Kole û Efendî!

Kole û Efendî!

Şeyhmus Özzengin

Wêne: Stûyên wan xwar, kenekî pîs, melûlîyek bêçare

û çavên xayîn û hevşirîkî derdixe ber me.

Ev wêneyê şerê çekdarî ku di asta 35 salan de derxist qada Kurd û Kurdistanê ye.

 

Dema ku mirovê spî lingê xwe avêt ser axa Efrîkayê, Încîl (Pirtûka Pîroz) di destê wan de bû. Her yekî Efrîkayî pirtûkek ji wê didan wan û axa wan ji xwe re digirtin. Piştî demekê, Efrîkî xwas û tazî, tenê di destên wan de Pirtûka Pîroz ma. Lê „Mirovên Spî“ bûn xwedîyê axa Efrîkayê.

„Yê me Pirtûka Pîroz hebû, mirovên Spî jî xwedîyê axê bûn“(!)

Dagirkerên Kurdistanê jî „Pirtûka Pîroz“ û sûretê Mustefa Kemal didin kurdan, wek dîyarî û emir didin kurdan, ku ew „xwedîyê Kurdistan“ in.

Di dîyarîya tirkan de wêneyê Mustefa Kemal, wek efendîyê axa Kurdistan û cotkarê henber jî koleyê (Kurd) wî xwîya dike. Yanî di mesaja vê dîyarîyê de mesajek din derdikeve ber me; ku di girtina merasima tabloyê de wan reben û belengazên ku esîrtî wek rûmet pejirandine, derdixe ber me. Ev jî pejirandin û hezkirina kujer û ruhê miletê esîr û kole ye. Qabulkirina efendîtîya tirkan li ser serê Kurd û Kurdistanê ye.

Li gor felsefeya tirkan, mirov û mirovatî tine ye. Zilm û zordarî heye. Kî xurt be, zalim be, ew heye. Tirk, xwe wek xwedîyê axa Kurdistanê dihesibînin. Ji dervê wan herkes koleyê wan in. Bi çavê koledaran li Kurd û Kurdistanê dinêrin. Her çi li Kurdistan hebe, xwe wek xwedîyê wê dibînin.

Hêjayîyên Kurd û Kurdistanê binpê dikin, talan dikin. Felsefa serdestîya xwe li ser esasên tinekirin, jibîrkirina hafiza dîrokî dimeşînin. Li Kurdistanê ji xwe re alîkaran peyda dikin û bi zordarîya xwe, bi zilma xwe, bi rêya alîkarên xwe, dagirkerîya xwe, zilm û zordarîya xwe li ser axa Kurd û Kurdistanê hêsan dikin û dimeşînin.

Tirkan ji xwe re dîrokek xeyalî avakirine û bi vê dîrokê, mejî û ramanên kurdan, di xewnên nivco de fetisandine, ku bi hêsanî bigihên armancên xwe li ser axa Kurd û Kurdistanê. Wêneya dîyarkirî û wêneya teslîmgirtina dîyarîyê du wêneyên ku hevdû temam dikin:

Yekem, daxwazên tirkan e ku, ew efendîyê axa Kurd û Kurdistanê ne. Bi destê Ata Türk ê wan çi hatibe kirin, çi anîbin serê kurdan, ji bona vê armancê ye. Werin li ser vê armancê ji kujerê xwe hez bikin û bila wêneyê kujerê we li mala her yekî ji we hebe, ku hun her li henber wî stûxwar û melûl bin.

Wêneyê merasima teslîmgirtina wêneya Ata Turk, wêneya Kurdên kujerhez bi xwe ye. Stûyên wan xwar, kenekî pîs, melûlîyek bêçare û çavên xayîn û hevşirîkî derdixe ber me. Ev wêne, yê şerê çekdarî ku di asta 35 salan de derxist qada Kurd û Kurdistanê ye.

Şehîdên Koçgirî, şehîdên berxwedana 1925an û Şêx Seîdê Kal, Şehîdên Agirî û Zîlan, Şehîdên Dersim û heta îro kî di ber doza Kurd û Kurdistan de xwebexş in, digirîn û diqîrin.

Ka Kurd û Kurdistan?

Ev herdû wêneyên ku di yek wênayê de derketin ber me, wêneyê dejenerasyon, asîmîlasyon û entegrasyona ku li ser Bakurê Kurdistanê dimeşe bi xwe ye.

Wêneyê pejirandina beşek ji kurdan, ku soz dane wê ji bona vê armanca tirkan bixebitin! Wê kurdan li derdorê xwe kom bikin û bi xwîna kurdan, bi keda kurdan û bi êş û ezîyeta kurdan, wê vê armanca kujerên xwe bînin cîh.

Ewên ku di ber vê armancê de lêdanê dixwin, tên girtin, tên kuştin, malên wan, gundên wan dişewitin û zarokên wan di şer de ne, divê li vê tabloya merasima teslîmgirtina wêneyê Ata Turk baş binêrin.

Li rûçkê wenên derdorê tabloyê û yên rûniştî, li kenê wan baş binêrin. Rezaleta stratejîya „komara demokratîk“ bi xwe ye.

Rezaleta hezkirina kujerê we bi xwe ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev