Nameyên evînî – 96

Nameyên evînî – 96

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 


¤¤¤

Baş e, ku zêde nefret bikî, tuyê rehettir razêyî. Bi rastî jî tiştek tune, ku tu wisa difikirî. Tu dikarî tiştên biçûk mezin bikî, lê tiştên tune mezin neke. Helbet ez jî mirov im, ber xwe nadim, ku tu di fikira kesekî da hebî û tiştê ez herî rind zanim ew e, ku hîç kesek di fikira te da tune, bo wê jî ez dixwezim her deqe xwe qurbana te bikim.
Qurbana hebûna te me, qurbana diya te me, ku tu anî bo min.

 

¤¤¤

Ez nan dixum ku birçî nemînim, cilan li xwe dikim, ku tazî nemînim, kar dikim bo kirêya malê bidim û jîyaneke normal derbaz bikim, dinivîsim ji ber ku zewqê bigirim, gelek karên bê pere dikim, ku alî mirovên xwe, gelê xwe û welatê xwe bikim. Ji te hez dikim bona bijîm…

 

¤¤¤

Çi di dilê min da heye, ez herdem dibêjim û wexta dibêjim bi xwe jî rehet dibim. Piştî hatina te min dilê xwe bi saya te paqij kirîye. Min her kesên ku bi salan ji xwe ra di dilê min da rûniştibûn, hinek jî di dilê min da radizan, derxistin.
Niha tiştek tune, tenê gelek bêrîya te dikim, loma nerehet im, weke ku ezê venegerim. Lê dema te nivîsî, ez hinek rehet bûm. Êdî wisa bûye, ku kêfa li her deran, rehetîya piştî ewqas westandinê, qedirgirtina min, min mezin kirin an jî pesinê min dayîn, qet tesîr li ser min nakin, qet kêfa min naynin. Kêfa min tenê tu yî, bi hebûna xwe va, bi xweşikîya xwe va, lê bi rastî jî heta niha di serê min da rûneniştîye, ku tu a min î.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Behçet Ateş

    Nura şan,
    Rasti dema mirov nivîs ên te dixûnê. Te bi zimanekî wer evînî nivisiye û evîna welat di dilê mirovan de dibe weka evîna keçeke mirov bi her awayê evîndarê merîfetên wê û hunerên wê dibin.
    Xwezî her pirekên kurd’an weke te bi merîfet bûna. Bê guman Xweda her zindiyan bi merîfet afirandiye, û taybetî pirekanjî bi huner afirandiye. Bes her pîrek wekî her zikamê ewjî huberên xwe nikarin ji bo xwe bi berhevî bikin xizmeta xwe û Zarokên xwe, her waha evîna xwezaya welatê xwe bi berhevî nikarin bikin evîn û evîndar. Spas ji bo van berhemên te ji bo mêjiyê mirovan û dilê mirovan dibin hêstên evîna jiyana bi rûmet.
    Silav ê dilsozî.
    Behçet Ateş.

Şirovekirin hatine girtin.