—QIRRIKA MIROV—

—QIRRIKA MIROV—

Kurê Reşîd

 

Qirrik an jî zengilok beşa serî ya borîhewa ye, gewriyê bi borîhewayê ve girê dide.
Bi henasegirtinê hewa ji difin û dev de arasteyê gewrî dibe. Gewrî ji boy xurek û hewayê coga hevbeş e. Ango serê soriçik û borîhewayê di gewriyê de digihîjin hev. Ji xeynî dema daqurtînê rêya borîhewayê hertim vekirî ye.

Qirrik ji neh heb kirkiragên bi şêweya lûleyî rêzbûyî pêk tê. Ji van kirkiragan sê heb tek, sê heb jî cot in. Kirkirag bi alîkariya lîgament û masûlkeyan bi hev re girêdayî ne. Rêya qirrik û borîhewayê ji ber desteka kirkiragan hertim vekirî ye. Li qirrikê de kirkiragê tîroîdê, yê herî gewre ye, pêşî û kêlekên qirrikê bi vî kirkiragê dagirtî ye. Niçikek ji beşa pêşî ya kirkiraga tîroîdê dirêj dibe. Ev niçik wekî sevê Adem tê bi navkirin. Sevê Adem ê qirrika zilaman ji ya jinan gewretir e.

Li ser devê qirrikê, bi kirkiragê tîroîde ve girêdayî, kirkiragek heye bi şeweya kevçî, navê wî zimanê kirkiragî ye. Zimanê kirkiragî, ji xeynî dema daqurtîna xwarin û vewxarinê, ji serê qirrikê dur e. Ango di navbera devê qirrikê û zimanê kirkiragî de valahî heye, hewa ji gewrî bi hesanî derbasî qirrik û borîhewayê dibe. Qirrik bi masûlkeyên ziman ve girêdayî ye. Gava mirov xurek dadiqurtîne, zimanê mirov ber bi esmanê dev bilind dibe û xurekê ber bi gewrî pal dide.

Di heman demê de qirrik jî bi ziman ve ber bi zimanê kirkiragî hildikişe, valahî di navbera devê qirrikê û zimanê kirkiragî de namîne, bi vî awayê zimanê kirkiragî li ser devê qirrikê rûdinê, devê qirrikê digire û nahêle xwarin biçe nav borîhewayê. Piştê daqurtîna xurekê, qirrik û borîhewa ber bi jêr ve dadikêşên bi vî awayê zimanê kirkiragî ji serê qirrikê dûr dikeve. Ango coga henaseyê ji bilî dema daqurtina xurekan, hertim vekiriye.

Zimanê kirkiragî ji xeynî hewayê, rê li ber her tişan digire û nahêle bikevên nav borîhewa û pişikan. Hin caran dibe ku piçek xurek an jî hinek vexwarin ji berbesta(barîkad) zimanê kirkiragî bifilite û bikeve nav qirrik û borîhewayê. Di rewşek wisa de mirov bê hemdê xwe dikuxe û ew madeyên biyanî bi zora pestoya hewayê ji borîhewayê tê avêtin. Rûyê navî yê qirrikê bi rûkeşexaneyên kûlkdar û xaneyên goblet dapoşî ye.

Dengê mirov di qirrikê de peyda dibe, loma navê qirrikê wekî sindoqa dengê (voice box) jî tê zanîn. Beşa qirrikê ya deng peyda dike wekî zengîlok (bi îngilîzî:glottis) bi nav dibe. Zengîlok ji cotek dengejê, qata vestîbulî (bi îngilîzî: vestibular fold) û qelîştoka navbera dengejêyan pêk tê. Dema henasedanê herdu dengejê ji hev dûr in, hewa di nav qelîştoka dengejêyan de bi hesanî derbas dibe. Lê dema deng derxistinê, cota dengejê nêzikê hev dibin rê li ber herrika hewayê digirin.

Hewa bi zorê ji pişikan ber bi derve diherrike. Pestoya hewaya pişikê dengejêyan dilerizîne, bi vî awayê deng peyda dibe. Dengejê, gava ji pişikan henasê te dayîn, deng dirust dike, ango dema henasegirtinê deng peyda nabe. Dengê di qirrikê de peyda dibe bi alîkariya ziman, diran, esmanê dev û levan diguhere û dibe pît an jî peyv. Dengê her mirovek ji yê dinan cuda ye. Dirêjî û şidaniya dengêjeyan, cureya deng diyar dike. Hormona testosteronê bandor li ser gewrebûna kirkiragên qirrikê dike.Bi gelemperî qirrika zilaman ji ya jinan gewretir e. Herwiha dengê zilaman jî yê jinan berztir e.

 

* Ev xebat li ser malpera wîkîpediyakurdî jî hat zêdekirin.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Qirrik

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *