mirov e, û tu gef û gurên Xweda bi sotandin û êşkencedanê mirovî jî tunene, çawa afirender wê kur û keçên xwe bisotîne û êşkence bike!? Mirov jî, bi xwe wê ne nankorê afirendeyê xwe be, ne ku jê ditirse an jê bi saw e, lê belê ji ber ku jê hez dike, ji ber vê yekê mirovê Yezdanî di jiyana xwe de bextewer e, ji ber ku bi hizra sawa sotandin û êşkencedana piştî mirinê re najî, lê belê hizra mirinê bi xwe li cem wî nîne, ji ber ku piştî mirinê ruhê wî bo mirovekî din tê veguhestin û dibe mirovekî din, û di jiyanê de berdewam dike, û ev diyarde li ba Êzîdîyan bi kirasguherîn tê binavkirin, ji ber vê yekê mirin li cem Êzîdîyan wek guhertina kincan e, û ev diyarde li ba Yarsanîyan jî, bi donawdon tê bi navkirin, wate veguhestina ruh piştî mirinê bo mirovekî din e, ku ji dayîk dibe, ji ber vê yekê Yarsanî dibêjin: “mirina mirov wek avjenî an bi seravketina ordekê ye, li vira avjenîyê dike, û di dera han re dertê“.

Ola Êzîdî jî, şaxek e ji ola Yezdanî, ji ber vê yekê, ne tenê Êzîdî ne perestvanên Şeytên in, lê belê hebûna Şeytên di ola wan de nîn e, ji ber ku hiş û lojîka wê ramana ku dibêje, afirandina Şeytên û nankorîya wî ji afirander re ret dikin, ji ber ku eger hebûna Şeytên hebiwa, wê demê ew afirîneyê Xweda ye, û wê nikaribe nankoriya afirendeyê xwe bike, û afirende jî, bûnewerekî şerxwaz naafirîne û bi ser ademîzade de jî nasepîne, da ku hana ademîzade bide, ku nankoriya afirêner bikin, û karên pîs û xirab encam bidin, ji ber ku afrêner ji afirandeyên xwe hezdike û xirabiyê ji wan re naxwaze, û wî hiş daye wan da ku di bijardeyên xwe yên rojane de, çi bijardeyên baş bin, û çi bijardeyên xirab bin, serbest û azad bin.

Hin olan Şeytan afirandin da ku bihuşt û dojehê biafirînin, ew jî, ji bo tirsandina kesên ku nankoriya fermanên afirender dikin û fermanên Xweda bi cih nakin, ji ber ku di wê serdemê de, tu hikûmetên bihêz nebûn ku yasayan der bikin, da ku sînûrekî ji mirov re destnîşan bike, ku karên xirab encam nede. Di ola Êzîdî de, afirêner xêrxwazê bê dawî ye û hiş daye mirov da ku wek bixwaze bijî, ji ber vê yekê di ola Êzîdî de Şeytan ew kes e ku rêya nexêrxwaziyê û xirabiyê hilbijartiye û tawanan dike…ew Şeytan e!?

Derbarê dîroka gunehbarkirina bawermendên ola Êzîdî (Êzîdî, Yarsanî û Helawî şaxên sereke yên ola Yezdanî ne) bi perestvanîkirina Ehremin – Şeytên, vedigere bo serdema Zerdeştiyan û di serdema Sasanî de, ku ola Zerdeştî wek ola fermî ya dewleta Sasanî hat pejirandin. Bawermendên ola Yezdanî jî, di heyama desthilata Sasanîyan de, tûşî komkujiyê bûn û gunehbarkirina wan bi perestvanîkirina Şeytên bi hêztir berdewam kir. Ev derew ji Sasanîyan bo gelên din ên herêmê hat belavkirin, lewira ji aliyê Xiristîyanan û Misilmanan ve jî, Êzîdî bi vê yekê dihatin gunehbarkirin.

Di dîroka nûjen de jî, di navîna çileyên sedsala bîstan de, keşe Enistans El-kermilî bi pêvekirina guhenbarîya perestvanîkirina Şeytên bi Êzîdîyan ve, xwedî roleke mezin bû, paşê dîroknivîsê Îraqî Ebdulrezaq El-husnî jî, ev gunehbarî bi Êzîdîyan ve kir, û ji wê demê ve, ev derew bêhtir belav bûye!

Derbarê navê Tawus de jî, ew bi xwe, ji navê xwedawendê Somerî yê kevnar Dimûzî hatiye, ji ber ku tîpa (m) ya di vî navî de bo tîpa (w) hatiye veguhestin û tîpa (d) bo tîpa (t) hatiye veguhestin, ev yek jî li gorî rêzika zimanê Kurdî ye, lewira bû (tûz). Li vir, em dibînin ku ev nav tu pêwendîya wî bi balindê Tawus re nîne, lê belê ew nav yê xwedawendê Somerî ye. Eger em çîroka afirnadina gerdûnê di olên Êzîdî, Yarsanî û Helawî de berwar bikin, ew yek wê derkeve holê, ku her wekî çîroka afirandina gerdûnê ya Somerî ne. Wiha diyar dibe ku baweriyên şaxên pêşînîyên Kurdên Horî yên ku berîya 3000 sal berîya zayînê li Kurdistanê jiyane, û baweriyên wan wek baweriyên Somerîyan e yên ku beriya 5 hezar sal berîya zayînî hebûn. Hêjayî gotinê ye, ku Mîtrayîtî jî, şaxeke ji ola Yezdanî ya ku gelên Arî berîya Xiristiyanîtîyê pê bawer dikirin.

 

https://rojevakurd.com/ezidi-u-derewa-perestvaniya-seyten/?fbclid=IwAR1u_1_S7ZJQY_ec72SAiYB8Sfm9Byx4bXcnRRtNjImYIP9sv6BveSVbOCo

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev