ÇIQÊ SYAWÛŞ -2

ÇIQÊ SYAWÛŞ -2

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 106an me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhema bi sernavê ”Çiqê Syawûşraberî we bikin. Beşa pêşin îro me heftêya buhurî çap kiribû, kerem bikin, beşa duduyan bixwînin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 195

 

Ma heta dinya tarî bû,

Jina Sîawûş çû Gêvo anî mala xwe,

Çûn malêda, çevê Gêvo bi xûna Sîawûş ket:

Xûn dikeliya, şivêtî tu agir bidî binî,

Dikelîya, ser gumgumra davît,

Gêvo gote jina Sîawûş:

-Qencê, Sîawûş çima kuştin?

Go: -Hewqas aqilpir bû,

Di padşaya meda gihîşte ba wî:

Bavê min çevnebarî jê kir,

Rabû da kuştin.

Go: -Heta xûna padşê bavê min

Mîna xûna Sîawûş nekele,

Xûna Sîawûşê hertim bikele.

Gêvo rabû fîncanek tijî ji xûna Sîawûş hilanî,

Rabû, derket ji mala Sîawûş çû,

Go: -Heft rojê din bibîne,

Çev bi rêbe, heta ez têm.

Heft roj derbaz bûn,

Bû çil roj, paşê Gêvo gihîşte bajarê xwe.

Gêvo çû nik padşê xwe,

Xûna Sîawûş deranî, danî ber padşayê xwe

Xûna Sîawûş, wekî dikelîya.

Li padşa bû xîret.

Padşa rabû dîwanek danî,

Çi qeder mezin, gire – girê wî hebûn,

Hemû gazî dîwanê kirin,

Berê xwe zivirand Rostem, go:

-Ya Serbilindê Îranê, padşê go,

Dinya ava bûye, heta dinya xirabbe,

Kesî şuxulê wa dîtibû bi çevê xwe,

Padşa bîne hêsîrê xwe bikuje?

Ji we tê teybîrekê bikin,

Wê heyfê hilînin jê,

Xûn dikele, gune jê tê.

Rostem go: -Gazî katiban kin.

Gazî katiban kirin.

Kaxez dane nivîsandin,

Cih û memleketada gerandin,

Hindî şûrê wan dibirî,

Eskerê xwe civandin,

Eskerê xwe dane samê,

Eskerê wan bû hîjdeh lag,

Her lagek sed hezar,

Çekma zêrîn kişandin lingê Tûs,

Alagêwana danîne ser milê Tûs.

Tûs pêşiya eskerê xwe ket,

Gêvoyê Goderz da dûmayî,

Rostem kire gazî:

-Frûxt, rexş û razîn.

Rexşê Belek deranîn,

Zînê zêrîn danîne ser piştê,

Rostem hemayîla zêr û zîv rast û çep ber xwe danî,

Xatir ji padşayê xwe xwest,

Pê xwe avête rikêfê,

Rostem kete pêşîya eskerê xwe,

Pêşîya eskerê Îranê, go:

-Gelî îranîya, hûn yavaş-yavaş werin,

Ezê berê herim nav Tûranîya.

Gêvo jî serê Rexşê xwe berda,

Ew jî gihîşte Rostem,

Ew jî bi Rostemva pêşîyêda çûn,

Rostem, Gêvo çûn nêçîrvanîyê,

Derketin ber dîwarê xanîyê Sîawûş peyabûn.

Go: -Em derda herin,

Qerewil hene, wê pê bihesin,

Em çawa bikin, wekî Tûran pê nehesin?

Em kurê Sîawûş, jina Sîawûş nav neyaran derînin.

Rostem sike danî dîwêr,

Kulmek lêxist,

Vî alî lêda çû, wî alî lêda çû,

Heta rabû ser ban.

Şirît avêt – herdu kurê Sîawûş, gel jina Sîawûş pişta wan girêda,

Hilkişand, derxist jorê.

Siyar bû, ji bajêr derket.

Sibê cav çû padşê Tûranêra,

Gotinê: -Keça te, herdu nevîyê te –

Îranîya hatine, birine,

Teybîra xwe bibîne, sibê şere.

Ez xulamê serî,

Dinya ron bû,

Rostem pêşîyê ket,

Gêvo kete dûmayî,

Qesta bajarê Tûranê kir.

Hê eskerê wan negihîştibûnê,

Kurîya hespa di erdê diket,

Gol û cimcime tevhev dikir,

Rostem gurz davît,

Xûn şivêtî şadirwana davît,

Heta taştîya mîranî

Ser serê Rostem û Gêvo bû toz û dûman,

Bû hecac, bû axirzeman.

Rostem lê zivirî, go: -Gêvo.

Go: -Çiye?

Go: -Bi ezet û celaletê xwedêkim,

Ev bibin pembu, em bibin agir,

Em çarê pê nakin.

Teybîrekê bikin, heta eskerê me tên.

Gêvo go: -Rostem, tu melehezran neke,

Alîyê piştêva tu derb kes li te nade,

Ji alîyê sîng kes çar bi te nabe.

Rostem melehezre dikir,

Gêvo piştê bihêle, bireve.

Gêvo bi wê gotinê-

Rostem pişt rastkir,

Dibêjin Rostem enirî,

Gurînek dahêla,

Erd û ezman ji ber dengê

Rostem bi hevra yekbû.

Newalek heye, dibên newala Girê Himawendê.

Rostem qesta wê newalê kir,

Newaleke kûre, newaleke bê hewar, bê gazî.

Dibêjin newala “Kurda”.

Rostem û Hinan di ber hevduda çûn,

Kurîya hespa dikirin komê werdikin,

Kolan û zikakan vedikin,

Dibêjin Hinane, rih li ser singane,

Gurzek bi gurza giran kete nav serê Rostem,

Rostem mertalê zêrîn da ber,

Serê xwe da alîyê din – derbazkir.

Gurz davêtin, gurz diçerxandin,

Dengê wan diçe erd û ezman.

Nalîna fêriz û pelewanane,

Radibin eteka ezman.

Hinek dibên: -Şere,

Hinek dibên: -Axire,

Hinek dibên: -Axirzemane.

Tu rîspî bî Rostemê kurê Zal,

Hetanî eskerê Îranê gihîştê,

Eskerê Tûranê derxist deştê,

Êxiste çil û çiya,

Şivêtî gurek bikeve nav karik û berxa,

Vî milî, wî milî bir kir,

Avête çil û çiya.

Eskerê Îranê gihîşte Rostem.

Rostem şûr ji kalan derxist,

Dakete ser bajêr,

Go: -Gelî Tûranîya,

Bi ezet-celaletê xwedêkim,

Hûn neyên sulhê (barişbûnê)-

Ez kitekê ji we nahêlim.

Tûranîya dezmala rayê hilavêt,

Go: -Bixweze, ya Serbilindê Îranê,

Bixweze, ka mirazê te çiye?

Go: -Mirazê min ewe,

Hûn bigrin padşê bidin min,

Wekî ez wî bikujim,

Xûna wî têkil Sîawûş bikim.

Tûranîya dîwanek danî,

Go: -Padşahim xweşbe,

Xûna mêra – mêreke,

Rabe, here teslîm bibe,

Em memleketekî, qezakê nadine xirabkirinê

Ji bona merivekî,

Te pîskirîye, here paqişke.

Padşayê xwe hingirtin, birin,

Teslîmî Rostem kirin. Rostem go: -Qence, padşayê necins û merûm,

Hêsîr, hêsîrê rebenin,

Te çawa taqet kir, te hêsîr kuşt,

Him hêsîrê te bû, him zavê te bû.

Go: -Kuro, gazî celata bikin.

Gazî celata kirin.

Serê padşê anî, ser xûna Sîawûş jêkirin.

Xûna padşê tevî xûna Sîawûş bû,

Paşê kela xûna Sîawûş sekinî.

Padşa kuştin, Tûran ma li cihê xwe.

Ew hingirtin, kurêd Sîawûş dane wan,

Hatine mala xwe. Jina Sîawûş anîn,

Dîsa dane birayê Gêvoyî din.

Heft roj, heft şeva dewata xwe kirin.

 

Ew li wê gihîştin mirazê xwe,

Hûn jî lêra bigehîn mirazê xwe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev