FNDK dîsa li Bîşkekê ye

FNDK dîsa li Bîşkekê ye

Wek em zanin, di dema amadekarîyên bona Referenduma dîrokî ya li Kurdistanê, Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) hema li Bîşkekê bû, ku civîna xwe ya pêşin derbaz kir. Em dikarin bêjin ku FNDK li vî bajarî xuliqî, dema bona qedirgirtina wê bûyerê di merkeza bajêr da alaya kurdan ya netewî hate bilindkirinê.

Endamên serokatîya FNDK dawetnameya cîgirê serokê FNDK Şêx Remezan Seîdov, ku me teglîfî şahîya kurê xwe dikir, ser çavan qebûl kirin û 4ê îlonê şahîya xwe derbaz kirin, 5ê îlonê jî dest bi civîna Rêvebirîya FNDK kirin. Piranîya endamên serokatîya FNDK hatibûn bona di şahîyê da hazir bin.

Em bi kurtî behsa dawetê bikin. Bi sedan mêvanên ji gelek welatên cihanê û ji hemû perçeyên Kurdistanê di dawetê da amade bûn. Tiştê herî balkêş ew bû, ku kurdên bi ol û bawermendîyên ji hev cuda di dawetê da hazir bûn. Di nava sazbend û dengbêjan da kurdên musulman û kurdên êzdî hebûn, û ev yek tiştekî ecêbmayînê nîne, ji ber ku kilam û reqasên wan eynî ne. Dema bi daxweza gelek vexwendîyan, herwiha di nav wan da bi hîvîkirina melleyê musulmanan, dengbêj Zahar Stûrkî kilama di dawetên êzdîyan da navdar ”Hole, hola Siltan Êzîdê Sor e” stira, govendeke giran ya ji çensed jin û mêran xweber saz bû. Bi vî awahî, ew dawet bû nîşana yekîtîya miletê kurd.

5ê îlonê li seraya konferansê ya mêvanxaneya ”Dîskaverî”, ku mêvan li wir diman û ew mêvanxane ya karsazekî kurd Cemalê Elî Îbrahîmov bû, civîna Rêvebirîya FNDK derbaz bû.
Berî hemûyan serekê FNDK, profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev xeberda û behsa pirsgirêkên rojane yên kurdên Yekîtîya Sovyeta berê kir. Derheqa hal û wextê kurdên Asîya Navîn û Qazaxistanê da doktorê genc, sîyasetmedar Wekîl Nebîyev xeberda (xeberdanên Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev û Wekîl Nebîyev wê di nava demeke kurt da di malpera me da bêne çapkirin).

Cîgirê serekê FNDK Yûrayê Şamil Nebîyev endamên Rêvebirîyê ser pirsên xebata kirî û planên FNDK yên bona paşerojê da hayadar kir. Yûrî Nebîyev herwiha bi hûrgilî behsa xebata bona çareserkirina pirsgirêkên kurdan, wek miletê sirgûnbûyî, kir.

Serokatîya FNDK li ser wan pirsan jî sekinî, ku bi qewînkirina pirsên aborîya rêxistinê va girêdayîne û biryar kir di nava demên nêzîk da li Moskvayê şêwrdarîyeke derheqa wê pirsê da bide derbazkirinê.

Serokatîya FNDK biryar qebûl kir keça nivîskarê kurd yê navdar Wezîrê Eşo – Karîna Wezîr bike nava teşkîla Rêvebirîya FNDK û wê kivş bike wek nûnera FNDK li welatên Awropayê.

Serokatîya FNDK guhdarîya înformasyona derheqa amadekarîyên bo Hemcivîna FNDK ya gencan kir, ku wê li Moskvayê bê derbazkirinê.

Li civîna Rêvebirîya FNDK wek mêvan amade bû nûnerê ofîsa pêwendîyên der ya Partîya Demokratîyê ya Kurdistanê Ebdulselam Zîbarî.

Bi alîkarîya FNDK û Yekîtîya kurdên Qirgizistanê rasthatinên Ebdulselam Zîbarî bi nûnerên fermî yên Qirgizistanê ra hatine derbazkirinê.

Komeke qirgizan – dostên gelê kurd – bi serokatîya doktor Kûvan Toktosûmov di dema merasîma taybet da, ku li wir nûnerên FNDK amade bûn, hespekî esîl yê ji cisnê erebî dîyarî Ebdulselam Zîbarî kir. Di dema wê heytehola taybet da wana destnîşan kir, ku ev dîyarî nîşana qedirgirtina tevaya gelê kurd e, û doktor Kûvan Toktosûmov ji kurdan ra serxwebûn û gulvedan xwest. Kêfa gelekan hat, dema texmîn kirin, ku zanebûnên Kûvan Toktosûmov derheqa dîroka kurdan da ewqas kûr in û got, ku ew malpera Riataza dişopîne û bi guhdarî dixwîne.


Li paytextê Qirgizistanê destbi konferansa FNDK bû

Wek ku hatibû plankirin, Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK), rêxistina ku ji nûnerên pênc diyasporayên kurdan yên welatên Yekîtîya Sovyeta berê hatîye avakirin, 5ê îlonê li paytextê Qirgizistanê bajarê Bîşkekê konferansa xwe da derbazkirinê, ku derheqa pirsgirêkên kurdên Yekîtîya Sovyeta berê ye.

Organîzatorê Konferansê Yekîtîya Civakî ya Kurdên Qirgizistanê (YCKQ) ye bi serokatîya Remezan Seîdov.
Redaksyona me wê di paşdemê da bi awayekî berfireh û bi hûrgilî behsa wê Konferansê û encamên wê bike.

Gelek ronakbîr, zanyar, welatparêzên kurd ji pênc welatên Sovyeta berê tevî xebata Konferansê dibin, wek serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan, akademîsyan Kinyazê Îbrahîm, cîgirê wî – berpirsyarê giştî yê malpera RIATAZA Yûrayê Şamil, profêsor Ezîzê Zîyo, serekê Yekîtîya Civakî ya Kurdên Qirgizistanê Remezan Seîdov, serekê Înstîtûya Êzdînasîyê Yûrayê Dasinî, hunermend Aslîka Qadir, karsaz Ezîmê Şemo, doktor Wekîl Nebîyev, mamostaya zimanê kurdî Gulnara Ahmedova û gelekên din.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *