Rêveberê Êzdîna: Kurdên Êzidî li Efrînê tên neçarkirin ku bibin Misilman

Rêveberê Êzdîna: Kurdên Êzidî li Efrînê tên neçarkirin ku bibin Misilman

Hewlêr (Rûdaw) – Tevî ku Kurdên Êzidî pêkhateyeke resen a herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye, lê niha ji ber şer û binpêkariyên grûpên çekdar, hebûna wan li wê herêmê di metirsiyeke ciddî de ye. Rêveberê Saziya Êzidîna, Elî Îso ji Rûdawê re ragihand: “Kurdên Êzidî yên ku li Efrînê mane, tên neçarkirin ku bibin Misilman.”

Herêma Efrînê ji berê ve yek ji warên resen ên Kurdên Êzidî li Rojavayê Kurdistanê bûye. Hebûna Kurdên Êzidî li Çiyayê Kurmênc pir kevnar e û heta niha hin sembolên wan ên olî weke Tawûs û Roj li ser asewarên herêmê hene.

Lê ew pêkhateya resen niha li herêmê li ber metirsiyeke mezin e. Di nava salên bihorî de, gelek Kurdên Êzidî ji herêmê koçberî Helebê bûne yan jî penaberî derveyî welat bûne.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, Kurdên Êzidî li 22 gundan nîştecî ne. Ji wan 3ê gund xwerû Êzîdî ne, wek Basûfan û Feqîra.

Gundên ku Êzidî lê dijîn, li navçeyên Şikak, Lêlûn û Cûmê ne. Li navçeya Şikak 5 gund, li navçeya Lêlûnê 11 gund û li navçeya Cûmê jî 6 gundên Êzidiyan hene.

Hejmara Kurdên Êzidî li Efrînê û Helebê 60 hezar bûye û hejmara wan tenê li herêma Efrînê berî şerê Sûriyê, 25 hezar bûye.

Bi êrîşa hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê li ser herêm re, hebûna Êzidiyan li Efrînê bêtir ketiye ber metirsiyê. Di encama êrîşa wan hêzan a bo ser Efrînê de, 80% ji Kurdên Êzidî ji wê herêma Rojavayê Kurdistanê koçber bûne.

Rêveberê Saziya Êzdîna, Elî Îso ji Rûdawê re got: “Kurdên Êzidî yên ku li Efrînê mane, rastî revandin û kuştin tên û tên neçarkirin ku bibin Misilman.”

Elî Îso ragihand: “Sivkatî bi dab û nerîtên Êzdiyan ên olî tê kirin û ew tên neçarkirin ku dersên olî yên Îslamî beşdar bibin.”

Berî êrîşa hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar, Kurdên Êzidî li herêma Efrînê bi serbestî hemû dabû nerîtên xwe û cejnên xwe yên olî pêkdianîn. Lê niha ji ber binpêkirin;n ku grûpên çekdar li Efrînê li dijî wan û xelkê din dikin, li gor çalakvanên Êzidî, hebûna Êzidiyan li Efrînê ketiye ber metirsiyeke ciddî.

records Source:https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/040920193?fbclid=IwAR2gb5w48aPjlgtS2I0oCqFMsfU7Qv8SleAObXi22-BcbWvCKmNDGdhj2Hc

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev