Pirsa we û bersîva me – 144

Pirsa we û bersîva me – 144

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Vê carê Nura Şane di hinek pirsan da alîkarî ji redaksyona malpera me xwest û em bi rêvebira rêzenivîsê ra tevayî bersîva pirsa Gulbihara Mêrgesorê bi çend ronîkirinan va didin.

 

Pirsa Gulbihara Mêrgesorê û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Di nava gelê me da bawerîyeke wisa saz bûye, dema behsa ”erf û edetên kevin” dikin, weke ku behsa tiştekî kevinbûyî, ne hêja, ne gorî pêşketina rojên me tê qebûlkirin.

Pirsa min ev e:

-Gelo hûn dikarin ji erf-edetên kevin nimûneyên kêrhatî û kardar raberî me bikin, ku hêja ne îro jî bêne parastin?

 

 

Bersîv: – Gotineke ha heye:

”Erf û edetên qenc”. Ango, em gerekê ji mîrata kal û bavan ji me ra hîştine karê kevin. 

Hilbet, ji erf û edetên kevin tiştên gelek qenc hene, ku ji alîyê gelek kesan va wek yên xirab têne qîmetkirin. 

Mesele, em behsa ”qelen” bikin: hilbet, qelen bi fikra firotana qîza xwe tiştekî eyb e û qet nayê qebûlkirin. Lê ew di demên buhurî da bû, ku qelen bi rastî jî wek firotana qîza didane mêr bû. Îro qelen fikira xwe bi bingehê va guhartîye. Bavê zava pereyekî dide bavê bûkê, bavê bûkê jî hema bêje ewqas pere ser cihêzê keçê xerc dike. Û cema pereyê ku wek qelen hatîye dayîn li mala zavê tê vegerandin û cihêzê bûkê ra tevayî dibe bingehê avabûna maleke nû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *