KANIYA PÊNCÇAVÎ -32

KANIYA PÊNCÇAVÎ -32

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

LOMA

 

Ji roja çav bi çavan ket belav im
Bela navim mi go vîn jan e loma
Bi lav im ez di dav im bê zirav im
Dexîl im tunekî tana ne loma
(QasimêXelîlî)

 

Ne xurt im wek berê xanim, e pîr im
Li ber hêza evîna dil ne jîr im
Ji tîrên serşikestî ez herîr im
Xema dûrî li min kovan e loma
(Tahir Dînarî)

 

Hero her şev dema bajar ku raza
Dilêm hêsîr dibit zaten ne aza
Û sebba hozekê dîl tevde aza
Li ser çavan mij û moran e loma
(QasimêXelîlî)

 

Çi bahoz in ji mijganên te tên dil
Icac û toz ji fermanên te tên dil
Ne birh in kêr u tirpanên te tên dil
Berê destê mibarek şan e loma
(Tahir Dînarî)

 

Ji roja çav te da, dil çev belo ma
Dilêm dî lê te, Qasoyê dilo ma
Nizanim ka te hin wijdan gelo ma
Dikim zarzar û dil nalan e loma
(QasimêXelîlî)

 

Wekî tîtî dikalim ez li çolan
Me pîder xist ji pêlav û ji solan
Dinêrim kes xuya nakit li kolan
Gelo qey ev sikak wêran e loma
(Tahir Dînarî)

 

Dilê min pare pare w ma çi çare
Mi Dînar e firaq hem pêt û ar e
Nikarim hê bi dil bêş erm û ar e
Di vînê de mi dil buryan e loma
(QasimêXelîlî)

 

Heger yare nebînim va ye Qasim
Ne muhtacî ti keskî me risas im
Li ber pîrê Xelîlî noq ji das im
Cihê seyda li nêv bircan e loma
(Tahir Dînarî) 


Dîlok, Qonya

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *