PAŞDAVEKIŞÎN – 2

PAŞDAVEKIŞÎN – 2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”Paşdavekişîn”. Em îro beşa duduyan raberî we dikin. Beşa pêşin me berî  heftêyekê çap kiribû.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 195

Li Îraqa, ku nû serxwebûna xwe bi dest xistibû, bi vî awahê hovane pirsa aşûrîyan ”çareser” kirin. Teşkîldarên wan êrîşên hovane serokatîya welêt bû, ku ser wê bawerîyê bû, ku tevrakirina şovînîzma êtnîkî û dînî dikare desthilata welêt biparêze û mehkem bike. Ji bo wê armancê aşûrî ji desthilatê ra dest didan, ji ber ku dikaribûn bi wî awahî nasyonalîstên ereb bînine alîyê hukumetê, ku ji bîr ne kiribûn, ku aşûrîyên ”lêvî” ne xwestin tevî têkbirina serhildana sala 1920î û yên din bibin, ya duduyan jî, dixwestin bi riya berîhevdana kurdên musulman û aşûrîyên xaldî tevgera kurdan sist bikin. Bi gotineke din, ew tewlebazî û destdirêjayên hukumetê ji bo wê bûn, ku him di nav ereban da, him jî di nav kurdan da bawerîyên welatparêzîyê û dêmokratîyê ji hev bikin.

Li Bexdayê ser wê bawerîyê bûn, ku rola kurdan di opêrasyonên dijî aşûrîyan da pir mezin e. Ya pêşin, hewil didan sûcê sereke yê zêrandin û îşkencekirina binecîyên aşûrî bavêjine ser wan, bona hukumeta Îraqê rûsipî derxin û kurdan ber çavê civakê wek qaçax û celat nîşan bidin. Ew hewildan tam têk çû. Hemû çavkanî û îzbatî, di nav wan da yên îngilîsan jî, îzbat dikin, ku ew gelkujî bi destî ordî û cendirmeyên Îraqê, hinekî jî bi destî desteyên eşîretên ereban (Şemmar û yên din) hatîye pêkanîn, lê kurd her tenê hinek caran tevî wan hovîtîyan bûne10. Lema jî çapemenîya Îraqê û Îngilîs di havîna sala 1933an da li Îraqê civînek derbaz kirin derheqa hovîtîyên di hindava aşûrîyan da û bes çend malûmatîyên kurt çap kirin.

Ya duduyan, desthilata Bexdayê hewil dida kurdan bi awayekî din jî dijî aşûrîyan bi kar bîne û ji bo wê armancê çend serekên kurdan hilda bona tevî opêrasyonên cezakarîyê bibin. Qumandarê leşkerên hukumetê, ku opêrasyonên dijî aşûrîyan derbaz dikirin, gênêral Bekir Sidqî beg bû, ku ji bo wê ”mêrxasîyê” navê paşatîyê dabûne wî. Li her deran dihate gotin, ku ew bi esilê xwe va kurd e, lê gelek zanyar ew yek înkar dikirin. Di dema gênêral da, ku paşê roleke mezin di jîyana welêt ya sîyasî da lîst, ”komîtêya çaran” (Muhmmed Elî Cewad, Elî Galib, Cemal Cemîl û Mustefa Elî) hate sazkirin, ku him ereb, him jî kurd diketine navê û pêşnîyar kir ereb û kurd bibin yek ”bona sazkirina miletê ereb yê xurt”. Lê di navbera nasyonalîstên kurd û ereb da dilsarî û diltengî hebû, wana bawerî li hev ne dianîn û li hev ne hat di hêla sîyasî da hevgirtî bin. Çend zaneyên kurd di nav êlîta Îraqê ya sîyasî da roleke mezin ne dilîstin11.

Îngilîs ji bo bi carekê va sertbûna pirsa aşûrîyan li Îraqê di nîveka sala 1933an da di hêla sîyasî û moralî da cabdar e. Mihacirbûna aşûrîyan ber bi Sûrîyê bi emirê Îngilîs bû, ji ber ku tenê London dikaribû bi desthilata Fransîyayê ra hevraxeberdanên ser dereceya bilind derbaz bike li welatê bin mandat da. Di hêla sîyaseta der da (herwiha ya hundurîn da jî) ”serxwebûna” Îraqê bi peymana Îngilîs-Îraqê ya sala 1930î va dihate sînorkirin. Fransîya jî tevî bedbextîya aşûrîyan bû, ku hewil dida pirsa aşûrîyan ji bo berjewendîyên xwe yên kolonîalîyê bi kar bîne.

Bi vî awahî, ji gelê kevinare ra, ku kedeke mezin kirîye nava medenîyeta cihanê, bi awayekî qerf û pêkenî dane fêmkirin, ku hêvîyên wî bona bi xwe bibe xwedîyê qedera xwe, wê bi ser nekevin. Wek ku kovareke îngilisî nivîsandîye, ”otonomîya Assîrîyayê… dervayî sîyaseta praktîk e”. Nivîsên derheqa aşûrîyan da yên di vê kovarê da bicîkirî, bi xêrnexwezîyê va dagirtî bûn. Eger aşûrî dixwezin ji Îngilîs piştgirîyê bistînin,- di gotarekê da dihate gotin,- ewana gerekê bibine ”hemwelatîyên bêdeng yên dewleta Îraqê ya nû û qedirê qanûnên wê bigirin”, lê kê wê yekê naxweze, ew gerekê welat terk bike12. Aşûrîyan bersîveke ha bêbext ji piştgirên xwe yên berê sitendin, ku di dema dijwar da berê xwe ji wana guhart.

Gerekê bê destnîşankirin, ku krîza aşûrîyan ya di hêla gêopolîtîkî da lokal, di hêla navnetewî da gelekî deng da, ku bi awayekî nêgatîv tesîr li ser ne tenê aşûrîyan, lê herwiha ser tevgelên wê jî kir. Berî gişkî, şikberî peyda bû, ku Îraqa serbest dikare pirsgirêkên hundurîn çareser bike, di nav wan da ji wana ya here giring – pirsgirêka miletîyê jî. Li erafê navnetewî û Rohilata Nêzîk zirareke mezin gihîşte qedir û hurmeta Brîtanîya Mezin, ji ber ku Îraqa, ku di van demên ne gelek dûr da di bin hukumdarîya wê da bû, piştî ji îngilîsan serxwebûn bi dest xist, dest pê kir bi awayekî hovîtî berê xwe da miletên li welatê xwe yên kêmjimar. Fransîya jî bi kar û emelên xwe yên di hindava mihacirên aşûrîyan da ketibû nava rewşeke giran. Rewşa kurdan jî dijwar bû, ji ber ku aşûrî berê di şerê dijî hêzên hukumetê yên leşkerî-cezakirinê da hevalbendên wan bûn.

Lê paşmayînên xirab yên krîza aşûrîyan ji bo alîyên, ku kaşî nava wê pirsgirêkê bûbûn (xên ji aşûrîyan bi xwe), bi carekê va xuya nebûn. Wisa xuya bû, ku Bexda (bi awayekî eşkere) û London (bi sergirtî) dikaribûn serxwebûna xwe pîroz bikirana. Hilanîna xetera aşûrîyan dikaribû alî bikira, ku rewşa li herêmeke Îraqê ya aloz aram bikin. Ordîya Îraqê îzbat kir, ku ew bi kêmanî di hêla emelên cezakarîyê da xurt e. Bingehê leşkerî-sîyasî ya Îngilîs li Îraqê, ku bi peymana sala 1930î va hatibû testîqkirin, hate parastin. Tevgera kurdan ne pir aktîv bû, lê pevçûnên wan yên kêmjimar bi hêsanî ji holê dihatine rakirin.

Lê dîsa jî Kurdistana Îraqê wek berê ji bo Îngilîs herêmeke bi xeterê va dagirtî bû, ku meriv dikaribû ji wir her deman li benda xeterên wisa be, ku ji bo berjewendîyên Brîtanîyayê dikaribûn qezîya bûna. Ne li Londonê, ne jî li Bexdayê ne ser wê bawerîyê bûn, ku aramîya kurdan ya ser demekê wê dirêj bikişîne û haziraya her cûre ecêban didîtin, ku dikaribû bihata serê wan û hat jî. Ew bawerîyên bi hewarze bi wê rewşa aloz va zêdetir dibû, ku piştî hilanîna mandata Îngilîs di serokatîya Îraqê da saz bûbû, dema komikên sîyasî yên cuda-cuda bi xurtî şerê bona desthilatê dikirin. Hukumet pey hev dihatine guhastin, çend derbe çê bûn. Nearamî di jîyana sîyasî ya Îraqê da bû tiştekî adî13. Beşeke giring ya wê nearamîyê pirsgirêka kurdan ya çaresernekirî bû.

London di nîveka duduyan ya salên 30î da di pêwendîyên xwe bi Bexdayê ra ev yek da ber çavan. Zanyarekî Sovyetî yê wî wextî sîyaseta brîtanîyan li Îraqê ha şirove kir: ”Armanca împêrîyalîstên Îngilîs ew bû, ku bike bîra hukumeta Îraqê, ku kurdên mêrxas serî danenîne, bona bi wê yekê va tesîr li ser wê bike, ya duduyan jî, îzbat bike, ku ordîya Îraqê nikare bi serî xwe zora her serhildanekê bibe û lema jî tevbûna Îngilîs hewce ye (em bikine bîra we, ku tevbûna wisa di peymana 1930î da hatibû destnîşankirin). Ewî zanyarî gotinên kovareke Brîtanîyayê ya derheqa Rohilata Navîn ”Journal of Royal Central Asian Society” (1933, hejmar 7) dianî, ku nivîsîbû: ”Gelo wê çi bibe, eger Bexda nikaribe serederî li tevlihevîyên hundurîn bike û di encamê da komûnîkasyonên Îngilîs dikarin bikevine bin qezîyayê? Dûrî aqilan e, ku Îngilîs wê razî bibe zirar bigihîje komûnîkasyonên wê li Rohilatê”. Eynî kovar bi kubarî digot, ku di nav van du salên dawî da bi alîkarîya Hêzên Brîtanîyayê yên Leşkerî-Hewayî zora du serekên kurdan birin (xuya ye, Mehmûd Barzincî û Ahmed Barzanî)14.

Bi vî awahî, piştî bêdengîyeke ya kêm-zêde li Kurdistana Îraqê ya dû têkbirina serhildanên Xelîl Xoşewî û êzdîyan, London û nûnerên wê li Îraqê bi guhdarî û bi hewarze bala xwe didane rewşa li vê herêma ji bo berjewendîyên Brîtanîyayê yên stratêgî giring. 3ê nîsanê sala 1935an ew pirs li Komeleya Asîya Navbendî hate guftûgokirinê û li wir Lîndfîld Sonê, ku jinebîya cesûsê Îngilîs yê bi nav û deng û zaneyê pirsgirêkên kurdan çawîş Son bû, di kêlma xwe ya bi navê “Rêwîtîya ber bi Kurdistanê” riya Rewandûzê bi nav kir wek “serketina tek-tenê, ku hukumetê ji bo Kurdistana Başûr kirîye”. Wisa dertê, ku tu serketineke hêjayî bîranînê tunebûye! Rohilatzanê bi nav û deng Pêrsî Sayks di wê civînê da peyivî û ha got: bombebarankirina gundên kurdan – “riya here hûmanîstîyê ye bona ji heq-hesabê gunehkaran bêne der, ji ber ku ewana jin û zaran nakujin, lê malan hildiweşînin û jîyan li wan heram dikin”. Gerekê bê gotinê, ku amadekar bi awayekî berk derketine dijî van gotinên Sayks yên hovane15.

Rewşa sîyasî ya hundurîn li Îraqê piştî wê yekê bi carekê va sert bû, dema 29ê çirîya pêşin sala 1936an li welêt derbe çê bû, ku serkarê barêgeha sereke Bekir Sidqî teşkîl kiribû û herwiha piştî kuştina wî (11ê tebaxê, sala 1937an) û serleşkerê Hêzên Leşkerî-Hewayî Muhemmed Elî Cewad ra. Krîza li welêt sazbûyî heta Şerê hemcihanê yê yekemîn berdewam bû16. Li Brîtanîyayê ji bo van bûyeran û herwiha ji bo wê yekê jî pir xemgîn bûn, ku li bendê bûn kurd wê li Kurdistanê dîsa serî hildin, xwesma ji bo wê jî, ku Bekir Sidqîyê, ku şik dibirine ser, ku ew ”kurdeyatîyê” dike (bêy tu bingehekê), îdî miribû. Behs bela bû, ku dikare li Mûsilê derbe çê be û belkî Almanîya tevî wî karî bibe, ji ber ku xanima Bekir Sidqî alman bû û şik hebû, ku ew bi Vîlhêlmştrassê ra (cîyê xanîyê Wezîreta karên der li Bêrlînê) û gêstapoyê ra girêdayî bû.

Bingehên van gotinan hebûn. Gorî malûmatîyên van deman yên ji arşîvan peydakirî, derbeya sala 1936an bi hayadarbûna Almanîyayê qewimî. Nûnerê Almanîyayê li Bexdayê Frîs Grobba gotîye, ku Bekir Sidqî ji bo wê yekê, ku tirs heye Îran êrîş bibe ser Îraqê û herwiha ji bo sazkirina ”Kurdistana serbixwe” ji Almanîyayê alîkarîya 18 topên zênîtîyê, 4 mîlyon markên almanî, çend pêşekzanên leşkerî yên Almanîyayê (di bin navê erdvekolanan) xwestîye. Di nav wan pêşekzanan da gerekê serhingê barêgeha sereke R. Heins bişandana Îraqê17.

Wisa xuya ye, ku ji bo testîqkirina van malûmatîyan lazim e gelek çavkanîyan û nivîsên zanyarî bi kar bînin. Ji bo dîplomatîya hîtlêrîyê tiştekî adî bû, ku bê şerm her cûre mêtodên şerletanîyê û provokasyon bi kar bînin. Di vê pirsa em li ser disekinin da meriv dikare texmîn bike, ku zêde ew daxwazên wan bûn, lê ne kar û emelên wan bûn. Lê ji şikberîyê der e, ku tevlihevîyên di sîyaseta hundurîn ya Îraqê da rê vedikirin bona her cûre tevbûnên hêzên ji der va. Li Îngilîs wan deman dinivîsîn, ku di krîza heyî da ”hemû lîstikên li Rohilata Nêzîk ber çavan in: ew tevgera panerebîyê, tirk, kurd, perçekirina Felestînê û herwiha îngilîs in”. ”Di vê bedbextîyê da”,- îngilîsan destnîşan dikir,- bê şik, pirsa kurdan jî heye. Lê xên ji wê yekê, ku Bekir Sidqî bi esilê xwe va kurd e, tu îzbatîyên din tunebûn. Çi jî hebe, pênc salan piştî hilanîna mandata li ser Îraqê, şeş caran hate îlankirinê, ku ordîyê di halê hazir da xwey kin, ji ber ku dibe kurd serî hildin18.

Piştî sala 1935an serhildanên mezin ne bûn, lê Kurdistana Başûr wek berê mînanî tendûrekekê bû, ku ser demekê temirî ye û her roj amade ye careke din biteqe û şewq vede. Bexda û London li benda vê yekê bûn û tivdarekê xwe didîtin. Di destpêka sala 1937an da hukumeta Îraqê hewil da hinek xweserîtîyên eşîretên kurdan yên edetî sînor bike, lê texmîn kir, ku milet vê yekê qebûl nake, dest ji daxwazên xwe kişand19. Heta proêktek hate amadekirin, ku li çiyayên Kurdistanê paytextê Îraqê yê havînê ser demekê saz bikin, bona kurdên welêt nêzîkî ereban bikin û destnîşan bikin, ku Kurdistan ”beşeke Îraqê ye” û hewil didan plana pêşvebirina herêmên kurdan amade bikin, ku wê ”wek welatekî paşketî bûya”20. Bexda guhdarîyeke mezin datanî li ser herêma di navbera Suleymanîyê û sînorê Îranê da, ku li wir herdem eşîretên kurdan serî hildidan. Serekwezîr Cemîl el-Medfayî di îlona sala 1938an da bi taybetî seredana wira kir. Desthilatê li wan deran bingehên polîsîyê û leşkerî saz kir, xetên têlêgrafîyê da derbazkirin û h.w.d û hewil dida bi serekên kurdan yên bi nav û deng ra bikeve nava pêwendîyan, wek bi eşîreta Pişder ra, bi serekên wê Ebbas axa û Babekir axa ra, ku dijminaya hevdu dikirin, lê herêma ser sînorê Îranê-Îraqê di bin kontrola wan da bû21.

Bi vî awahî, di nava 20 salên dû xilazbûna Şerê Hemcihanê yê Yekemîn, di pirsa çareserkirina pirsgirêka kurdan li Îraqê tu pêşketineke berbiçav xuya nebû û eva yeka bû sebebê nerazîbûnên hundurîn û navnetewî li wê herêmê.

 

Riataza

 

10 Correspondance d`Orient. Hejmar 428, rûpel 58; OM. 1933, hejmar 9, rûpel 470.

11 Khadduri M. Independent Iraq, rûpel 198-199; Correspondance d`Orient. Hejmar 467, novembre 1936, rûpel 500-501.

12 NEI. Hejmar 1160, 10.08.1933, rûpel 645; hejmar 1161, 17.08.1933, rûpel 667; hejmar 1162, 24.08.1933, rûpel 685-686.

13 Analîza bi hûrgilî li monografîyayên G. Î. Mîrskî (Îraq di dema tevlihev da, rûpel 74-145) û A. F. Fêdçênko (Îraq di şerê bona serxwebûnê da. M., 1970, beşa pêşin, serên 6 – 7an) da hene.

14 Yênûkîdzê D. Baza Leşkerî-Stratêgî ya împêrîyalîzma Îngilîs li Rohilata Nêzîk û Navîn. – MXMP. 1934, hejmar 2, rûpel 158; hejmar 12, rûpel 97.

15 NEI. Hejmar 1247, 11.04.1935, rûpel 441.

16 Analîza bi hûrgilî binihêre: Mîrskîy G. Î. Îraq di dema tevlihev da, rûpel 110-135.

17 Kopietz H. H. The Use of German and British Archives in the Study of the Middle East: The Iraqi Coup d`Etat of 1936. – The Integration of Modern Iraq. Ed. by Abbas Kilidor. L., 1979, rûpel 60-61.

18 NEI. Hejmar 477, September 1937, rûpel 390-392.

19 OM. 1937, hejmar 2, rûpel 96.

20 NEI. Hejmar 1360, 17.06.1937, rûpel 873. Gotara Kennet Wilyams ”Gelo Îraq wê xwedî Simila xwe be?”

21 Dîsa li wir. Hejmar 1427, 29.09.1938, rûpel 354. Hucetên Îranê-Îraqê di hêla pirsên ser sînor da li navçeya Şett-el-Erebê, Mendelîyê, herwiha li devera Suleymanîyê, ku li wir leşkerên Îranê bi dû kurdan dikevin û gelek caran ji sînorê Îraqê derbaz dibin û eva bûbû têma guftûgoyên herdemî li Koma Miletan, lê tu encam ne didan (Correspondance d`Orient. Hejmar 445, janvier 1935, rûpel 37-38).

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev