SZKya rojavayê Kurdistanê “Rêbera Rastnivîsînê” nîqaş dike

SZKya rojavayê Kurdistanê “Rêbera Rastnivîsînê” nîqaş dike

Nivîskarê malpera Ria Taza ji Qamişlo dinivîse

Ferîd Mîtan

 

Sibeha şemîya buhurî, li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) 28 nivîskar û rojnamegerên ku xerîkî xebatên zimanî ne, civandin.

Bi armanca danîna plansazîyekê ji bo xebatên “demdirêj” û “demkurt” her wiha ji bo nirxandin û nîqaşkirina berhema Komxebata Kurmancîyê ya bi navê “Rêbera Rastnivîsînê”, ev civîn hat lidarxistin.

Der barê armancên civînê da, endamê birêveber ê SZKê, Izedîn Mihemed, ji malpera Ria Tazayê ra da zanîn “bi civandina van kesan, armanc ew e ku zimanekî standard û hevgirtî ji hemî dezgeh û sazîyên Birêveberîya Xweser re bihête danîn û mekanîzmaya xebatên paşerojê destnîşan bibe.”

Mihemed her wiha da zanîn ku ji bo Rêbera Rastnivîsînê, dê di roja şemîyê de civîneka berfirehtir li dar bikeve, ji bo ku têbînî û nerîn bihêne girtin û biryarek li serê bihête sitandin.

Ji alîyê xwe ve, endama birêveber a Sazîya Zimanê Kurdî (SZK), Gulê Hesen, ji Ria Tazayê ra got: “Piştî ku di biwara perwerdekirinê da SZKê erkên xwe bi cih anîn, êdî ev sazî amade ye ku xebatên girêdayî zanistên zimanî bike.”

Di berdewamîya axaftina xwe da Gulê Hesen ragihand “ev nivîskarên ku îroj hatine civandin, tevî şandeyên zanîngehên rojavayê Kurdistanê û şandeya Desteya Perwerdeyê dê careke din li hev bicivin, ji bo ku Rêbera Rastnivîsînê binirxînin û paşê hem biryarek bihête sitandin, hem jî nivîsareka fireh a têbînîyan ji Weqfa Mezopotamyayê ra bihête hinartin.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ferîd Mîtan

Ferîd Mîtan: Di sala 1995an li gundewarê Qamişloya Kurdistana Rojava hatîye dinyayê. Peymangeha Amadekirina Mamosteyan – zimanê kurdî qedandîye. Li bajarê Qamişloyê di radyo û rojnameyên kurdî da dixebite.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *